Kurdekî ji Efrînê dibe balyozê Sûriya li Spaniya

Şam, 5 Hezîran (AKnews) – Hate zanîn ku serokê Sûriyeyê Beşar el-Esaed biryara destnîşan kirina Husam Eldîn Ala weku balyozê Sûriyê li Spaniya derxistiye.

Li gor agahiya ajansa nûçeyan ya sûrî SANA wiha tê gotin, “Biryara destnîşan kirina Ala weku balyoz, di meha gulanê de, di heman dema serdana wezîrê derve yê Spanî Miguel Angel Moratinos ji Şamê re hatiye derxistin”.

Her wiha hate ragihandin ku roja pênşema borî, Husam Eldîn Ala sonda yasayî li pêşiya serokê Sûriyê xwendiye, piştre Beşar el-Esed pêşwazî li bayolz Ala kiriye û daxwaza serkeftinê jê re xwastiye.

Debarê destnîşankirina balyozê nû de, AKnews bi rojnamevanê Kurd li Spaniya Zinar Ala re axivî û hin agahî sebaret balyozê nû jê wergirtin, Zinar Ala wiha da xuya kir, “Balyoz Husam Eldîn Ala Kurd e, ji gundê Mabeta yê girêdayî herêma Çiyayê Kurmênc (Efrînê) e”.

Zinar Ala wiha domand, “Baylozê Sûriyê yê nû li Madrîdê  Husam Eldîn Ala li zanîngeha Helebê beşê wêjeya zimanê Înglîzî xwendiye, her wiha di gelek postên diplomasî de cî girtiye, weku li şandeya  hemdemî ya Sûriyê li navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê 5 salan cî digirt, her wiha bo çend salan  li Geneva karê diplomasî kiribû, û di van 4 salên dawîn de jî posta Birêvebirê Nivîsgeha Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Elmiqdad digirt”.

Hêjayî gotinê ye ku ev salek e û posta balyozê Sûriyê li Spaniya vala maye, her wiha çaverê ye ku di meha hezîranê de, civîna notkeya yekîtî bo derya Sipî ya ku hemû welatên Yekîtiya Ewropî (YE) û yên derdora derya Sipî tê de endam in, li bajarê Spaniya Barcelona bête lidarxistin, lê belê helwesta Sûriyê hîn ne zelal e, ka ew ê beşdar be yan na, çunku Sûriyê nerazîbûna xwe derbarê beşdariya Wezîrê Derve yê Îsrailê Avîgdor Lîberman derbirî bû.

çk AKnews

http://m.aknews.com/ki/aknews/4/152251/

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s