Rûdawnet – Madrîd: Rêveberê Dîwana Serokatiya Hikûmeta Spanî bersiva da nameya ku ji serokê Hikûmeta Spanya José Luís Rodríguez Zapatero hatibû şandin derbarê rewşa girtiyên Kurd û yên ramanê li Suriyê. José Enrique Serrano Martínez di nameya bersivdayînê de diyar dike ku serokê hikûmeta Spanî ji ber rewşa girtiyan li zindanên Suriyê xembar e.
Martínez got: ‘’Suriyê welatekî ji me nêzîk û dost e, Spanya wê hemû fersendên ku di destê xwe de bikar bîne bo livandina rewşên mafên mirovan li pêşiya deshilata Suriyê ku hikûmet û welatiyên me xembar dikin.’’
Martínez wiha nameya xwe didomîne: Spanya, hem bi navê Yekîtiya Ewropa hem jî bi navê xwe, berê di gelek caran de înteresa xwe ji bo gelek parêstvanên mafên mirovan, her wiha ji bo girtiyên ramanê, nîşan dabû. Gelek ji van hewldanan encamên berçav girtin, em ji we re tekez dikin ku Hikûmeta Spanî dê şopandina haletên bixem yên mafên mirovan li Komara Erebî ya Suriyê bidomîne.’’
Tê zanîn ku kurdên Spanya di 29ê çileya paşîn de nameyek tevî 1075 îmze ji serokê Hikûmeta Spanya re şandin ji bo şopandina rewşa girtiyên Kurd û yên ramanê li Suriyê û ji bo ku zorê bide ser hikûmeta Suriyê bo azadkirina girtiyan.
http://www.rudaw.net/details.aspx?lang=Kurdi&page=articles&c=Cîhan&id=22304
Têbînî ji xwediyê blogê: Ji ber sedemên ewlekariyê navnîşana me di nameyê de hate jêkirin.
Nûçeyeke têkildar:
Kurdên Spanya ji “Serokatiya Yekîtiya Europa” re nameyek şandin
