Bila Almanya negihêje fînalê!

Ev wêne piştî maça Almanya û Bîrtanya hatiye girtin (Foto: Z.A)

Ev daxwaza Hêvronê ye ji roje yekê ji destpêka pêşbêrka Kopaya Cîhanê,  her ku em bibhîzin yan jî bixwînin  ku Almanya ji welatekî din qezenc kir Hêvron diqehere û dibêje ez naxwazim bighêje fînalê. Merivên Hêvronê  jî vê helwestê fam nakin, dibêjin tu li Almanya dimînî û divê tu piştgiriya tîma Almanî bikî, lê ew li ser helwesta xwe îsrar dike û ji dil de diqehere gava Almanya bi ser dikeve. Jê pirs dikim xêre tu wisa diqehrî? Dibêje nizam, dixwazim reaksiyona xelkê Almanya bibînim dema tîma xwe xatirê xwe ji vê pêşbirkê distîne û nagihêje fînalê.

Min ji hemû maçên vê pêşbirka cîhanî tenê 20 xulekên dawîn yên maça Almanya û Arjantînê dîtibû, ew jî tesadofek bû, ez diçûm navendekî xwendevavan Die Brucke ta ku  ez çavekî li rojnameyên Yenî Ozgur Polîtika û ya El PAISê xînim, lê salona navendê bi xwendekaran tijî bûbû, neçar mam ku ez  jî li maçê  temaşe bikim, tîma Almanya pir xweş dilîst û Merkel herdem li ser piyan bû û çepik ji  lîstikvanên xwe re dixistin piştî her golekî, xwendekar jî hilpedikîn û diqêriyan.

Piştî qedandina maçê, digel ku baran Munsterê şil dikir, Alman bi kolanan ketin, bi cilên tîma Almanî û alên Almanî qîr dikirin Deutschland Deutschland, erebeyên wan pîp dikirin  weke pîpkirina kerwana erebeyên bûk û zavan li rojhilata navîn.

Ez dikarim fam bikim helwesta xelkê welatekî ku li mundiyalê dilîze çawa lîska tîma xwe dişopîne û piştî qezenkirina maçê derdikeve kolanan û  serkeftina tîma xwe pîroz dike, lê tiştê nakeve serê min helwesta kesên ku netewên wan di vê pêşbirkê de cih nagrin çawa bi dil û can dibin alîgirên tîma welatekî, ev dibêje ev tîma min e, yên din dibêje ew jî tîma min e, tu dibêjî qey ew lê wan welatan mezin bû ne.

De Almanya gihşte fînalê yan jî negihîşte fînalê wê çi ji me re were?

Ciwanên Alman serkeftina Serbistanê pîroz kirin (Foto û Vîdyo)

Meydana Ludgeri / Munster (Foto: Z.A)
Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s