Serdeşt Osman: “Ez evîndarê keçeke Barzanî me”

"Serdeşt dengê me bû, em hîç bêdeng namînin"

Gelek malper û rojname vê gotarê bi zimanên cuda çapkirine, gelek rojnamevan dibêjin ku ev gotar bû sedemeke sereke ji bo kuştina rojnamevanê Serdeşt Osman. Fermo vê gotarê bixwînin û “guneha” vî rojnamevanî ciwan nas bikim.

“Ez evîndarê keçeke Mesûd Barzanî me”

Ez evîndarê keçeka Mesûd Berzanî me, ew zilamê ku li vir û li wir xuya dike û ji min re dibêje ez serokê te me. Belam ez hezdikim ku xenzûrê (xesû) min be, her wiha hez dikim bi bacanaqê Nêçîrvan Barzanî bim.

Eger ez bi zavê Mesûd Barzanî bim, emê meha hingivê li Parîsê derbas bikin emê serdana vîleya apê xwe li Amêrîkayê bikin. Ezê malê xwe ji belengaztirîn taxên Hewlêrê bibim havîngeha Serê Reş, cihê ku ji aliyê segên parastinê yên Amêrîkî û zêrevanên Îsraîlî tê parastin.

Ezê posta wezîrê pêşmergan bidim bavê xwe. Ew di şoreşa îlonê de cih digirt, lê ew niha maşê teqawîtê nastîne ji ber ku ew ne endamê Partiya Demokarê Kurdistan.

Birayê min yê bêşens, yê ku nû xwendina zanîngeh qedandiye û niha bêkar e û dixwaze bi alîkariya qaçaxciyan Kurdistanê berde, Ezê wî bikim serokê zêrevanên min.

Xweşka min ya ku ji çûyîna sûkê fedî dike, dê bikaribe erebeyên herî biha bajo wek çawa keçekên Barazaniyan dikin.

Ji bo dayîka xwe, ya ku bi nexwşiyên şekir, dil û hêzdana xwînê ketiye û nikare xwe li derveyî Kurdistanê tedawî bike, ezê du bijîşkên îtalî peyda bikim ji bo tedawîkirina wê di mala wê de.

Ji bo apên xwe, ezê hinek bîro û xanî vekim û wê, tevî kurxal û pismamaên min, bibin generalên mezin û serfermendar.

Belam hevalên min wê bêjin Sero de dev ji vê tiştî berde, xwe bi kuştin mede, ev malbata Mela ye (Mela Mustefa Baraznî). Ew dikarin her kesekî bikujin, û tekez wê bikin.

Min gote wan min ti dijûn nekiribûn, ez bi destika xencerê mela Mustefa son dixwim ku Îdrîs Barazanî ligel bavê min sê şevan li ser heman çiyayî mabû, vêca ji bo çi em behsa van tiştan nekin.

Mesûd Barzanî xwe serok dibîne, dixwezim jê bipirsim gelo di van 18 salên dawîn çend caran serdana Hewlêr, Sulaymanî û navçeyên wan kiriye.

Pirsgirêka min ev zilam e, Mesûd Barzanî,. Ji ber ku ew pir trîbal e (ji eşîret) pir bi xwe serbilind e heya dereceya ku kesekî ji derveyî aliyê Serî Reş nas nake. Bi çend tikandinan, ez bikaribim agahî li ser her hevsera serokekeî li cîhanê bibînim, lê qet nizanim xwesiya min çawaye.

Nizanim ezê kê bi xwe re bibim ji bo ez razîbûna Mesûd Barzanî bi dest bixim ta ku bi keça wî re bizewicim. Di despêdê d ez bi mela, çend rêzdarên temen mezin û çend kevnepêşmerge, lê hevalekî rojnamevan gote min ku divê ez çend hevkarên Seddam (caş) peyda bikin û ew kesên ku ligel Seddam beşdarî operasiyona Anfalê bûbûn, ji ber ku ew niha li dor Mesûd kom dibin û ew ji wan hezdike. Hevalekî din pêşniyar kiribû ku ez biçim yek ji van konferansên nû yên Nêçîrvan Barzanî û ez pêre bibim heval û ez bixwazim ku xêrekî ji min re bike. Lê eger ew nebû alîkar wê çaxê ez berê xwe bidim Deşnê ji ber ku pir tevlî wan dibe (tevlî malbata Barzanî) û dibe ku alî min bike.

Wergerandin:  Zinar Ala

Çavkanî

Gotara orjînal: من عاشقى كچەكەى بارزانیم

Versiyona înglîzî: I am in love with Massud Barzani’s daughter

Versiyona Erebî: انا اعشق بنت مسعود البرزاني

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s