Siyasetvan û nivîskarên Spanî azadiya Kurdê ku sol avêtibû Erdogan dixwazin

Hokaman Cuma / Foto: EFE

Kesayetiyên navdar di civaka spanî de ji cîhana siyasî û çandî wek nivîskar Luis García Montero, listîkvan Willy Toledo û parlamanter Manuel Sánches Gordillo tevî gelek kesayetiyên din îmzeyên xwe danîbûn ser belavoka ku azadiya Kurdê ku di 22ê sibata bihorî de sola xwe avêtibû serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan.

Ajansa nûçeyan yê spanî EFE di nûçeyeke xwe de diyarkiribû ku belavoka destekirina azadiya Hokman Cuma li pêşiya konsolxaneya Tirkiyê li Sevilla ji aliyê endamên Komelya Destekirina Mafê Mirovan ya Andalusiya hatibû xwendin.

Xwediyên îmzeyan xembariya xwe derbarê domandina mayîna ciwanê Kurd Hokman Cuma di zindanê de nîşankiribûn.

Kesên îmzevan di balavokê de dibêjin: “Hokman Cuma di van mehan de di zindanê de dimîne bêyî ku ti gunehan bike, ne jî ku metrisiya reva wî hebe, navnîşana mala wî jî naskirî ye, kontrakt û maeşekî wî hebû wek her xebatkarekî, zindankirina wî berî roja dadgehkirinê biryarekî ne di cihê xwe de ye û ne li gorî yasyayê ye”.

Xwediyên îmzeyan dadgeheke adil ji Hokman re dixwazin tevî hemû garantiyan, her wiha bal kişandin ser sertiya hikûmetên Tirkiyên û Suriyê li dijî kurdan û binpêkirinên sîstîmatîk yên mafên mirovan li wan welatan.

Ji aliyekî din ve Grupa 17ê adarê, li ser navê Hokman Cuma, li dijî zêrevanê serokwezîrê Tirkiyê, doz vekir ji ber ku  mafê azadiya ramanê yê Hokman Cuma binpêkiribû, ji ber ku zêrevanê Erdogan  xwe avêtibû ser  Hokman û devê wî bi sertî girtibû dema diqêriya Viva Kurdistan (Bijî Kurdistan).

Zêrevanê Erdogan nahêla ku gotina “Bijî Kurdistan” deng bide / Foto: Publico.es

Berî vê jî Hokman di hevpeyvînekê xwe de ligel rojnameya Publico li ser pirsekê pirsekê derbarê wergirtina alîkariyek ji revedna kurdî li Spanya gotibû ku ew ji bilî alîkariya hevalekî Kurd û Komeleya Destekirina Mafê Mirovan li Andalusiya ti alîkarî an jî piştgirî wernegirtiye.

Hokman di heman wê hevpeyvînê de gotibû: “Dema ku mirov mafên netewekî bibarêze ew wek çalakvanekî mafê mirovan tê dîtin, û dema tu Kurd bî, tu bixwazî nexwazî tu êdî çalakvanê mafê mirovan e, ev tişt di xwîna te de ye”.

Ciwanê Kurd yê ji herêma Kobanî ji rojnameya spanî re derbarê egera şandina wî ji bo Suriyê re gotibû: “Eger Spanaya min bişîne Suriyê fermana mirina min derdixe, ezê nebim Kurdê yekem ku bi îşkencekirinê tê kuştin”.

Dadgeha Hokman Cuma wê li mehkemeya cezayê hejmar 11 ya Sevilla di roja duşemê de bê lidarxistin. Dozger dê sê sal û heyşt meh cezayê hebsê jê re bixwaze ji ber gunehên li dijî civaka navenetwî, êrîşa li dijî deshilatê û berxwedana metirsîdar, her wiha egera cezaya  şandina Hokam ji Suriyê re di rojevê de ye.

Hêjayî gotinê ye ku avêtina solê li dijî Erdogan gengeşiyeke mezin di radyo, televîzyon û rojnameyên de çêkiribû. Hokman bi kiryara xwe bal kişand ser doza Kurdan û civaka Spanî bi navê Kurdistan naskirin da.

Gengeşiya dosya Hokman hîn neqediya, roja duşemê wê dîsa di media spanî de zindî bibe.

https://zinarala.wordpress.com/

Nivîseke pêwendîdar:

“Bijî Kurdistan” û pêlava li dijî Erdogan

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s