Germa Münsterê û “Lehiya Beesê”

Duh  dunya li Munster dikeliya, dereceya germbûnê gihştibû ta 37º di van rojên berê de (14wêne), ez li pirtûkxanya zangoya Münsterê bûm, ku wê çagê vala bû ji ber ku tîma Almanya li dij Arjantînê dilîst, min jî ji xwe re belgefîlmeke Sûrî bi navê “Lehî di welatê Beesê” de de temaşe dikir.

Îro saet 6.30 ji xwe şiyar bûm, me pencereya xaniya xwe vekirî hîştibû, pel û şiqinên  dara bilind diheziyan û ezman ji ewrên gewr nedihate dîtin, dereceya germbûnê daket  heya 28º.  Ji xwe hewa li Münsterê herdem sar e, divê herdem çaket di destê we de be, lê di van rojên berê de havîna germa ku min li Spanya û Suriyê nas kiribû xwe berdabû ser vê bajarî û piraniya xelkê aciz kiribû.

Ne ji adetên min ku ez sibê zû şiyar bim, lê berî ez ji xew rabim min xewneke nebaş didît, bi kurtî min xwe didît ku ez diçim kampa leşkerî ya zanîngehê li Suriyê, berê min çar kamp çêkirine, di xewnê de min digot ezê çawa bi vî emrê xwe dîsa herim wê derê xerab, lê divê ez herim, ku nerim sertîfîkaya derçûnyê fakulteya aborî nadin min. Û di wê kampê de min xwe dîsa di nav konan de bi cilên leşkerî didît.

Bawer dikim ku temaşekirina wê belgefîlmê hîşt ku ez vê xewnê bibînim, ev ne cara yekemîn ku rastî xewnekî ji vê rengî dibim. Carekê min  statîstîkên bloga xwe ya bi zimanê spanî se (temaşe) dikir, min dît ku çend mêvanên blogê ji Suriyê ne, hevalekî jî berê ji min re gotibû bloga te li Suriyê venabe, ji ber ku blogspot li wir Qedexeye. Min jî hizir kiribû ku ev mêvan ji endamên sixuriyê bin, vêca dîsa ez ketim qisawetê (xembariyê) û bi şev jî min hêzên ewlekariyê di xewna xwe dîtibû. Min rabû nivîseke bi spanî nivîsand “Hîn ez ji wan ditirsim”. Min behsa vê nivîsê  di radoya netewî ya Spanî kiribû min got ji bilî hêzên ewlekariya leşkerî, sîvîl, siyasî, ezmanî her wiha yên hezên sixuriya elektronî jî hene.

Nizanim heya kengî ezê bi tirsê bihesin û van  xwenên nexweş bibînin?

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s