Tîma Spanya lê tîma Kurdistan?

Inesta serkeftinê dide Spanya (Foto: Rueters)

Di dawiya sala 2005 ji Suriyê derketim û hatim Spanyayê, min hemû wexta xwe di herêma Castilla La Mancha derbas kir (ya ku weke herêma Don Kîxotê tê nas kirin), digel ku ez li bajarê Ciudad Readijiyam lê min bi dehan bajar û gundê vê herêmê dîtine.  Folklor û adetên xelkê vê herêmê  nas dikim, ez fêrî çêkirina xwarina wan jî bûme. Di gelek nivîsên xwe de  bi zimanê spanî ez xwe weke Manchego (ji herêma La Mancha) didim naskirin. Belkî jiyandina pênc salan demeke kin be ta ku mirov bibe yek ji xelkên herêmekê. Lê di van pênc salan de piraniya wextê min li wan deran derbas dibû û ligel xelkê wê herêmê. Di gel ku niha ji wan dûr bim jî lê  têkiliyên min ligel herêmê herdem hene.

Min berê di du nivîsên xwe  de (1 2) eşkere kiribû ku ez bi cîhana fûtbulê re mijul nabim lê duh min 20 xulekên dawîn ji maçê dîtin,  dema tîma  Holandî nêzîkî  sêdarikên spanî dibûn, tirs diket  dilê min, heya ku kurê herêma min (La Mancha) Iniesta gol avêt û dilê min hênik kir.

Digel ku min ji kesekî re negotibû ku ez piştgiriya tîma Spanya dikim, belam îro gelek nameyên pîrozkirinê ji min re hatin.

Gelo eger rojekê Kurdistan û Spanya bigêhjin fînalê ezê, di dilê xwe de, serkeftinê  ji tîma kiîjan welatî re bixwazim?

Niha jî ez we ligel vê vîdyoyê dihêlim, vîdyo bi dizî hatibû kişandin di rojbûna hevalekî li Ciudad Realê.

2 thoughts on “Tîma Spanya lê tîma Kurdistan?

  1. şev baş

    bira ez ê têbîniyekê bo te bêjim

    lê neqehere ha

    ew ji hezkirina min e..

    pir caran di nivîsên te de şaştî heye anku navbera nêrza û mêza المذكر والمؤنث

    her wiha tu di tewangê de şaş dikî

    “min hemû wextê ”

    ya rast waxta xwe

    wext mê ye

    bibe yek ji xelkên herêmekî

    herêmekê …….

    min ji kesek re …….. min ji kesekî re

    hevpeyvînek çêkir………”ê” li vir negerek e, çunku veqetandek tune

    Milyonekî Katalonî dîsa milyonek ne milyonekî

    dimeşiyam van herdu reklam bala min kişandin

    reklaman ……. kom e ne tek e

    Lê yê rast gerek ….. ya rast

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s