Ciwanên Alman serkeftina Serbistanê pîroz kirin (Foto û Vîdyo)

 

Ludgeriplatz / Münster (Foto: Z.A)

 

Duh dema ez diçûm cihê karê xwe di Call Center de ez rastî dîmenên balkêş hatim, baran bi ser bajarê Münster ve dibariya û komek ji ciwanên Alman li meydana Ludgeri (Ludgeriplatz) li hev kom bûbûn, alên almanî bilind rakiribûn û li ser rûyên xwe jî çap kiribûn.

Min biskêlêta xwe danî aliyekê û min dest bi kişandina wêne û vîdyoyan kir, her wiha wênekêşekî profesonel  û kamîreya televîzyonekê van dîmenan dikşandin.

Ciwanan ji bo çend xulekan astengî danîn pêşiya trafîkê, hemû di bin peykerên hesp û çêlekê de direqisîn, bîra û şerabê vedixwrain, li ser xwe û li ser erebeyan jî direşandin. Polîsê Alman bûyer ji nêz ve dişopand lê nêzîkî ciwanan nebû.

Keçek û xortek slogan bi riya mîkrofonê digotin, ciwanên din jî heman slogan dubare dikirin, slogana “Deutschland Deutschland” bilind radibû. Her wiha di nav wan alan de alekî din hebû, keçeke reş û bedew wê alê li ser pişta xwe danîbû û tevî alê direqisî. Min nizanî ew al ya kîjan welatî bû.

Piştre ez li bisklêta xwe siwar bûm û min berê xwe da Call Center, li ser rê gelek ciwanan alên Almanya ji penceryên erebeyên xwe derxistibûn û nîşanaên serkeftinê dikirin.

Di cihê kar de min ji hevalan re got ku li meyadana hesp û çêlekê ciwanan serkeftina almanya pîroz dikirin. Ji min re gotin serkeftina çi? Tu şaşî, Alamnaya 0-1 li hemberî Serbiya wendakir. Min jî got: Ach so (dîmek wisa ye). Wê çagê min nas kir ew ala Serbistanê bû.

Gelo mebesta van ciwanan çibû ji bo pîrozkirina wendakirina tîma xwe?
Ku tîma wan baş dilîst lê şans tune bû û lîskê wenda kir, yan jî xemnake me wenda kir lê dîsa hêvî heye ku em di pêşbirka kopaya Afrîkayê heya dawî berdewam bikin.

Mebesta wan çi be bila bibe, li sûna qehr û şîniyê dîsa baş e ku mirov wendakirinê pîroz bike, ji ber ku gihştina tîmekî ji mudiyala cîhanî re bi xwe serkeftinek e.

 

Ludgeriplatz / Münster (Foto: Z.A)

 

 

Ludgeriplatz / Münster (Foto: Z.A)

 

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s