“HEVJÎN” di Roja serbilindiya Hevzayendan de(Foto)

Me ev wêne ji hevalên xwe di Hevjîn LGBT Diyarbekirê  de wergirtine, li gorî hevalekî me ji HEVJÎNÊ 5000 kes beşdarî meşa serbilindiyê ya hevzayendan li Stenbolê bûn.


Hevjîn Kî ye?

‘Homoseksuelên Kurd Bindestê Bindestan in’
Bawer Çem  /Rûdawnet – Diyarbekir:

Homoseksuelên kurd ên li Amedê ku di nava LGBT’ê de cih digrin, komeke bi navê “Hevjîn” ava kirin. Homoseksuel Murad diyar kir ku ew hem ji ber tercîha xwe zayendî û hem jî ji ber kurdbûna xwe bindestiyê dikişînin.

Lez, Gey, Bîseksuel û Transeksuelên (LGBT) kurd li Amedê ji xwe re komeke rêxistinî ava kirin. LGBT’iyên kurd navê Hevjîn li koma xwe kirin û dê di 1’ê Gulanê de bi kovara Hevjîn derkevin pêşiya hevalbendên xwe. Yek ji homoseksuelan Murad, ji rojnameya me Rûdawê re axivî. Murad, diyar kir ku komaka wan ji 7 endamên aktîf pêk tê, lê bi dehan LGBT’iyên kurd re di nava têkiliyê de ne û wiha behsa pirsgirêkên xwe kir:

“Di nava koma me de neteweperestên kurd hene, lîberal hene, BDP’î hene, sosyalîst hene. Bes aliyê me yê hevpar ev e; em li nasname, têkoşîn û mafên kurd û kurdewariyê xwedî derdikevin. Em xwe weke kurd dibînin û doza kurdan jî weke dozeke mafdar dibînin, xwe jî perçeyeke vê dozê dibînin. Lê mixabin di nava civaka me de, em gelek pirsigirêk dijîn. Dema em diçin ba lez, gey, homoseksuel û bîseksuelên tirk, em ji ber nasnameya xwe biçûk têne dîtin, zû bi zû me qebûl nakin. Civaka kurd jî civakeke bindest e, lê em di nava vê civaka bindest de, bindestên bindestan in. Çimkî me biçûk dixin. Em dema kargehek dixebitin, pê dihesin ku em homoseksuel in, me ji kar derdixin. Yên dizanin ji xwe tu caran kar nadin me.” Murad, destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka îstîhdamê gelek transeksuel neçar dimînin ku fuhuşê bikin û wiha berdewam kir:

Dest bi kîjan karî dikin tên avêtin

“Gelek kesên di nava me de zanîngeh qedandine, yên lîsansa bilind dikin hene, yên ji wan pêşketîtir jî hene, lê ji ber nasnameya xwe ya zayendî ne di saziyên dewletê de ne jî di nava yên civakê de nikarin kar bibînin. Ji ber vê yekê hin kes neçar dimînin ku bedena xwe bifiroşin, ji wan re tu riyeke din namîne. Li vir bang li kesên bihîstiyar û bi taybetî jî saziyên sivîl, şaredariyan dikim, ji van kesên dilsoz, pêşketî û bi qabîliyet re bibin alîkar, deriyên karê xwe ji wan re vekin, wan îstîhdam bikin.”

‘Sebahat Tuncel pir dibe alîkar’

Homoseksuelê kurd Murad, destnîşan kir ku ew tu caran nikare bi xoşewîsteke tirk re bijî, tercîha wî xoşewîsteke kurd e û fikrên xwe wiha vegot: “Serê pêşîn xoşewîstê min ê tirk jî çêbû, lê me nikarî em bi hev bikin. Di demên wisa de neçar dimînim ku mafdariya doza kurdan pê bidim qebûlkirin, aciz dibim. Êdî naxwazim streseke wisa bijîm. Jixwe di jiyanê de jî tim bi kurdî diaxivim. Dema ez bi kurdî diaxivim û yek bi tirkî bersiv dide, pir diçe zora min. Ez tu caran êdî nikarim bi homoseksuelekî tirk re bijîm, ger hebe, divê muheqeq kurd be.” Murad, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yekemîn partî ye ku mafên LGBT’iyan xistiye bernameya xwe û aşkera kir ku Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel pir bi pirsgirêkên wan re eleqedar dibe. Murad, da zanîn ku Tuncel tim li ba wan e û wê Tuncel di 30’ê Nîsanê de li Amedê li ser pirsgirêkên LGBT’ê tevli panelek bibe.

‘Polîs me sûcdar dibînin’

Yek ji transeksuelan Oyku jî, destnîşan kir ku ew ji ber tercîha xwe ya zayendî dem bi dem rastê tacîz û destdirêjiyê tên û polîsên tirk jî wan weke kesên sûcdar dibîne. Oyku, da zanîn ku ew bi pankartên xwe yên Hevjînê îsal tevli xwepêşanadan 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û Newrozê bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li qadê hin kesan em êşandin, tiştên nexweş ji me re gotin. Jinên kurd bi çavekî matmayî li me nihêrtin, heyirî mabûn. Lê gelek kesên ku piştgirî dan me jî hebûn. Hem nerazîbûn û hem jî piştgirî çêbû. Di pêşerojê de em bawer dikin ku em ê bikaribin derdê xwe ji hev re bibêjin û empatiyek ava bikin.”

Ji bo çi azadiya homoseksuelên Kurd tê qedexekirin?

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s