Malpera Zarokname ji bo we û zarokên we

Foto: Ji malpera http://www.zarokname.com hatiye wergirtin

Malpereke nû ji bo zarokên Kurd re vebû. Malperka Zarokname bi wêne, dengê çîrokbêj û mûzîkê hatiye dewlemendkirin. Malper bi rengekî nûjen weşanê dike, mirov dikare gelek  çîrokan  bi riya vîdyo  temaşe bike, her wiha opsiyonên guhdarkirin yan jî xwendina çîrojê heye. Ne tenê zarok, her wiha kesên dixwazin kurdiya xwe baş bikin ew jî dikarin sûd ji vê malperê werbigrin.

Di «ZAROKNAME»yê de çi heye?

Xwediya malperê Aynur Bozkurt di nameya bixêrhatina mêvanan wiha dinivisîne:

• Hûn dikarin alfabeya kurdî, ku bingeha zimanê me ye, bi riya deng, nivîs û dîmenan bi awayekî hêsan hîn bibin.

• Hûn dikarin çîrokên klasîk ên cîhanê jî, ku di parastin û pêşxistina zimanê kurdî de roleke girîng dilîzin, bi kurdî bixwînin, guhdarî bikin û temaşe bikin.

Berhemên malpera «ZAROKNAME»yê, di encama xebatên min ên sê salan de derketin holê. Hin ji van berheman di navgînên medyaya kurdî de hatin weşandin. Lê bi avakirina malpera «ZAROKNAME»yê, min xwest van berheman baştir û zêdetir ragihînim we.

Bi silavên dostane, Aynur Bozkurt

Wergêr û mamosteya zimanê Kurdî û Fransî Aynur Bozkurt, gelek çîrokên klasîk ên cîhanê jî ji bo zarokên Kurd amade kirine.

Hêjayî gotinê ye ku Aynur Bozkurt pirtûkek  bi navê “Kesandina Lêkerên Kurmancî – Conjugation of the kurdish verbs” nivîsandibû. Pirtûk berî du salan ji aliyê Weşanxaneya Dozê ve, li Stenbolê hatibû çapkirin.

Alfabeya Kurdî û 20 çîrokên klasîk ên cîhanê di vê navnîşanê de:  http://www.zarokname.com/

https://zinarala.wordpress.com/

Advertisements

2 thoughts on “Malpera Zarokname ji bo we û zarokên we

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s