
Di meha nîsanê de helbestvana kurd Axîn Welat beşdarî şeva “P E N A B E R – Wêje û Sirgûnî” li bajarê Kopenhagen bû. Her wiha di programa şevê de gelek wêjevan û helbestavan hebûn:
Firat Cewerî, Nors Dorthe, Alan Pary, Jan Pêl Xorto, Niels Hav û Adil Erdem.
Hûn dikarin vîdyoya jêrîn de xwendina Axîn ji helbetan re temaşe bikin, her wiha di dawiya vîdyo de Axîn derbarê vê şevê û li ser rewşa zimanê kurdî li Suriyê nêrîna xwe dide.
Axîn Welat Kî ye?
– Axîn di sala 1970 de li Çiyayê Kurmênc gundê Kefercenê (Serêkaniyê) ji dayik bûye.
– Beşê wêjeya erebî, li zanîngeha Helebê xwendiye.
– -Bi erebî û kurdî helbestan dinivisîne, û ji bo gelek şev û festivalê helbestê hatiye vexwendin, hem li welat û hem jî li sirgûniyê.
– Berhehemên wê: “Helbestina bê ziman”, “Bayê Bakur” û di vê demê dawî de dîwaneke xwe bi navê “Noş” ji weşanên avesta derketiye.
https://zinarala.wordpress.com/