Ji bo bîranîna Celadet Elî Bedirxan (Vîdyo / Helbesta Bilûra min)

Bi boneya pêncî û nehsaliya mirina Mîr Celadet Bedir-Xan.15/7/1951

Komkirin û Werguhêr Dilawerê ZENGÎ

Bîranînên Celadet Bedir-Xan(1893-1951)

Gotineke pêdivî

Piştî nasîna min bi Rewşen Xanimê re, her roja pêncşemê min berê xwe dida mala wê.

Rojekê min xwe amade kir, dunya zivistan, dem nîvroj û demjimêr dido bû, otobusa me ji bajarê Şamê bi rêket. Ji bextê min ê sipî bi barîna baranekê re em gihane bajarê ko Rewşen Xanim lê dimîne; bajarê Banyasê. Ev bajar şên û beravî ye, piraniya xelkên wî Elewî ne. Mala Rewşen Xanimê li devê riya Parêzgeha Laziqiyê ye û ji hêla bakur ve li ber qeraxa Derya Sipî dimîne.

Min li zengilê derî xist, berdesta wê Abla Sebah derî vekir û pê re silava min bi germî vegerand. Tiştê zehî (ecêb) Abla Sebah nêzî sî û heft salan li nav mala Rewşen Xanimê maye û hînî zimanê Kurdî nebûye. Tenê bi zimanê Erebî û Tirkî dizanîbû. Di temenê xwe de li ser zimanê Rewşen Xanimê, ew nod salî ye. Lê eger meriv jê dipirsî, digot: (Ez pêncî salî me!) Abla Sebah bi xwe dişa mezin ya helbestvanê Kurd Qedrî can bû.

Min û Rewşen Xanimê me li rewakê silav li hev kir, piştî şîvê em li hev rûniştin û ketin behsa Mîr û nivîsandinê. Çend pirs ji mêj de di serê min de diçûn û dihatin. Vêca min ji Rewşen Xanimê pirsî:

(-Dayê çi bi kitêbxane û destnivîsên Mîr hat?).

Rewşen Xanimê got:

(-Di sala 1971ê de li ser daxwaza Korrî Zanyarî Kurd li Bexdayê, Celal Talebanî û Mes’ûd Mihemed, berpirsiyarê Korrî Zanyarî Kurd, kitêbxana Mîr birin Bexdayê.

Di nav wê kitêbxanê de ferhengeke destnivîs hebû. Ji wê ferhengê kopiyek linik min jî hebû. Berî demekê min ew jî sparte destê xortekî ji Kurdistana bakur (Tirkiyê), jê re dibêjin (Şêx Se’îd) lê mixabin tu haya min jê tune!).

Rewşen Xanimê bi kişandina çixarê re gotina xwe berdewam kir û got:

(Berî demekê; Mehmed Uzun di riya Xelîl Xoce re hate ba min û li dor mehekê li mala min ma. Wî xortî gelek destnivîs, reşbelek û wêne ji min girtin û birin. Li ser soz û gotinên wî gerek niha hin ji wan çap kiribin. Lê mixabin tu deng ji wî jî nehat).

Bi vê gotinê re lêvên xwe digivaştin ser hev û çend keser hildanîn, durvên riwê wê pê re guherîn û dest avêt ji pakêta xwe ya Kênt, cixareyek derxist û kişand. Bêden-giyek ket ser rûniştina me. Ez di hundurê xwe de pir êşiyam, lê dengê xumxuma baranê, şirqîna birûskan, fîze fîza bê û dengê pêlên deryayê hinekî barê min sivik kirin, hin bi hin ceger hate min, ez pê re girnijîm û min got:

(Dayê, ezê jî tu sozê nedim te, lê eger tiştek ji wan destnivîsan hebe bi kêmasî ez dikarim biparêzim).

Bi gotina min re ew jî girnijî, û got:

(Kurê min tu pir dereng hatî, xwezî berî çend salan me hevûdû naskiriba, me yê bi hev re gelek kar bikira, lê mixabin dem li min derbas bûye, tu hêz di dest û çavên min de nemane. Lê ji bo destnivîsên min, ezê bi tevayî bispêrim destên te. Ez bawer im, te çawa (Name ji Mistefa Kemal Paşa re), (Bîranînên Salih Bedirxan) û çend pirtûkên din çap kirin û belav kirin, tu yê bikaribî wan jî derxînî).

Piştî hinekî ji pêjniyê, serê xwe hilda û got:

(Di sala 1957an de li Beyrîtê rojnameyek bi destê dostê me Yûsif Melek derdiket. Di wê rojnamê de min hinek ji bîranînên Mîr Celadet dane belavkirin).

Pişt re, çend hejmar ji wê rojnamê spartin destê min. Lê mixabin hejmarên bîranînan ne li pey hev bûn. Ez pir li dû yên mayî geriyam. Lê vê dawiyê li nik hin dostan yên mayî min peyda kirin. Bi lez min wergerandin zimanê Kurdî. Hêviya min ew e ko ji van bîranînan sûdek were standin.

Dilawerê ZENGÎ

Şam/15-07-1994
Bîranîn:

Ji mêj de, min dil hebû, ko bîranînên xwe di pirtûkekê de bicivînim. Berî niha bi demekê, min hin jê civandin. Lê mixabin li bajarê Xarpûtê, ji hêla (Dadgeha Istiqlal)ê bi kaxezin min re hatin girtin. Tevî ko dilê min û nivîsandina tu karî jî tune ye, lê ezê vê carê dest bi nivîsandina bîranînên xwe bikim û binivîsînim; ji ber ko pergala derûna min ne tebitî û aşufte ye; cangiraniyekê jî xwe bera wergeya min daye. Ev hest dike bibe sedemê dûrxistina min ji gelek kar û nivîsandinan.

Min dest bi nivîsandinê kir û ezê berdewam kim. Ez bawer im, birayên min jî dixwazin van bîranînan bicivînin. Lê heger min berî xelaskirin û pêkanîna vî karî çavên xwe damirand, hêviya min ew e, ko ew ji dêvla min, bi vî karî rabin. Bi vê yekê vatiniya xwe û daxwaza min bi cih tînin.

Celadet Bedirxan

Beyrût, 16.08.1929

Di vê pirtûkê de, ezê dîrok û bîranînên malbata Bedirxaniyan bicivînim. Dibe hin bûyerên weşandî, ne pêderpê û di demên ne wek hev de jî bin, wê hin bûyer û serpêhatiyên ne weşandî jî hebin. Lê li ser zar û zimanan bi awayekî çîrokî hatibin gotin.

Heger ev pirtûk dibe belgeyek ji bo bicihkirina dîroka Bedir-xanê Azîzî, ji hêlekê din ve jî dibe belgeyeke qenc û alîkar; ji bo dîroknasên dîroka Kurdistanê.

Di vê pirtûkê de, wê hin nifşin din jî, ji nivîsandinê hebin, ew jî hest û dîtinên hin kesên Kurd û rojhilatnasên biyanî yên ko li ser kesîna Bedirxanî nivîsîne. Dibe ev nifiş ji hin kesan re ne pêwîst û giring be, lê ji bo min pir giring e. mebesta min jê bicihkirina celebê navdariya navê Bedirxan e, yê pir caran bi gotegotan hatiye êşandin.

Min got celebê navdariyê… tenha bûyerek hate bîra min:

Cara pêşî di sala 1922an de bû, ko min li bajarê Munîxê, li Almanya, Prof. Zos Haym dît û wî ji min re got:

(Çaxê ko tu pirtûkekê li ser Kurdistanê dixwînî an bi kesekî re, li ser Kurdan dipeyivî, di cih de behsa Bedirxan dibe. Ta bi (Karl May) yê ko di pêvî diriya wêne û pirtûkan de, tu tişt li ser Kurdan nizane, di pirtûka xwe ya (Gerek li Kurdistanê) de bi xurtî behsa Mîr Bedirxan kiriye.

Li vir dixwazim şanekê diyarkim. Di vê pirtûkê de, ne her tiştê dinivisînim ji bo belavkirin û weşandinê ye, yên ji bo weşanê bêne hilbijartin, û yên mayî di nav destên xortên malbatê de bimînin, ji bo taybetiyên bav û kalên xwe binasin(1).

Rojekê ji rojan, Salih Beg(2) bihîst ko cotek ji kewên qenc li nik mirovekî Nestûrî hene. Salih

Beg dilçûnê kewan bû, û pir ji nêçîra wan hez dikir. Çavên xwe bera kewên mêrik dan; doza kirînê kir, lê xwediyê kewan razî nebû û nedifrotin. Salih Beg pir hingirî û di riya peya û zelamên xwe re bi kotekî û zorê cotên kewan ji xwedî stand. Xwediyê kewan berê xwe da dîwana Bedirxanî û giliyê xwe li ber destê wî kir. Mîr Bedirxanî di cih de rêkir dû birayê xwe Salih. Piştî ko rastî ji Bedirxanî ve hate xuyakirin, kew li xwediyê wan vegerandin.

Salih Beg pir li ber xwe ket, bê çawa birayê wî, ya mirivekî Nestûrî û reben, bi ya wî neda..! Bi lez ji dîwanê derket û berê xwe da malê. Piştî çûna Salih Beg, Bedirxanî xeber ji xwediyê kewan re şand û doza kirîna cotê kewan bi nirxekî biha jê kir. Yê Nestûrî pir baweriya wî bi dadimendiya Bedirxan dihat. Ewî jî nirxê hespekî resen xwest. Bedirxanî jî kew kirîn.

Çaxê kew gihane destên Mîr Bedirxan, di cî de berê xwe da mala birayê xwe. Piştî ko Mîr destê birayê xwe yê mezin maç kir, cotê kewan dane destê wî û jê re got: (Karê min î dih ji bo giringî û erkê stûbar û mîrnişîniyê bû. Lê karê min î îroyîn ew ji bo giringî û erkê biratî û mervantiyê ye)(3).

Carekê ji caran, Mîr Bedirxan xwest fermandarî û bindestkirina wêrîn û piştrastkirinê li mîrnişîna xwe nas bike. Kûzek ji peran li devê riya bajêr danî, çavên xelkên bajêr li kûzê peran ket, riya xwe jê dagerandin û jê bi dûr ketin.

Xelkên bajêr ji çûn û hatina xwe, ya di rê û xaçirêkên teng û dijwar de, westiyan û pir tengezar bûn. Zanyarekî berê xwe da dîwana Mîr, û jê re got:

-Mîrê min! ma tu ji Xwedê natirsî…! Te berê xelkên bajêr ji riya wan a serekî guhert û te şopa wan jê qut kir?!.

Mîr ji vê gotinê mat û zehî ma. Zanyar gotina xwe berdewam kir û jê re got:

-Te kûzek ji peran, avêtiye devê riya serekî ya bajêr û xelkên wî, ji tirsa peran, newêrin tê re herin û bên, berê xwe dane xaçirêk û riyin teng û dijwar.

Mîr, bi vê bawerî û spartindeya xelkên xwe, pir kêfxweş bû. Di cih de, fermana hilanîna kûzê peran û belavkirina zêran li şagirtên dibistanan kir.

Mîr Bedirxan li Cezîra Botan, di Birca Belek de, rûniştî bû, çavên wî li panzde-bîst qantirên ji ceh û genim barkirî ket. Mîr bang li berdestê xwe kir, jê xwest bizane, ev çi qantirên barkirî ne, û ji ku ve tên.

Piştî berdestê Mîr vegeriya, jê re got: Mîrê min, ev qantirên barkirî baca gundê (Taqiyanê) ne, û ew ji nav Kildanan tên.

Mîr pir hingirî, û bi zirtî got: Dêmek xelk sitembar in… ji çend gundên piçûk ev bar tev bêne hevdan… ma îşê aqila ye!!? Ji tiştê hatî komkirin, nêvî li xwediyan vegerînin, ji vê carê û pê de, divê ez tiştekî weha nebînim û nebihîzim. Lê, heger nebû, ezê wê gavê, stemkaran bi sertî, û bê dilovanî arih kim.

Carekê, Mîr Bedirxan li nav dibistanan ger û zêrevanî dikir. Ji mamostayekî re; mamostayê helbest û pêlewazan dide, got: -Ezê dînarekê xelat û pêşkêşî bidim her şagirtekî, ko rûpelekî ji rûpelên pirtûka Mûtewwel(4) bê şaşî ji min re bixwîne. Şagirt yek bi yek nêzî Mîr dibûn, û rûpelê xwe bê şaşî dixwendin. Mîr jî xelat û pêşkêşî diyarî wan dikir. Şagirtek hat, ji mamostê xwe re got: -Heger Mîr li ser xwendina rûpelekê dînarekê xelat dide, wê li ser xwendina Mûtewwel bi tevayî, û jiberkirî çi bide?

Mamoste pirsa şagirtê xwe ji Mîr re got: Mîr şagirt xwest. Piştî ko şagirt Mûtewwel bi tevayî û bê şaşî li ber Mîr xwend, Mîr ji zîrekiya şagirt pir mat û kêfxweş bû. Li hember her xwendina rûpelekê pênc dînar xelat û pêşkêşî danê.

Li nêzî Cezîra Botan çemek heye, jê re dibêjin (Çemê Cuhiyan). Li ber vî çemî, Cuhû bi erkên xwe yên olî radibin, û li gorî yasa ola xwe, xwe perhîz û paqij dikin. Kurdên misilman û xaçparêzan ew pir tengezar dikirin û nedihiştin bi erkên xwe yên olî rabin.

Rojekê Haxamê Cuhiyan gilî li ber destê Mîr Bedirxan kir, Mîr jî pirsa navê cihê ko dest dirêjkirin lê bûye jê kir. Haxam bi tiliya xwe cih nîşanî Mîr da, bê ko navê cih bêje. Mîr dîsan pirsa navê cih û yê çem jê kir. Haxam bi tiliya xwe, dîsa cih nîşan dikir. Wê gavê Mîr girnijî û got: Ma cihê tu nîşan dikî ne (Çemê Cuhiyan) e? Haxam jê re got: Mîrê min ê gewre, bi vê gotina xwe tu rastgoya arziya çem ji Cuhiyan re bi cih dikî! Wê gavê Mîrê gewre, ferman da, ko çem çemê Cuhiyan e, divê tu kes ji misilman û xaçparêzan nêzî çem an karûbarê wan nebin.

Di rojnameya Telgiraf ya Turkî de, hejmar:128, roja çarşembê, çiriya pêşîn, sal:1340ê koçî (1924z), ji gotareke di bin navê Nestûrî de, nivîsa Torevan Silêman Nazîf Beg hatiye girtin: (Di sînorê me yî başûrê rojhilat de, Nestûrî, birîneke ko bi dijwarî devê wê bê hev. Evî nijadî gelek caran dewlet westandiye, û bûye sedema aloziya Mûsilê û bûne akam û ûşta ko Ingilîz derbasî vê herêmê bibin.

Ev miletê xurt, yê li wilayeta Mûsil û Hekariyê, ko nêzî sînorê Iranê rûniştî ne, ji hêla rehê ve ew Kildan in, û ji hêla olê (mezheb) ve Nestûrî ne. Digel ko ev ol (mezheb) ne wek tu mezhebî ji mezahibên Fila ye jî. Lê bila di koka xwe de rehek ji Filetiyê jî bin. Heger çawa be, tenê bes e ko File ne, dibin sebeb ko Îngilîz wan li hemberî me biparêzin û bi riya wan derbasî vir bin.

Nestûrî heta dewra padîşah Ebdil-Mecît, li Cezîrê û Botanê di bin stûbariya begên Kurdan de rûniştî bûn, ji mêj de baca xwe li gorî lihevkirinê didan. Ingilîzan tevlihev-dan kir. Nestûriyan nema baca xwe dan. Di wê demê de, Mîr Bedirxan serekê began bû, û dûre bû paşa.

Bedirxanî bi hêzeke xurt êrîşeke zor bir ser Nestûriyan, û ew şikandin, xûk û bac jî, ji wan girt. Di vê bizava Mîrê Kurdan de tu akam û mebesta asêbûnê li hemberî dewletê tunebû, lê Mîr îdarekirina vê rîayetê (birêvebirina karûbarê mîretiyê) ku ji bav û kalan hatibû, ji bo xwe tişteke meşrû’ didît, belkî ev yek ji bo xwe wek meseleya şerefê dizanî.

Di wê demê de, mîrza Henrî Layard li Mûsilê Konsolosê Ingilîzan bû, û entîke û kevnareyên, ko ji kavil û wêraniyên Nînowayê derdiketin, ewî dighandin British Museumê ya li bajarê Londonê. Wî Ingilîz agedarî pirsa Nestûriyan kir, û serçimandina Bedirxan, jî xwest. Bixwe, ew li dû mezinkirina pirsa Nestûrî û Bedirxan bû; ta ko Ingilîzan doza derxistina Bedirxan ji welatê wî, ji Tirkan kir.

Bedirxan dê bi hesanî dev ji mîrnişîna pêmaya bav û kalên xwe berneda, nemaze miletê wî dibin fermandariya wî de ne, û bi çavin mezin û pîroz lê dinêrin: Guhdariya fermanên (Babil Alî) nakin. Padişahiya Osmanî dît guhnedan û bersivnedana fermanên wê, asêbûn û liberrabûn e, vêca bi leşkerekî giran êrîşî Bedirxan kir, zilamên Bedirxan pêdariyeke zor kirin, û bi serketin. Hemî têkiliyên xwe bi dewleta Osmanî re birîn, û serxwebûna welatê xwe hildan, û wîlayeta Sêrtê jî girtin.

Tê bîra min, min di biçûkaniya xwe de, di sala 1258an de (koçî), perên çêkirî dîtin, ko li ser rûwê wê (Mîrê Botan Bedirxan e) nivîsandîbû. Bedirxan mirovekî aqilmend û pir zîrek bû, ji tevger û karên dijwar nediwestiya. Fermandariya Bedirxanî roj bi roj fireh dibû, ta ko gihişte bajarê Diyarbekirê (Amedê). Ev pesin û salixdanên hanê, bes in ko Mîr Bedirxan di nav gelê ko hîn di jîneke sazûmanî û pevbendî de kedî nebûbe; bigihêje bilindiya Emîr el-muminîn.

Ji ber asêbûn û li ber rabûna Mîr Bedirxan, Ingilîz dijminê wî yê taybetî, û Nestûrî yên gelemperî bûn. Li Stenbolê, misilmanan jî ji Mîrê Kurdan hezdikirin pirtirî ko ji padîşah hezbikin. Lê padşahiyê ji ber zora Ingilîz.. bi serdariya Ismaîl paşayê Çerkes, leşkerekî xurt, bi çekên giran ve şande ser Bedirxanî.

Di gumana min de, serdar Ismaîl paşayê Çerkes, di şerê Belqan de serokê erkan bû.

Mîr, li hemberî êrîşê dikaribû şer kiriba, û zora wan jî biriba, lê mixabin pismamê wî; Êzdîn Şêr, dev jê berda û bi 15-20 hezar şervanî ve li kêleka leşkeran sekinî. Ji neçarî Bedirxan xwe sparte mercên xwehremendiyê, û şer rawestand. Ev bûyer, di sala 1262an de (koçî), (1845z.)bû.(ya rast sala 1847z bû-werger)

Vê bûyera dijwar û xiniziya Êzdîn Şêr, serî li Bedirxan gerandin, û bûn sedem ko (Babil Alî) û padîşah bixwe lê bêne mehderiyê. Pêvî bê çi bi serê malbat, êl û eşîra wî, eşîrên li derdora wî hat kirin. Fermandan wilayeta Amedê û heyeta erkanê ko Bedirxan û malbata wî bi awayekî şayeste û kubarî bigihînin Istenbolê. Dema ko ew gihandin bajarê Istanbolê, di cih de, derbasî dîwana padîşah Ebdil-Mecîd kirin.

Bedirxan, li ber padîşah, xuyakirina sedem û dehifdanan, ne li şayesteyî cih û meqamê xwe, ne jî li gorî sazûman û toreya ko li ser xwedî bûye dît. Ji lewra, ewî dîdariya cihnişîn (baz’an) baştir didît; ji bo wî sûcdar û gunehkareke, û tenê perçeyek ji çarînên Umer Xeyam li ber bixwîne:

Ka kî li cîhanê bê guneh heye, bêje min?

Yê bê guneh çawa jiyaye, bêje min?

Nepakiyê bi te dikim, tu jî nepakiyê bi min dikî.

Çi cudayî di nav min û te de heye, bêje min?

Xwendina vê çarînê, dilê padîşah pir şakir, û pirtir bi Bedirxanî ve hate girêdan û navnîşana padîşahiyê pê ve kir.

Piştî karbidestiya Bedirxan ji ser Nestûriyan rabû, bûn wek şêrên dev bi xwîn, û bi mîrnişîn û padîşahiyê ve ketin. Roj bi roj bûyerên wan ên xerabûnê pir dibûn, ta ko lîstikên wan jî diyar bûn. Ev sedemên seretayî, û serekî yên hilweşîna padîşahî û mîrnişîniyê bûn.

Rojekê ji rojan, Xelefê Şewqî(5) pêrgî hevalekî ji hevalên Mîrê Behdînan hat, bi hev re, li ser buyer û karên mîrên hev peyivîn. Hevdê Mîrê Behdînan ji Xelef re got: -Ma ev çi rewş e li Botan e? Herdem di nav şer û nakokiyan de ne. lê Mîrê min, li welat û herêmên wî herdem xweşî, bêdengî û haşbûn e.

Xelef lê vegerand û got:- Mîrê te dîkê di nav sedên mirîşkan de ye. Lê Mîrê min beranê di nav hezarên ji beranan de ye, û ev e sedema haşbûna li nik we û nakokiyên li nik me.

Ji çîrokên jînenîgariya

Bedir-Xan yên taybetî

Bedirxan, di şêst û pênc saliya xwe de mir. Ji carekê pêve nesax neket, ew car jî pê çû. Di saxiya xwe de, pir bi hêz bû, bi liba genim digirt, û ji nav tiliyên xwe de davêt, cam quldikir. Di dema li Tirkiyê surgon bû, pereyên Mecîdî nû derketibûn, Mecîdî bi tiliyên destên xwe digirt, û difirikand, nivîsandina wê dimal, û jê dibir, wî canbaziyeke taybetî hebû, ew jî qut û şikandina êzingan e. Çewa celebên qalûn û pîpên wî, yên ko pê tutûn dikişand bi cîgeh û xizaneyên taybetî bûn, weha cîgeh û xizanên ji bo parastina celeb û rengên biviran jî li nik wî hebûn.

Ev e rûpelek ji jiyana wî ya li surgonê (Turkiyê):

Piştî ko darên stûr û mezin tanîn, li orta hewşê şipiya datanîn. Her roj, piştî nîvroj Mîr Bedirxan paşa du demjimêr (se’et) xwe bi qutkirina darê êzingan mijûl dikir. Piştî ko karê xwe kuta dikir, tasek mezin dew vedixwar. Havîn ba, zivistan ba, wî bi ava sar destnimêj digirt.

Ji biçûkaniya xwe de (ango ji dema bavê xwe de) di riyeke xweşî û saxiyê (tenduristiyeke baş) de xwe dîtibû.

Carekê min ji apê xwe Ebdilrehman Beg bihîst, Bedirxan di zivistanê de qeşa dişkenandî û bi ava sar û qeşagirtî serê xwe dişûşt. Pir ji canbaziya binavê hezdikir, gelek caran bi dost û hevalên xwe re dilîst.

Hezkirina vê lîskê di dilê zarokên xwe de diçand. Beşdarî lîskên wan dibû, yên di yek temen û xurtiyê de ba wan bera hev dida, û yê serketî diyariya wî xencer an dimançek bû.

Mîr pir ji lîska şetrencê jî hezdikir, ji ber ola (mezheba) wî Şafi’î bû, ji nav lîskan Şetrenc jê re helal û rewa bû. Çawa lîskvanin zîrek ji nav hevalên wî diyar bûn, weha jî di nav zarokên wî de. Lawê wî peyar Mistefa paşa lîskvanekî pir jîr û jêhatî bû. Rojekê zora bavê xwe Bedirxan paşa bir, Mîr pir hingirî, û bênteng bû, ji ber tu kesî zora wî nebiribû, di nav henek û genekan de, dar di nav serê lawê xwe de xist, lê lawê wî ji cihê xwe nelivî û bêdeng ma.

Min ev bûyer ji peyar bavê xwe Emîn Alî Beg bihîst. Rojekê, di destpêka şerê Cîhanê yê pêşîn de, min û bavê xwe, bi hev re lîska Şetrencê lîst, nizanim çawa bû, ji min re li hev hat û min zora wî bir, hema lîsk kuta bû, ji nişkave, ez rabûm û ji paş ve vegeriham, bi dû-sê gavan dûrî masê ketim. Bavê min ji vê tevgera min î ji nişka ve mat û zehî ma!! Ewî ji min re got: Çi bi te hat? Min bersiva wî da; Min texmîna darê lêxistinê kir, vêca ez dûr ketim mîrzayê min. Ji vê henekê, peyar pir kenî û şabû. Wî bixwe ji henekan pir hezdikir. Li ser daxwaza Mîr Bedirxan, zarokên wî bi gelemperî hînî lîska Şetrencê dibûn. Peyar Mistefa paşa lîskvanekî navdar bû, di dema ko ew li bajarê Şamê dima, rûsipiyekî Rûsî navdar, û yê yekemîn di nav lîskvanên welatê xwe, û di nav yên Ewripayê de bû, pir ji naskirin, serdan û gera rojhilatê hez dikir. Rojekê bi mêvandarî hate bajarê Şamê. Di vê hatina xwe de, pirsa nave lîskvanekî xurt li bajêr kir, xelkê bajêr berê wî dan Mistefa paşa.

Di wê demê de çayxanek taybetî ji maqûl û mezinên bajêr re hebû, mêvanê gerok berê xwe da wê çayxanê, li derbasbûnê pêrgî lîskvanekî hat, û sedemê hatina xwe yî çayxanê jê re got, lîskvan wê êvarê soz bi çûna nik Mistefa paşa dayê, piştî ko bîstekê dagerîn mala wî bi mêvandarî. Yê gerok bi mazûvanê xwe re berî dan malê. Li derbasbûna oda mêvanan, çavên mêvan bi masa Şetrencê ket. Di cih de, yê mêvan ji mazûvan pirsî: Diyare ko tu dilçûnê lîska Şetrencê yî, gelo te tucarî Mistefa paşa re lîstiye? Mazûvan lê vegerand û got: Min gelek caran pêre list, lê min yekcarî zora wî nebirye.

Yê Rûsî ji mazûvan xwest, carekê berî çûna cem Mistefa paşa bi hev re bilîzin. Bi hev re lîstin, yê mazûvan zora mêvanê xwe bir, bê ko mêvan ber xwe bide, ew pir li ber xwe ket, û ji çûna cem Mistefa paşa rûsar ma; ji ber ko mazûvanê wî, tucarî zora Mistefa paşa nebiriye nexwe tu hêviyên wî di bindestkirina Mistefa paşa de nema.

Di wê gavê de, mêvanek derbasî male dibû, û bang li xwediyê male bi nave Mistefa paşa kir. Di cih de, yê mêvan ji yê derbasbûyî haydar bû, ko mazûvanê wî Mistefa paşa bixwe ye. Ew ji vê rewşê mat û zehî ma. Ji mazûvanê xwe pirsî: Sedemê nediyarkirina fereziya xwe. Mistefa paşa bersiva wî da û got; (Ta bi niha tu kesî zora min nebiriye. Ez bixwe te nasnakim, û ne jî jêhatîbûna te dizanim. Min baştir dît, xwe bi te nedim naskirin, û bi te re bilîzim. Heger te zora min biriba, minê wê gavê sergerandin û rênê din jê re bidîta. Tirsa min ew bû, ku te ji bajarê Şamê bida rê serbest û Mistefa paşa bima bindest.

Cara pêşîn bû, min ew çîrok ji devê lawê metika xwe peyar Yûsif begê Turk bihîst, çîrokeke baş li Sûrî û Libnanê nas kiriye. Min bixwe ji devê gelek kesan bihîstiye.

(Kuta bû)

Têbînî:

—————————————————–

1-Berî ko Mîr Celadet Bedirxan bîranînên xwe kuta bike, ji nav me bar kir û çavên xwe damirand, ji ber vê çûnê, her tişt jî wekî xwe man û bîranînên wî di pertûkekê de nehatin civandin û belavkirin. (D. Zengî).

2-Ev kurtegotin ji bîranînên peyar Mîdhet beg e, di sala 1908-1909an de, di dema gera wî û birayê wî yê mezin Bedrî paşa de, li Kurdistanê nivisiye.

3-Salih beg: Birayê Bedirxan yê mezin e û lawê Mîr Ebdilxan yê mezin e. Bixwe ew jêgirtiyê rewayî ji Mîrnişaniya Botan re bû. Lê ji ber ko mirovekî dîndar û sofî bû ne li gorî kar û barê erkê mîrnişînî û fermandariyê bû. Bi dilê xwe, mîretî da destê birayê xwe Mîr Bedirxan û wî şayesteyê wî cihî dît.

4-Mutewwel: pertûka Se’dedînê Teftezanî ye, di warê rêziman, veguhertin û pêlewa-zên helbestan de ye. Muxteser: kurte-pertûka Mûtewwel e, di nav Feqe û Melên Kurdan de tê xwendin. (D.Zengî).

5-Xelef: Yek ji heval û hogirên Bedirxan paşa yê nêzîk bû. Ji ber peyakî qenc, mêr û jêhatî bû; Mîr Bedirxan gelek jê hezdikir. Pir ji stran û dîlok li ser kar, mêranî û hişyariya wî hatine gotin. Li nêzî Nisêbînê cihek heye jê re (Girê Xelef) dibêjin ew jî li ser navê wî hatiye binavkirin.

Çavkanî:

*Rojnameya (El-Huriye),sal:1,hejmar:5,6,7,8,9,10. Sala:1957. Beyrût- Libnan.

Têbînî:

Ev bîranîn di rojnameya Armanc, Hejmar:1, Sal: Tîrmeha 1995, Rûpel:8-9, Stenbol- Turkiye hatiye belavkirin.

Jêder: Gemya Kurd

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s