Milyonek Katalunî ji bo serxwebûnê meşiyan

Milyonekî Katalonî ku dixwazin Xweseriya Herêma Katalonya berfirehtir bibe, ji bo protestokirina biryara Dadgeha Bilind ya têkildarî tengkirina mafên xwesiriyê meşek pêk anîn.

Çalakiya protestoyî ya li Barselonayê çalakiya herî bi heybet ya van salên dawiyê bû.

Hemû serokên partiyên siyasî yên li Katalonya çalakiyên xwe pêk tînin, tevlî xwepêşandanê bûn. Katalonya ji 17 herêmên xweser, herêmeke ku ev çar salin hinek maddeyên têkildarî xweseriya herêmê li ber destê Dadgeha Bilindin û gelê herêmê ji ber ku ev madde dijberî makezangonê ne çalakî pêk tînin.

Pankarta li ser “Em neteweyekîn. Emê bi xwe biryara xwe bidîn” nivîsandî, ku ji aliyê serokên partiyên siyasîve hatibû hilgirtin, ala Katalonya ya nêzî 250 metre dirêj hat vekirin û diruşmên têkildarî cûdabûna Katalonya ji Spanyayê û serxwebûna wê hatin avêtin.

JI BILÎ SERXWEBÛNÊ RÊYEK DIN TÛNE YE

Nûnerên partiyên siyasî yên tevlî xwepêşandanê bûyîn diyarkirin, piştî biryara Dadgeha Bilind gelek kes wisan dihizirin ku “Ji bilî serxwebûnê tu rêyên din tune ye”.

Serokê yek ji partiyên girîng yên Katalonyayê Convergencia Unio, Artur Mas diyarkir divê sitratejiya heyî bê guhertin û wiha berdewam kir, “Bi awayek vekirî dergehek li rûyê me girtin. Niha jî makezagona ku divê nerm be, dibêjin bila hişk be. Ger rewş wisan be, li gorî min divê Katalonya stratejî bi guhere û girêdayî dahatoyê bibe xwedî biryar standinê”.

’EM GAV BI PAŞ DE NAVÊJÎN’

Serokê Partiya Sosyalîst ya Katalonya Manuel de Merde diyarkir ku ew welatek serbixwe dixwazin û wiha pêde çû, “Ji bona biryara Dadgeha Bilind protesto bikîn, em livirîn. Em naxwazîn gav bi paş de bavêjîn, em dixwazîn mercê xweseriyê yê ku di sala 2006’an de hatî pejirandin wek xwe bimîme. Bi pêkanîna xwepêşandanên protestoyî, em nîşan didin xwedî rûmetin û welatek serbixwe dixwazîn”.

Partiya Gel ya Muhafezakar (PP) jî bi awayek yek parçe tevgerkirina welat diparêze û ji bo rawestandina hinek maddeyên mercê xweseriyê yê Katalonya ku bi referanduma 2006’an hatibû qebûlkirin serî li dadgehê dabû.

Dadgehê bi dirêjahiya 4 salan serlêdanê lêkolîn kir. Hefteya borî jî ji dadgehê jibo peyva ‘netew’ tenê ji bo Sspanya bikar bê û zimanê fermî yê Spanyayê jî tenê Spanî be fikra hevbeş derket.

PÊNASEYA ‘JI BILÎ SPANIYAN TU NETEW NÎNE’

Piştî aşkerekirina egera biyara Dadgeha Bilind ya li roja Înî mijara ku herî zêde nîqaş li ser hatî kirin, di pêvajoya nû de wek ‘netew’ nasîna Katalonya bû ku ‘ tu bandorek ya wî a huqûqî tune bû’ û hat îfadekirin ku “Ji bilî neteweya Spanî tu neteweyên din nas nake”.

Di nava maddeyên ku Dadgeha Bilind rawestandî de mijarên wek, li Katalonya zimanê Katalonî despêkê tê, di mijara maliya rêveberiya Xweser ya Katalonya li Spanya pêşiya herêmên din yên xweser tê, girêdana di navbera rêveberiya xweser ya Katalonya û hikumeta Spanyayê de di asta têkiliyên beranber de nasandin tê.

ANF NEWS AGENCY

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s