Li Helebê cejna bacanên sor

Roja Şemiyê li gundê Telaren yê 30 km li rojhelata parêzgeha Helebê ye û bi çandina bacanên sor navdar e her wiha hemû nişteciyên wî Kurd in, cejna bacanên sor dest pê kir.

bacan1, tamataDerbarê cejna bacanan de ya îro bi dawî dibe, serokê oda çandinê li Helebê Husên Hacî ji AKnews re axivî û got, “Eve sala 2’em e ku cejna bacanan ji aliyê oda çandinê û fakulteya endezyariya çandinî li Helebê ve tê lidarxistin, û tiştê balkêş îsal beşdariya parêzgehên Sûriyê yên din weku Dera û Îdlêbê ku bi çandina bacanên sor navdar in, her wiha em hêvîdar in ku sala dê hemû parêzgehên Sûrî beşdarî cejnê bibin “.

Hacî domand, “Di cejna îsal de gelek komên hunerî jî beşdar dibin, her wiha beşekî taybet bo pêşandana alav û teknolojiya çandinî hate terxankirin”.

Sebaret teknolojiya ku di karê çandinê de tê bi kar anîn, Musetfa Reşîd yê ku hindek alavên taybet pêkanîne got, “Ji ber dorpêça Amerîkî li ser Sûriyê, em neçar bûn bo peyda kirina alavên çandinê, lewma min li karxaneya xwe alaveke taybet bo guvaştina bacanên sor û derxistina şerbeta wan çêkir û di ICARDA (Navenda Navneteweyî bo Lêkolînên Çandinî li Deverên Zuha) de weku dahênan bi navê xwe tomar kir”.

Mihemed Heso ku cotkar e, ji AKnews re nêrîn û boçûnên xwe wiha anîn ziman, “Gundê Telaren û yên derdorê ji mêj de bi çandina bacanên sor navdar in, çunku keş û hewaya deverê û cureya axa wê alîkar e ji bo geşbûna çandina bacanan, lewma hin caran giraniya tena bacanê renge bighe 1 kg, her wiha daxwaza bacanan bo şerbet û mecûna bacanan jî pir e”.

bacan, tamataDerbarê asteng û zehmetiyên ku li hember çandina bacanên sor Heso got, “Astenga herî berçav buhabûna lêçûnên çandinê ne weku peyîn, tûnekeran, avdan, û hwd…, her wiha zehmetiya bazarxistina berê bacanan jî asteng bû bo me, lê belê cejna bacanan ev kêşe hinekî çareser kir”.

Sebaret bûyereke pêkenîn Neşet Bozan ku bazirganê bacanan e dibêje, “Berî çend salan û li Helebê me berê xwe daxist bazarê, lê belê polîsê bazarê em tengaz kirin, lewma me dest bi avêtina bacanan kir û wan jî bersiv bi heman rengî da û bacan avêtin, dû re alozî mezin bû û gihişte parêzgerê Helebê yê hat û şerê bacanan rawestand”.

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 1945’an de, li Spaniya bajarê Buñol salane xelkê wê festîvala bacanan çêdikin û tê de bacanan davêjin hev.

çk AKnews

Ciwanên ewropî dimsê bacanê sor çêdikin (Vîdyo)

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s