Goka Mêran û Şewata Jinan*

Nizanim niha li welatê Nelson Mandela  kî bi kê re dilîze an jî kî ji kê qezenc dike, tenê gava bi biskêlêta xwe di ber barekî an jî qehewxaneyyê de derbas dibim û dibînim ku hemû çavên xelkê li ekranekî temaşe dikin, wê çaxê dizanim ku goka mêran  di hundirê ekranê de  digere.

Helbet ev tiştê ku dibînim ne tenê li kolanê Münsterê çêdibe lê belê li hemû gund û bajarên dunyayê diqewime, goka mêran jiyana civakê radiwestîne, hemû pirsgirêk û keserên xwe ji bîr dikin û ber ekranê rûdinin ta ku maçên tîmên xwe yên favorît  bişopînin. Gelek kesan seba xatirê temaşekirina gokê dev ji karê xwe jî berdidin. Helbestvanekî Kurd ji min ecêb mayî dimîne dibêje:  Çawa tu piştgiriya tîmekî nakî yan jî tu li maçan temaşe nakî ez fam nakim.

Lê ez helwesta hemû hezên goka lingan û girêdana bi cihana gokê ve fam dikim, ez jî berê lîstikvan bûm min gelek xelat girtin û carekê ez bûm baştirîn lîstivanê gokê di dibistana xwe de, û li sûna ku mêjî di serê min de hebe min tenê gok kiribû qafê xwe, goka mêran û şopandina cîhanê wan ji min re bûbû madeyeke bêheşker, bi derbasbûna salan  pirtûk û raman hêdî hêdî xwe di qafê min de bi cih dikirin û panekî li gokê xistin, êdî ez ji vê cîhanê veqetiyam, helbet ez hîn bi gokê dilîzim lê êdî ne xema min e kî bilîze û kî qezenc bike, êdî wexta min ji goka nêran re nîne.

Zor bedaxawa, her çend rojan jineke li baûşrê Kurdistanê “dişewite”, rast e êdî şewtandina jinan bûye tişteke normal li Kurdistanê wek bûyerên trafîkê yên rojan e, belam li hember vê trajediya “normal” helwestên normal jî tune ne, yanî ewqas mirov li hev dicivin li kolanan û li çayxaneyan û nêzîkî du katjimêran li ber ekranekî rûdinin, ma qet grûpekî nîne du saetan li hev bicive, xwepêşandanekî an jî grevekî li dar bixe ta ku ronî bide ser vê fenomena trajîj.

Li şûna em li dijî vê fenomena metirsîdar tevbigerin, li şûna em li hev bicivin û li çarseriyekê bigerin ji bo vemrandina vê şewatê em  xwe kerr dikin û li ber wê ekranê rûdinin, qêr dikin, xwe aciz dikin yan jî şa dibin û şerabekî ji bo serkeftina tîma xwe vidixwin û em baş dizanin ku siba yan jî du siba jineke kurd wê xwe bişewtîne.

Gelo giringiya em didin gokê  bi qasî giringiya em didin pirsa jinê?!

* Ev nivîs berê mehekê hate nivîsandin bi hêviya ku di rojnameyek Kurdî bê weşandin lê bi ya me nebû, me tenê xêzekî li ser vê nivîsê zêde kir.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s