Ayşe Şan kî bû? (Wêne, vîdyo, hevpeyvîn û dokumenter)

Nemir Eyşe Şan

Eyşe Şan serhildana jina kurd li hemberî kevneşopiyên civakê yên feodal bû. Eyşe Şan, Eyşana Elî, Eyşe Xan… Ev navên ku hunermenda mezin pê hatibû navkirin.

Eyşe Şan di sala 1938’an li Kurdistana navendî, bajarê Ameda şewitî, çavên xwe li cîhaneke bi kul û êş û derdan û xeman tijî vekir. Di nava malbateke girtî û di nava pîvanên olî de mezin bû û perwerdeya xwe jî li ser hîmên olî dît. Bavê Eyşe Şanê bixwe jî dengbêjekî dengxweş bû… Her şev civata dengbêjan li mala xwe dicivand û heya sibê rê li pêşiya dengê qulungî vedikirin û kilam digotin. Eyşe Şana biçuk jî, di quncikekî malê de, bi dizîka li vê civata xweşbêjan guhdarî dikir. Kilama bavê wê ya “Bê Mal” pir bandoreke mezin li ser ruhê keça ciwan dikir. Eyşe Şanê bi xwe jî kilam digotin; kilamên destpêkê yên Mewlud “stranên olî” gotin, piştre jî keça ciwan derbasî stranên hestdarî û evînî bû. Di demeke kurt de, bavê Eyşanê ji vê cîhana şewitî û bêrehm bar kir, Eyşana xwe ya bask şikestî û dilşikestî bê pişt hişt.

Eyşana 9 salî, di bin barê jiyanê de dinalî û nalînên wê weke lehiyên gotinan ji kûrahiya dilê wê yê narîn derdiket. Nalîn dibûn stran û awazên xwedawendî, weke bawişkên biharê dipenîn… Lê dengê wê li dîwarên zindana mezin a bi navê „Kurdistana Şewitî û Qedexekirî“ diketin û dîsa dengvedana wan di ruhê Eyşana kubar de vedigeriya û di bêdengiyeke goristanî de winda dibû…

Eyşanê vê carê pişta xwe da meskenê kul û derda „Diyarbekir“, buxçika çîrokên êşê û jîna bi azar hilgirt û koçî bajarê kurdan Dîlokê kir. Li bajarê Dîlokê, Eyşanê dest û zendên xwe hilmaland û dest bi têkoşîna jiyan û hunerê kir. 2 salan li ser hev bi zimanê tirkî „wê demê jî kurdî qedexebû“ di radyoyê de stran gotin. Her diçû û navê Eyşe Şanê yê hunerî bilind dibû, êdî bajarê Dîlokê nikaribû daxwazên Eyşe Şanê têr bikin.

Di sala 1963’yan de, berê xwe da bajarê huner û çandê Stenbolê… Li Stenbolê, êdî rê li pêşiya Eyşana Elî nedihat birîn! Li wir bi zimanê kurdî û tirkî jî, bi dehan konserên mezin û şahî pêşkêş kirin. Jixwe bi strana xwe „Ez Xezalim“ nav û dengê wê wek stranbêjeke kurd bilind bû. Di demeke kurt de, kaseta xwe ya destpêkê (bi kurdî û tirkî) tomar kir. Bi vê kasetê jî nav û bangê wê sînor derbaskirin û heman di hemû Kurdistan û derveyî Kurdistanê de belav bû. Vê yekê jî hişt ku gelek kes bixwazin ku ked û navê Eyşe Şanê ji xwe re bidizin û wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Êdî li derdora wê tiji gurê çavbirçî bun! Vê rewşê jî Eyşe Şan pir xemgîn dikir û ditirsand. Ji bo ku rêwîgeha xwe ya hunerî bidomîne û dengê gelê xwe yê bindest bigihîne cîhanê, berê xwe da Ewropa û li Almanyayê xebata xwe ya hunerî domand. Lê li wir jî sultanê êş û xeman, kul û derdan bi yaxa Eyşe Şanê berneda. Her diçu û qedera bêbext, dilê wê bi pençên xwe yên qirêj diguvaşt. Keça Eyşe Şanê ya bi navê Şahnaz ku 18 mehî bû, mir.

Eyşe Şan di ciwaniya xwe de

Were yar… Qederê yar Qederê şer bikim mîna qederê xelkê tu ji min re nebû yar
Te ez kirim peyakê rêdûrê westiyayî peyayê piyadar
Tu bû siwarekî bi rim û bi mirzaq
Li ser pişta sêwîxelqê bûy siwar
Yar yar yar qederê
tuyê li dawiyê bûye gurekî
siba tu birçî ye har yar yar yar…

Dîsa jî hunermenda dilşikestî û hembala kul û derdan vegeriya Stenbolê. Vê carê jî li Stenbolê nikaribû rehet bixebite. Ji ber stranên kurdî her roj, ji aliyê sîxurên dewleta faşîst ve dihat tirsandin.

Di sala 1979’an de, Eyşana Elî derbasî Bexdayê bû. Bi alîkariya hin dost û hevalan, wê çend stranên xwe di radyoya Dengê Bexdayê (beşê Kurdî) de tomarkirin. Pişt wê jî, yek ji evîndarên dengê wê yê narîn, ku serokê bajarê Hewlêrê bû, Eyşana-Elî dawetî Hewlêrê dike. Di dema jiyana Eyşe Şan (li Başûr bi navê Eyşe Xan dihat naskirin) du hunermendên kurd ên herî mezin dîtin „Mihemed Arif Cizrawî û Îsa Berwarî“. Di demeke kurt de di nava wan de hevaltiyeke pir mezin çêbû. Bi hev re gelek konser û stran gotin. Êdî wisa lê hatibu ku M.A. Cizrawî, çend stranên xwe li ser evîna Eyşe Xanê re saz kiribûn. Mînak strana „Lê lê lê wayê. Eyşanê lê wayê, çav biçûkê lê wayê….“

Di vegera xwe ya Tirkiyeyê de, cara duyem zewicî, vê carê du kur û keçek anî. Lê demek derbas nebû ku zarokê wê jî ew terk kirin û bi tenê hiştin.

Dayika xwe nedît

Eyşe Şan (1938 Amed-18.12.1996 Îzmîr) Foto: kommuzik

Eyşana dil bixem, nikarîbû vegeriya mala bavê xwe ya li Amedê; ji ber ku bira û mirovên wê soz dabûn ku wê bikujin. Ji ber ku li gorî kevneşopiyên wan pir şerm û bêvariyê ku jinek stranan di civata mêran de bibêje.

Tenê dayika wê jê re dibû pişt û heval. Lê piştî ku dayika wê jî mir, wê nikarîbû ku biçe ser cenazeyê dayika xwe. Berî mirina dayika wê, xwest ku keça xwe cara dawiyê bibîne, lê kurên wê, ev daxwaza dayika xwe bicih neanîn. Wan soz dabûn ku lingê Eyşanê, nekevê deriyê mala wan.

Wisa jî, dayika Eyşe Şanê bêyî ku keça xwe bibîne mir. Bandora vê bûyerê li ser Eyşe Şanê pir mezin û bişewat bû. Di dilê wê de kaniya êş û xeman vebû.


Dayikê qurban ava çemê Diyarbekir îro diherike leme leme eeee
Dayikê qorban pêl li pêlê dixe davê keleme
Wele îro dayika min nexweşe waya min turine
Hêsirên çavên min dêrana xwedê weke baranê biharê diherike, nasekine
Hey wax dayê xerîbim dayê, hey wax dayê nemînim dayê,
Hey wax dayê bêkesim dayê, bê te kesê min nemaye li vê dunyayê ez bimrim dayê

Dema ku Eyşe Şanê ev stran distirand, bi kelogirî, bi şewat û ji kûrahiya dilê xwe yê xemgîn û digot. Êdî Eyşe Şana deng pîroz, weke bilbileke bêkes, nexweş, feqîr û bêpişt ma. Êdî dilê wê nikarîbû ev qas êşê rake, êşên wê, êşên Kurdistaneke birîndar bû, welatekî zindan, qedexekirî û bi ax, nalîn û ah bû. Dengê Eyşe Şanê jî, nalîna hemû jin û dayikên kurd yên dilkeser bû… Ew bûbû wijdan û qîrîna hemû evîndarên ku negihiştibûn mirazên xwe bû… Dengê Eyşe Şanê, dengekî xwezayî, resen, pak û azad bû, dengekî muzîkal, zîz û bi awaza jiyanê mijt bû… Di dengê wê de, hemû rengê kevala (levha. tablo) jiyana kurd û Kurdistanê bû.

Stran û dengê Eyşe Şanê, hem dibû daberîna (îfade) êş û azarên kurdan, hem jî dibû dengê şahî, dîlan û keyfxweşiyên wan. Hem kurd li ber stranên wê yên xemgîn, digiriyan û hem jî bi stranên wê yên şad re dîlan digerandin. Di aliyekî din de jî, di stranên Eyşe Şanê de, cihekî mezin ji êş, hêvî û rewşa jina kurd û pirsgirêkên jiyana jinê digirin. Hem jî, wesfa bedewtî, dilsozî, evînî û lehengtiya jina kurd jî di stranên xwe de destnîşan dike. Sedema zorahiya jiyana kurdan jî wisa diyar dike: „Derdê bindestiyê pir êş û eleman diafirîne û eger welatekî me yê azad hebûya yê gelê me jî bêtir qîmeta nirxên xwe bizanîbûya, em ê bibin fedayê bindestiya gel û welatê xwe“.

Çend stranên Eyşe Şan

LÊ LÊ BÊMAL

Lê lê bêmal, lê lê bêmal, lê bê mal, lê lê bêmal

Ezê te ji hevesa dilê xwe re te aşne bikim

Lê bêmal,

Lê bêmal tu ne dirêjî

Ji hevesa dilê xwe re

Mantokî bajarî ji li bejna te kim

Lê lê bêmal

Sewdaliyê çavê te me

Oy, oy, oy, oy, oy, oy, oy, oy, oy

Ez heyrana bejna te me

Wîîîîîîî, wîîîîîî , wîîîîîîî

Lê lê bêmal, lê lê bêmal

Lê bêmal tu ne sêvî

Ji sêvê Meletyê

Ez ê te sal û donzde meha

Te di paşila xwe kim de bigerînim

Lê bêmaê………..

Lê bêmal ez a roka remazanê

Sahur û fitara xwe bi te vekim

Lê lê bê mal

Sewdaliya çavê te me

Wîîîîî, wîîîîîîî, wîîîîîîîîî

Ez heyrana bejna te me

Oy, oy, oy, oy, oy, oy, oy

„Lorkê lorkê“, „Dayikê Qurbanê“, „Qederê yar“, „Cemîle here were“, „Xezal Xezal“, „Lê lê dînê“, „Memir memir“, „Xivşê“, „Kirasê te melese“, „Yar Meyro“, „Derdê Hewiyê“, „Hepsîyo“, „Min tu dibu“, „Memê Alan“, „Nazliyê“, „Wey Saliho“, „Werin Werin Pêşmergeno“… û hîn jî bi dehan stranên din yên ku bi dengê wê yê zîz-zelal, di nava gelê kurd de belav bûne. Piştî ku şoreşa Kurdistanê bilind bû, hêviyeke mezin di dilê Eyşe Şanê de çêbû û çend stranen xwe li ser şoreşê gotin.

Hunermenda ku wek mêvana dîroka huner û strana kurdî ya resen bû, bi tenê jiya, piştî nexweşiyeke dirêj û giran (pençeşêr), bêkes, di nexweşxaneyekê de dima. Kêm kesan serlêdana wê dikir, vê jî hestên tenyamayînê di dil û mejiyê wê de dikelandin. Çi mixabin ku hunermendeke me ya wisa bi qedr û qîmet, têkeve rewşeke wisa belengaz. Di wê nexweşxaneyê de, Eyşe Şanê rojên payîza jiyana xwe ya xemgîn dijmartin û berve dawiya bêdawî de gavên lezgîn diavêtin.

Hasan Akbal li cem gora Eyşe Şanê

Li bajarê xerîbiyê Îzmîrê, roja 18’ê kanûna 1996’an, çavên xwe ji cîhana şewitî girtin û çû ser dilovaniya xwe… Bêyî ku çavên wê di bênahiyên xwe yên dawî de, tu kesî ji evîndar û heyranên xwe bixemilîne… Bi tenê bû, bi tenê çû … Ne dost, heval û heyran li ber wê hebûn… Belê evîndara hezara bêkes, li nexweşxaneyeke jibîrkirî, tev keser û êşên xwe çû

Ew çû, bi hezaran awazên dengê wê yê bilbilî di dilê kurdan de weke destmalek ku birînên dilan derman dike maye. Bi tenê çavên xwe girtin, lê niha jî di mejiyê her kesî de jiyan dike. Hunermendên me kurdan, bi taybetî jî yên jin, her tim bêxwedî bûn, bêkes û bêpişt bûn… Lê êdî ew zeman bê veger çû…

POLAT CAN

Çavkanî:

1- Kovara Sorgul, hêjmara 11, 1998.
2- Kovara Huner, hêjmara 2, 1998,99.
3- Rojnameya Mezopotamya,
hêjmara 19-an, 2003.
4- Hevpeyvîna bi keça Eyşe Şanê (Yasemîn)re.

Çavkanî: YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

.

 

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s