Li Kerkûkê ji ber arîşeyeke malbatî jinekê xwe şewitand

Jineke 40 salî benzîn bi xwe de kir û agir berda laşê xwe û piştî demeke kurt jiyana xwe ji dest dan.

Duhî sibehê li nehiyeya Tazeyê ya Kerkûkê ji ber arîşeyeke malbatî jineke 40 salî ya bi nave E. M xwe şewitand.

Çavkaniyeke agahdar ji malbata E.M’yê ji Warvînê re ragihand ku jina ku xwe şewitandiye berdewam digel mala xezûrê xwe arîşe hebûye û piraniya arîşeyan ji aliyê malbata xezûrê wê ve dihatine çêkirin.

Wê çavkaniyê got:”Duhî sibehê dema ku malê xezûrê wê li mala wan bûye, dîsa mineqeşeyeke wan çêbûye. Wê jî benzîn bi xwe de kiriye û agir berdayê laşê xwe. Kesek jî amade nebûye ku destê wê bigire û nehêle ku agir berde bi laşê xwe.”

Hate ragihandin ku ji %100’ê laşê wê jinê şewitiye û canê xwe ji dest daye.

Ev bûyer di demekê de ye ku raporên Rêvebiriya Şopandina Tundûtujiya Li Hemberî Jinan ku amarên fermî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, wê yekê piştrast dikin ku rêjeya şewatindin û xweşewitandina jinan li Herêma Kurdistanê bi berhevdan digel salên bihurî zêdetir bûye.

Ji aliyeke din ve rêvebira Rêvebiriya Giştî ya Şopandina Tundûtujiya Li Dijî Jinan Kurde Omer di hevpeyvîneke digel kovara Warvînê(hejmara 20) de aşkere kir ku rêjeye şewatê li herêma Kurdistanê bilind e û herweha veneşart ku ji %10’ê jinên li Herêma Kurdistanê dişewitin.
Warvin

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s