Du namezetên Kurd ji Die Linke di hilbijartinên NRW de

Avesta / Münster – Alî Atalan û Hamîde Akbayir du namezetên Kurd ji partiya Çep li Almanya (Die Linke) ji bo hilbijartinên ya Herêma Nordrhein Westfalen (NRW).

Alî Atalan li Mîdyadê  (Mêrdîn) di sala 1968 ji dayîk bûye, ev 25 sal in li Almanya dijî. Polîtîk û civaknasî li zanîngeha Bochum xwendiye û niha jî bi siyasetê di nav Die Linke de mijul dibe.

Ew namezetê partiya Çep (Die Linke) ya bajarê Munsterê ji bo hilbijratinê herêmî de yên ku di 9ê gulanê  li Herêma Nordrhein Westfalen wê bên lidarxistin.

Em li Münsterê rastî birêz Alî Atalan hatin û vê kurtehevpeyvînê pê re çêkir.

Gelo ankêtên girêdayî encamên hilbijartinan ji bo we posîtîv in?

Hêviya me di bidestxistina  serkeftinê de mezin e, li gorî ankêtên ku îro têne çêkirin, îhtîmala  bidesxistina kursiyan di parlamana  eyalatê mezin e, lê divê em di kampanya xwe de  baş tevbigerên ji bo em vê serkeftinê  garantî bikin.

Pankartên we hinekî dereng hatine belavkirin di kolan û meydanên  Munster de, hem kêm in hem jî biçûk in, partiyên weke CDU, SPD, FDP û yê Keskan (Grun) reklama namezetên xwe  baş kirine, sedema vê yekê çi ye?

Piraniya alîgirên me ji çîna karkeran e, derfetên me yên aborî hindik in. Di partiyên din de kesên dewlemend pir in, ew jî di hikûmetê de cih digrin û gelek alîkarî distînin. Lê mesele ne bi pirbûn û  mezinbûna pankartan e, yên dengên xwe didin partiya me li mezinbûna pankertan nanirin, baweriya wan bi me nayê şikandin.

Partiya we bi awakî gîştî  ji bo pêkanîna Azadiyê, Aşîtiyê, Edaleta Civakî û Wekheviyê, tevdigere, Gelo ji bo kurdan Die Linke çi dikare bike?

* Emê li ser vekirina dibisitanan ji bo fêrkirina zimanê Kurdî bixebitin.

* Pêşkêşkirina Alîkariyê ji bo  malbatên xizanan û penaberan bi awakî gîştî, her wiha ji bo  bidesxistina hemwelatiyê û mafê runiştinê.

* Emê tevbigerin ji bo rawestandina vegerandina penaberan bo wan  welatan ku mafên Kurdan binpê dikin weke Suriyê û Turkiyê.

Banga we ji bo hilbijêrên Kurd çi ye?

Em ji hemwelatiyên esil Kurd li vê Herêmê  hêvî dikim ku dengên xwe bidin partiya me, em du namezêtên Kurd di Die Link de cih digrin di van hilbijatinan de, hevala me  Hamîde Akbayir namezeta partiyê li bajarê Kölnê û ez li Münsterê.

Her wiha daxwaza me ji bo runiştvanên Herêmê  yên Kurd ku reklama me bikin, ji bo hemû dost, meriv  û hevalên xwe re bêjin ku dengên xwe bidin partiya me.

Avesta / Zinar Ala

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s