Sê sal zindan bihaya avêtina solê li dijî Erdogan

Hokman Cuma navberê zêrevanê Erdogan û polîsê Spanî

Ciwanê Kurd Hokman Cuma ku di sibata bihorî de  pûlava xwe avêtibû Erdogan bi sê sal zindan hate cezakirin.

Îro dadgeha Cezayê 9 li bajarê Sevilla ciwanê Kurd Hokman Cuma bi sê sal zindan ceza kir, her wiha dadgeh Hokam bi dayîna  408 euro jî ceza kir.

Dadegeha cezayê yê hejmar 9, Kurdê herêma Kobanî yê 27 salî, bi êrîşa li dijî civaka navnetwî tawanbar kir.

Derabrê dadgehkirina Hokman nivîskar û rojnamevanê Spanî Manuel Martorell di gotara xwe ya dawî de di malpera Cuarto Poder de, bal kişand ser bersiva hikûmeta Spanya ji nameya Kurdan re derbarê rewşa girtiyên siyasî li Suriyê, û got ku divê girêdanek navbera bersiva hikûmetê  û kiriyara wê  hebe ji ber ku helwesta dozgeriyê derbarê cezakirina Hokman Cuam nehat guhertin û cezayê sê sal û heşt meh zindan ji ciwanê Kurd re xwestibû, yan jî vegerandina wî ji bo Suriyê.

Tê zanîn ku hikumeta Spanya di 5ê mehê gulanê de bersiv dabû  nameya 1075  kesan ku daxwaza şopandina rewşa girtiyên siyasî li Suriyê kirin. Serokê Dîwana Serokatiya Hikûmeta Spanîgotibû ku Spanya  wê hemû fersendên ku di destê xwe de bikar bîne bo livandina rewşên mafên mirovan li pêşiya deshilata Suriyê ku hikûmet û welatiyên me xembar dikin.’’

Nûçeyên pêwendîdar:

“Şandina min ji Suriyê re tê wateya mirina min”

Siyasetvan û nivîskarên Spanî azadiya Kurdê ku sol avêtibû Erdogan dixwazin

Hikûmeta Spanya bersiva nameya Kurdan da

“Bijî Kurdistan” û pêlava li dijî Erdogan

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s