Turîzma li Efrînê geş dibe

Efrîn, 31 Gulan (AKnews) – Ev çend meh in û liv û tevgera xizmetguzariyê li navçeya Çiyayê Lêlûn ya girêdayî herêma Efrînê zêde bûye. Sedema vê yekê jî nof û refên hecê yên serdana gora Qeşeyê Maroniyan Sant Mar Maron e.

Basûtê ‬Efrîn1Di vê çarçovayê de parêzgarê Heleb Elî A. Mensûre di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku ew amadekariya xwe dikin ji bo veguhastina navçeyê bo devereke geştûguzarê li gor rêpîvanên navneteweyî, û ji bo vê yekê, ew veberhênanên pêwîst dikin wek hotêl, xwaringeh, kafeterya, restutard, park û hwd.

Derbarê bayexdana bi deverê, AKnews bi endamê şaredariya gundê Beradê yê serpereştiya projeyên han dike re axivî.

Endamê şaredariyê ku nexwest navê xwe bi temamî bêje S. H. wiha got, “Berî sala 2002’an tu kesî bi gundê Beradê nebîstibû, lê belê piştî dîtina gora Sant Mar Maron li Beradê û lidarxistina rêwresmên bîranîna damezrînerê tîreya Maronî Sant Mar Maron, bayexpêdan û çavdêrî ji nişka ve zêde bû. Berî çend salan xizmetguzarî li deverê pir kêm bû, lê niha hemû tişt heye, rêk fireh bûn, xwaringeh vedibin, park çêdibin, çunku dever bûye cihekî girîng ê geştûguzariyê”.

Basûtê ‬EfrînS. H. wiha domand, “Xelkê deverê dê gelek sûd werbigrin, çunku derfetên kar ên zêde bibin, her wiha hemû pêdiviyên xizmetguzarî dê misoger bibin, berê budça me tenê 4 milyon bû, lê niha 140 milyon hatiye terxankirin ji bo proje û avedanên li deverê”.

S. H. bayexpêdan wiha şîrove kir, ” Îsal di rêwresmên bîranîna 1600 saliya Mar Maron de, gelek parlamenter, siyasetvan û berpirsên Lubnanî amade bûn, wek endamê parlamentoya Lubnanî general Mîşêl On û serokê berê Êmîl Lehûd, hwd”.

Ka çi girîngiya geştûguzariya deverê heye, AKnews ji pisporê şûnewarnas M. Arif Yûsif pirs kir.

Yûsif wiha got, “Li navçeya Çiyayê Lêlûn gelek şûnewar hene, ya herî navdar Keleha Semaan e, ku gelek geştiyar ji derveyî Sûriyeyê serdana wê dikin, lê belê ev çend sal in geştiyar berê xwe didin Beradê jî, nemaze xrîstiyanên Lubnanî”.

Yûsif got, “Hemû cihên Çiyayê Lêlûn xwedî nirxeke şûnewarî ne, wek gundên Berad, Kîmar, Aqîbê, Kefer Nebo, Xirab Şemsê, Birc Hêder, her wiha Kalotê ku ta niha paşmayên Keleha wê ya ku vedigere sedsala (5’em z) hene”.

Berad1Yûsif bêtir agahî derbarê Gundê Beradê û Kenîseya Julyanos ya gora Mar Maron tê de ye anîn ziman, “Gundê Beradê 15 km li başûr-rojhelata bajarê Efrînê dikeve, hejmara xelkê wê nêzî 1200 kesî ye, berî sala 2002’an piraniya wan di çandin û xwedîkirina keriyên pez û naxirên manga de kar dikirin, lê niha hejmareke mezin ji wan ev kar berdaye, çunku projeyên bazirganî li deverê tên avakirin”.

Yûsif didomîne, “Niştecîbûnê ji sedsala 2’ê zayînî li Berdê destpê kiriye, ku gelek şûnewarên wê demê hîn li nav gundê niha de hene, weku serşok, dîkan, her wiha goristan, vêca  ji sedsala 4’em de Berad bûye bajarê herî mezin û navenda rêveberiyê li Çiyayê Lêlûn”.

Derbarê perestgeh û kenîseyên li Beradê Yûsif wiha ravedike, “Li navenda gund kenîseya Julyanos heye ku di rêza 3’em de ye ji nav mezintirîn kenîseyên Sûriyeyê de piştî Semaan û Kirantîn ya li Mierit Elnoman e, kenîsa navbera salên 399-402 zayînî hatiye damezrandin ku şûna wê berê perestgeh bû”.

BeradYûsif wiha didomîne, “Keşeyê Qoreş (Nebî Horî li bakûrê Efrînê ye) Tîodorîtis di pertûka xwe ya bi navnîşana (dîroka pêxenberên Xweda) sala 444 zayînî, di derbarê Mar Maron de wiha dibêje, di sala 410 zayînî laşê Mar Maron hate kenîsê û gora wî li wê derê de ma, lê belê cihê ku Mar Maron lê dijiya keleha Kalotê bû, lê dema ew mir xelkê Beradê laşê wî anîn û di kenîsa Julyanos de spartin, çunku wan hizir dikir ku pîroziya Maron dê xêr û ber be bo wan”.

Di dawiya axaftina xwe de Yûsif dide xuya kirin, “Ji sedsala 7’em de Berad bûye navendeke bazirganî girîng û çandina zeytûn, tirî, tene û hemû berhemên çandinî fireh bû, û di sadsala 10’an de bûye bingeheke parêzvanî ya Bîzentiyan”.

Xalê Memo xelkê gundê Beradê ye, ser geşbûna tevgera geştiyarî li Beradê wiha ji AKnews re axivî, “Karwanên otomobîlan êdî qutnabine, her roj komên kirîstiyan serdana gund dikin, çunku gora keşeyê wan Maron li cem me derket”.

bradXalê Memo wiha didomîne, “Em hêvîdar in projeyên xizmetguzarî çêbibin ku gencên deverê karibin tê de kar bikin, çunku ew neçar dibin bo koçeberiyê ji ber nebûna derfetên kar, 2 kurên min li Helebê kar dikin, lê niha dibêjin derfetên kar ê pir bibin, û ew dikarin vegerin li vir bixebitin”.

Hêjayî gotinê ye, berî demekê rêxistina neteweyên yekbûyî bo perwerde, zanist û ronakbîriyê (UNESCO) Berad tevî 5 gundên din li Çiyayê Lêlûn xistibûn nava kelepûra cîhanî de.

çk AKnews

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s