Cizîr e Cizîr e mamanî, mamanî, mamanî (Stran)

Di sala 1997 cara yekemîn bû dema ez bi mîkrofonê derketim pêşberî cemawerekî mezin, wê çagê min sala yekemîn di fakulteya aborî de li zanîngeha Helebê dixwend, dema buharê bû eger ez ne şaş bim jî 17ê nîsanê bû, roja ku ji aliyê xwendekaran tê hilbijartin ji bo seyrana wan yê salane. Cihê konserê jî li gundê Şîtko bû ya girêdayî nahiyeya Mabeta li Kurdaxê.

Em gelek diwestîn ji bo peydakirina gotinên stranan, me bi dehan car guhdarkirina stranan dubare dikir ta ku em stranê baş fêm bikin, wê çagê me stranên koma Brxwedan û berhemên NÇMê (Navenda Çanda Mezoptamiya) dixwendin, lê hin car hevalê me di koma xwendevanan de Hozan Rubar kasêtên van koman peyda dikir, ku têde tekstên stranan nivîsandî bûn, û wiha em ji astengiyên têgihîştina stranan vedihesîn.

Îro ez rastî strana Mamanî hatim, ez li teksta wê di nav peilkên înternetê de geriyam lê min tekst nedît, rojên berê hatin bîra min û min got ka em teksta vê stranê ji ciwanan re binivisînin, belkî sûdê jê werbigrin.

Deng: Beser Şahîn
Gotin û mûzîk: Gelêrî / Herêma Botan
Çavkanî: Sosin

Cizîr e Cizîr e mamanî, mamanî, mamanî
Cizîr e Cizîr e, zeriyê ordêlanî
Pişkûk bîst û şeş e, mamanî, mamanî, mamanî
Lawkê min kêfxweş e, mamanî, mamanî, mamanî

Cizîr e berê sor e mamanî, mamanî , mamanî,
Cizîr e berê sor e, mamanî, mamanî , mamanî,
Pişkûk min dormende, mamanî, mamanî , mamanî,…..zeriyê ordêlanî
Lawikê min pispor e mamanî, mamanî , mamanî,….zeriyê ordêlanî
Cizîr e berê spî, mamanî, mamanî , mamanî,
Cizîr berê spî ye mamanî, mamanî , mamanî
Pişkûk sed û sî ye mamanî, mamanî , maman…. zeriyê ordêlanî
Lawikê min cindî ye mamanî, mamanî , mamanî,……. zeriyê ordêlanî

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s