Fûad Sîpan: Partiya herî xerab ji bo Kurdan û koçberan li Almanya Die Linke ye

Foto: gomanweb.com

Pêwîstî bi guhertinekê nû heye/ Fûad Sîpan

Kurdistaniyên hêja!

Beriya em li ser pêwistiya guherîneke nû bisekinin, hêjaye ku bi kurtasî hinekî li dîroka van 50 salên dawîn binêrin. Hingiya ez li xwe warqilîme, partî, rêxistin û saziyên Kurd di warê îdeolojîk de li hemberî civata Kurd bi taybet li Bakur ne li gor rewşa civatê tevdigerin, di nava çewtiyên siyasî de ne, ew partî, rêxistin û civata Kurd li hevber hev, ango li dij hev dimeşin. Civata Kurd civateke sade oldar û nîv feodal e, lê rêxistinên Kurdan hema hema hemû jî siyaseta çepîtiyê dikin.

Her çiqas bi saya tekoşîna bê westan îro beşek ne hindik bi tevgera Kurd re jî dimeşe, lê di rastiyê de ew ne di warê îdeolojî de ye, di warê neteweyî de ye. Civata Kurd çi misliman, çi Êzidî û çi jî ji olên din li Kurdistanê feodal, an jî muhafazakar-konzervativ in. Hê jî di nava civatê bixwe de guherînên wisa berbiçav, bi taybet pêk nehatine, çê nebûne. Civata Kurd civateke sade paqije, ol-dîn ji bo civata Kurd bûye edet, kevneşopî. Nêrînên radîkal yên olî û çepîtiyê ji derve de hatine empozekirin. Ango bi zor û hêza neyaran ketine nava civata Kurd. Meriv dikare bibêje heya salên 80-î jî civata Kurd civateke girtîbû. Loma civat bi îdeolojîyan şêlû nebûbû. Lê ji ber sedemên çûyîn, hatina zêde û derketina derve di pêy 12. Îlonê de rewş hêdî hêdî li Kurdistanê hate guhertin.

Di nava civata Kurd de hin pîvanên pir bi qîmet hene. Ew pîvanana pir baş û girîngin. Nabe meriv her tiştên feodal be jî bavêje, red bike. Hin tişt hene bi dîroka sedsalan û ya hezar salan ve girêdayîne.

Nêrîna çepîtiyê di destpêka salên 60-î de hêdî hêdî kete nava Kurdên Bakur. Partî û rêxistinên welatên pêşketî hin guherînan ji welatên din digirin, lê ne bi giştî wek kopya, li gor rewşa welat û civata milletên xwe bi kar tînin.

Lê mixabin Kurd bi rêya çepên Tirkan çepîtî kopya kirin û di Kurdan gerandin û hê jî ji wê rizgar nebûne. Di destpêka tevgerê de pir zehmet bû ku civata Kurd deriyê xwe ji nêrîneke dûrî pîvanê wê bû vebike. Rewş hê jî pir zelal nebûye. Çimkî beşek pir mezin ji civata Kurd dûrî tevgerê disekine û pir caran jî ji ber sedemên civakî, olî û berjewendiyên eşîrtî xwe mecbûr dibîne bi partiyên Tirkan re tevdigere.

Bê guman pir sedemên din jî hene. Gelo çima siyaseta Kurd di nava vê siyaseta cîhanê de bi taybet xwe nêzîkî siyaseta çepîtiyê girtin, çepîtî ji xwe re kirin wek şop. Bi raya min sedema here sereke ew bû, ku Kurd hêvîdar bûn û rizgariya welatê xwe Kurdistan di wê rê de didîtin, ango awat ew bû bi saye û alîkariya ew dewletên ji xwe re digotin sosyalîst û rizgariya hemû gel û netweyeyan diparastin ji bin bandora dijminên xwe xelas bibin. Lê di vir de divêt em bibêjin, ku ew dewletên ji xwe re digotin sosyalîst ti demê milletê Kurd wek netewe nedidîtin û daxwaza serxwebûnê ya ku wan ji milletên bindest yên din re dixwestin ji bo Kurdan ti demê nexwestin û di pê guherîna 90-î de hê jî naxwazin.

Pêwendiyên partiyên Kurdan bi wan dewletan re çê bûne, lê ne di asta bilind de, di asta nizim de pêk hatiye. Dê ne şaş be jî ku heger em bibêjin pêwendî di çerçova istixbaratên wan welatan û partiyên Kurd de maye. Ji wan welatan hinekan partiyên Kurdan ji bo xwe bi kar anîne. Arşîvên wan welatan vebûne, dibe ku rojek derfeta me hebe ku em li ser wan têkiliyan hin lêkolînan çê bikin. Kî çi dizane dê çi derê meydanê?

Cîhan di destpêka salên 90-î de hate guhertin, lê mixabin partiyên Kurd di pirsa çepîtiyê de nehatin guhertin û hê jî bi çar destan ve bi çepîtiyê ve hilbas bûne.

Bi bîr û baweriya min divêt a rast ewe ku em Kurd vegerin ser koka xwe, ango Konzervatîzma civata xwe û wê bi pêş de bixînin, bi hûmanîzma Kurdayetiyê modernîze bikin, herwisa li gor rewş, merc û şertên civata xwe siyaseteke modern û pêşkeftî bimeşînin.

REWAŞA KURDÊN DÎASPORA

Wek mînak, niha partiyên çep li Almanya werin ser desthilatê jî dê nikaribin ji bo Kurdan li Kurdistanê guherînan çê bikin.

Divêt em vê jî bibêjin, daxwaza çepgirekî Alman an jî Tirk ne wek ya çepgirekî Kurd e. Di daxwazan de pir cidahî hene. Lê çepgir li Ewropa bê hêzin. Ew werin ser desthilatiyê jî dîsa di pirsa çareserkirina Kurd de bê hêzin. Çimkî ew çareseriyeke ji dil ji bo Kurdan naxwazin, tenê niha li Ewropa, bi taybet li Almanya, li pê dengên Kurdan ketine, ku di hilbijartinan de bi ser bikevin.

Heger ji îro û pêve Kurdên dîaspora mezin bifikirin, dikarin bandora xwe li Ewropa li ser siyasetê baş bilîzin. Çimkî êdî Kurd xwedî dengin, ango di hilbijartinan de dikarin werêçdar bin. Lê ev tenê bi çepên Ewropa re nameşe. Muhafazakarên Ewropa stûna siyasetê di destê xwe de zeft kirine. Bêyî alîkarî û piştgiriya wan tişt nayên guhertin. Sosyaldemokrat, çep û partiyên kesk beriya hilbijartinan pir sozan didin, lê paşê li soza xwe xwedî dernayên. Pratîk û tecrûba me ya 30 salî li Ewropa viya nîşan dide.

Gelek zehmet e ku muhafazakên Ewropa di nêrînên xwe de guherînan çê bikin. Ev jî bi dîroka wan ya civakî û olî ve girêdayiye. Lê dema ew têgîhişin, ku guherînek pêwiste, ji ya xwe bi şûn de venagerin. Lê Sosyaldemokrat, partiyên çep û kesk ne wisane. Bazara wan û ya Ereban ne dûrî hev e. Dikarin îro pir bi hêsanî sozekî bidin û sibê wisa tevbigerin ku wan sozek wisa nedaye. Ew vê yekê li milletên xwe jî dikin. Loma baweriyeke pir xurt li Ewropa di nava milletên wan de heye, ku bi soz û peymana çepan nayê bawerkirin. Wek mînak beriya hilbijartinan dikarin pir bi hêsanî bibêjin, ku heger ew di hilbijartinan de bi serbikevin dê koalisyonê bi partiyên muhafazakar re ku ne li gorî siyaseta wanin çê nekin. Lê dema bi ser bikevin û ji wan re ji bo koalisyonê alternatîv nemîne, diherin bi wê partiya ku ew di dema hilbijartinan de li dij bûn koalisyonê çê dikin. Paşê jî ji xelkê re durûtî dikin û dibêjin, lê divêt ew di siyasetê de Kompromîsên-lihevkirinê çê bikin, bê Kompromîs nameşe. Ti îdeal û vîzyona partiyên sosyaldemokrat, kesk û çepan tine. Ew tenê dixwezin ji bo berjewendî û menfiatên xwe û hevalbendên xwe werin ser text.

Divêt Kurdên dîaspora jî ji îro û pêve rizgariya neteweya xwe biparêzin û hêza ku here xurt li Ewropa li kîderê ye li wê derê cîhê xwe bigrin ku ne tenê ji Kurdistanê re, herwisa ji Kurdên dîaspor re jî bi kêr werin.

Piraniya Kurdan li Ewropa li Almanya djîn. Li Almanya partiya here bi hêz jî partiya CDU – Christlich Demokratische Union (partiya Hevgirtina Filehên Demokratên Alman) ye. Jixwe CDU niha li ser texte. Waye CDU jî mecbûr maye deriyê xwe ji koçberan re vebike. Di dîroka Almanya de care yekeme ku partiyeke wek CDU koçbereka koka wê beyaniye li herêma Saksonya Jêrîn xiste wezîra koçberan. Ew partiya ku cara yekem li Almanya li herêma here mezin Nordrhein Westfalen wezareta koçberan damezirand dîsa CDU bû. Sosyaldemokrat û partiya keskan bi salan li ser text man, lê newêribûn gaveke wisa biavêjin.

Divêt Kurdên Ewropa vê şansa dîrokî ji destên xwe nerevînin. SPD-Sozialdemokratischen Partei Deutschlands (partiya Sosyal Demokratên Alman) di destên Kemalîstên Tirk de bûye wek lîstok. Tirk çi aqil bidin wan ew wisa dikin. Şansa Kurdan li wê derê tine. Partiya Die Grünen (partiya keskan) jî çar alî dilîze, siyaseteke bi îstiqrar nameşîne. Jixwe partiya çep Die Linke jî hê xewn û xeyalê sosyalîzmê dibîne, loma bi serketina vê partiyê jî pir dûrî aqilane. Ez ji sala 1996 heya 1999-an di nava SPD de mam û min ti feyda wê partiyê ji bo Kurdan nedît. Û ev bû saleke ez di nava partiya çep Die Linke de bûm. Ez pir baş têgihîştim ku partiya çep tenê li pê dengê Kurdan û koçberên dine. Ez dikarim li gorî ezmûnên xwe bibêjim, ku partiya here xerab ji bo Kurdan û koşberan li Almanya Die Linke ye.

Kurtasî, ez li gorî serpêhatî û ceribandinên xwe yên sî salî li Almanya bi kûrahiyan dilan di wê baweriyê de me, ku Partiya sosyaldemokrat, partiya kesk û partiya çep werin ser desthilatiyê, ser text jî dê ji bo Kurdan tiliyên xwe nelivînin.

Heger Kurdên Ewropa dixwezin bi zûtir pêşiya xwe ronî bikin, ji niha ve dîplomasî û lobiyeke baş amade bikin, ku welatê wan Kurdistan serxwebûna xwe bi dest bixe, divêt bi çalakî têkevin partiyeke wisa ku bi hêz û xwedî soz û peyman be.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s