Kuncî

SESAME ORIENTALE

Kuncî riwekek dexlane, ji malbata kuncîyan e. Bejna wê bi tîrane 50 – 150 cm bilind dibe û kêm caran çik jê diçin. Belgên wê 5-10 cm dirêj  3-5 cm fireh, şiklê wan rimane yan jî hêkane ne û rexên wan rast an jî xetxet in. Kulîlkên wê yên wek kovikan di binê dûxika (boçik-zîlik) wê de bi hevre ne.  Rengê kulîlkan spî yan jî  peyazî ne, yên binevşî jî hene. Rengê fêkîyan esmer, sor, zer, an jî reş in û fêkîya wê wek qapsûlan e. Di nava wê qapsûlê de 70 -90 heb bizir hene. Ji wan biziran re “kuncî “ tê gotin.

Rengê wan spî, esmer, zer in û ji % 50 yê wan rûn e. Ew rûn ji bo masajê û ji bo derman û xwarinan tê bikaranîn. Gelek cûreyên kuncîyan  yên çandinî û bejî (kûvî) hene.  Lê sê cûreyên wan yên bi navûdeng ku çandinîya wan tê kirin û zêde tên xebitandin ev in 1- Kuncîyên Afrîqanî. 2- Kuncîyên Hindistanî. 3- Kuncîyên Rojhilatî. Navê wê bi Almanî “sesam“ û bi Tirkî jî “susam” e.

Welat û dîrok: Li ser welatê kuncîyê dîtinên cuda hene. Hinek dibêjin Rojhilatê Afrîqa ye, hinek dibêjin Hindistan e û  hinek jî dibêjin  Mezopotamya ye. Dîroka wê jî baş nayê zanîn; lê tiştê pispor li ser hemfikir in, riweka heri qedîm ya ku rûn jê tê derxistin ew e, wek derman tê hesibandin û  4000 sal in ku wek baharat bazirganiya wê tê kirin. Di bermayên (şûnwar) ekolojîk ên gelîyên Harpa û Îndus de, kunciyên qelandî yên 2500 sal berî zayînê hatine dîtin. Medenîyetên Mezopotamya, yên wek Sûmer, Babîl, Asûr, Med, Kardûx û hwd. çandiniya wê dikirin. Her weha Misriyan, Romayiyan jî, ew bi kar dianîn. Kuncî di nav gelek medenîyetên kevin de wek  giyayek sêhrê û pîroz tê hesibandin. Hîndûyî li serê duayan dikin, Misrî û Hindistaniyan wê ji bo sêhr xerabîkirinê bi kar dianîn . Romayîyan kuncî û hingiv tevlihev dikirin û didan şervanên xwe, da ku pê qewet bigirin. Mezopotamiyan ji bo jinên hamîle bi qewet bibin û kuran bînin, tehîn û helawa kunciyan didan wan. Welatên herî zêde lê tên çandin Hindistan, Çîn û Sûdan e. Li bakurê Kurdistanê, bajarê ku herî zêde lê tê çandin Ruha, Entab û  hwd. Lê helawa herî navdar ya Sêrtê û Entabê ye.

Berhevkirin: Dema kuncî digehin, vek genim tên çinîn û bi gurzan heyamekê tên hiştin da ku baş bigehin û qapsûlên wan hişk bibin. Paşê tên daweşandin. Kuncî dûv re tên hişkkirin û li gor hewcedarîyê tên qelandin. Yên din jî dişînin aşan û fabrîqeyan, da ku rûn û tehîn jê bên çêkirin.

Têdahî: Heft cûreyên êşbiran tê hene. Rûnên sabit, Asîda oleîk, Înoletîk, Palamîtîk,Giliserîtên asîtên mikrîntîk, Asîtên folîk, Proteîn, Kalsîyûm, Magnêzyûm,  Magnez, Paxir, Fosfor, Omega 9,  vîtamîn A, B1, B3, E, H û hwd.

Bikêrhatinên kuncî: 1-Pêşîya qebizbûnê û edavan digire. 2- Heke bê vexwarin, ji bo rûvîkan gelek baş e. 3- Hinekî qelewiyê dike. 4- Ji bo  rêlibergirtina edavan dibe alîkar. 5- Ji bo xistina kevirên sefrê tê bikaranîn. 6- Hêza zayendî (cinsî) zêde dike. 7- Li hember bêdesthilatdarî, bêhntengî û bronşîtê bikêrhatî ye. 8-Taybetiya wê ya antîoksîdan heye. 9- Aşikê rahet dike .10 – Kolesterol û şekirê xwînê dadixe. 11- Pêşiya penceşêran, xasma ya pişikê digire. 12- Ji bo nexweşiyên kezebê tê bikaranîn. 13- Çerm û por nerm û xweşik dike, êşên bedenê dikêşe û hwd.

Di derbarê kunciyan de Prof  Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje :” Di tibê de nebatek şîfayî ya pileya duwem tê hesibandin, lewre zêde lêkolîn li ser nehatine kirin. Lê Japon, ji her 2-3 mehan carekê ji bo paqijkirina bedenê li bedena xwe dixin û piştî 30 deqîqan xwe dişon”.

Prof Dr. Ahmet Marankî, Zûlfîye Erdem û Mufîye Akin dibêjin : “ Nirxa wê ya xwedîkirinê bilind e. Ji bo xistina kevirên sefrayê bi fayde ye. Ji bo nexweşiyên kezebê tê bikaranîn; zikêş û qebizê ji holê radike, aşikê hêsan dike. Di lêkolînên li ser heywanan hatine kirin de tesbît bûye ku şekirê xwînê daxistiye. Heft cûreyên êşbirên hevgirtî dihewîne. Bedenê nerm û xweşik dike. Ji bo nexweşiya şekir û sotiniyan bi fayde ye”.

Li gor lêkolîn û cerbandinên Zanîngeha Purdeu li ABD, vîtamîn “E“ya di kuncî, behîv û genimok de, penceşêra prostat û pişikê rawestandiye (sekinandiye) û xisarê nade hucreyên saxlem. Dr. Qîng Jiang dibêje: “ Di tabletên vîtamin ‘E’ de, madeya forma Gamma – Tocopherol” nîne. Ew made bi tenê bi rêyên xwezayî tên standin. Ev made li dijî penceşêrê ye (antî kanserojen) û pêşiya edavan jî digire”.

Bikaranîn : 1- Rûnê masajê. 2- Xwarin.

1-     Masaja rûnê kuncîyan: Hûn dikarin sererast rûnê kuncîyan li tevahiya bedena xwe xin, 30 deqîqan bisekinin û paşê xwe bişon. Heke hûn karê giran dikin û diwestin (dibetilin –mandû dibin) hinek rûnê kuncîyan bi tiliya xwe li nav herdu birû, pişta guh û binê piyê xwe bixin. Wê betilîna we derbas be û hunê xewek xweş bikin. Heke hûn pêre guhdariya mûzîkek sivik jî bikin, wê hê jî  xweştir be.

2-    Rûnê kuncîyan, ji bo xweparastina li hember tahrê (sotina tavê) gelek bikêrhatî ye . Heke hûn hinek rûnê kakao jî tev bikin û xwe bidin ber tavê yan jî ava gêzeran vexwin, wê bedena we zûtir pê qemer (bronz) bibe .

3-    Ji bo kesên pîr û yên di movikên wan de kişil (kils) heye û êşên giran dikêşînin: Heke hinek rûnê bîberiye, ji bo varîs, bawîbûn û tevgêra xwînê hinek rûnê tirincok (melîsa) tev bikin wê fayda wê zêdetir be.

4-    Rûnê kunciyan jî wek yê zeytê tev li hemi xwarinan û seletan dibe.

5-    Hûn dikarin kuncîyan li ser hemi xwarinên ku ji hevîr çêdibin bireşînin

( pê werkin )

Lotikxane

2 thoughts on “Kuncî

  1. Seheta te û ew kesên kû lêkolîn li ser kuncî ya kirye xweş.
    Hevalê hêja kû defreta we hebe lêkolinekê di derheqê KİZİN”A de bikin. Lewra bapîrên me digotin di sala xelade me KİZZİN dixwarin em pê meste (serxweş)dibûn.
    Hertişt bi kurdî xweşe
    Slav û rêz jibo vê nîvîsa xweş û van mijarên cûda û balkêş.
    Yusuf baği

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s