“Şandina min ji Suriyê re tê wateya mirina min”

Foto: Efe

Hokman Cuma, xortê ku  di sibata bihorî de pêlava xwe avêtibû Erdogan, ji nê ve bû mijara media Spanî, gelek malper, rojname û ajansên nûçeyan li Spanya nûçe li ser dadgehkirina wî weşandin.

Mezintirîn rojnameyên Spanî El País di malpera xwe de nivîsandibû “Kurdê ku sol avêtibû Erdogan dibêje qewtandibin tê wateya mirinê”.

Ciwanê 27 salî û ji herêma Kobanî, bi qemîsekî spî-hêşîn û pantalonekî Jeans, ligel du polîsên Spanî ketibû avahiya mehkemeyê, lê ew bi rêya vîdyokonferans îfadeya xwe dabû, Joma li xwe na ku ew ji Erdogan re gotibû “gunehkar, kujer û bijî Kurd û Kurdistan”. Joma got ku ew nedixwest ziyanê bighîne serokwezîrê Tirk, tenê dixwest bal bikşînim li ser rewşa gelê Kurd li Tirkiyê.

Dozger sê sal û heyşt meh zindan ji Hokman re dixwaze yan jî li şûna vê cezayê radeskirina ciwanê Kurd ji deshilata Suriyê re dixwaze.

Hokman diyarkiribû ku şandin wî ji Suriyê re tê wateya mirina wî, Hokman ji dadger gotibû: Hemû cîhan dizane Suriyê çawaye, 20 salan di zindanên Spanya de baştir e ji çêtirî şandina min ji Suriyê re.

José María Aznar

Parêzerê ciwanê kurd, Luis Ocaña, bihaneya dozgeriyê red kiribû û gotibû ku avêtina solê tiştekî ji heybeta Erdogan kêm nekiribû, avêtina solê “nîşana bêedebiyê” ye, wek nîşana rakirina tiliya navîn yê serokwezîrê berê yê Spanya José María Aznar mîna bersivekê li ser protesekirina xwendekarn dema serdana zanîngeha wan kiribû.

Her wiha daxwaza dozgeriyê derbarê şandina Hokman ji Suriyê re red kiribû, parêzer destnîşan kiribû ku şandina Hokman bo Suriyê tê wateya îşkencekirin û mirineke tekez.

Ji aliyekî din ve, siyasetvan Manuel Mariscal ji media spanî re axivî û got: “Em li hemberî dadgeheke siyasî ne, ji ber ku helwesta dozgeriyê bi emrên siyasî ve girêdayî ye”.

Nûçeyên têkildar:

“Bijî Kurdistan” û pêlava li dijî Erdogan

Siyasetvan û nivîskarên Spanî azadiya Kurdê ku sol avêtibû Erdogan dixwazin

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s