HRW: Desthilata el-Esed li Sûriyê ‘10 salên winda’ ne

Foto: Ji malpera Beşar El-Esed hatiye girtin

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) deh salên desthilata Beşar el-Esed Serokomarê Sûriyê nirxand û bi “10 salên winda” bi nav kir û nerazîbûna xwe derbirî ji rewşa mafê mirovan li Sûriye di van 10 salan de.

Berî 10 salan wek îro di 17 Tîrmehê de Beşar el-Esed kurê Hafêz el-Esed serokomarê Sûriyê yê berê (1970 – 2000) sûnda yasayî xwar û di axaftina xwe de soza pêşîvekirinê, zelalî û demokrasiyê da. Lê piştî 10 salan ji desthilata wî, HRW wan salan bi salên reş bi nav dike.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Navdewletî (HRW) di di rapora xwe de ku wêneyek jê gihişte AKnewsê, ya bi bûneya derbazbûna 10 salan li ser desthilata Beşar el-Esed serkomarê Sûriyê, daxuyaniyên girîng radigihîne.

Rapora ku ji 33 rûpelan pêk tê bi navê “10 salên winda” hatiye binavkirin, ew rewşa mafê mirovan di 5 waran de dinirxîne ku ew jî ev in: – Perçiqandina çalakiya siyasî û yasayî – Rêgirtina li ber Azadiya derbirînê – Îşkence û azardan – Danûstana bi gelê kurd re – Windayiyên bê qesd.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Navdewletî HRW hinek xalan binpêkirina mafê mirovan li Sûriye di van 10 salan de wiha tîne ziman:

–          Buhara Şamê, piştî wergirtina el-Esed ji desthilatê re hinek grûpên ne fermî di nav xwe de rewşa çaksaziya siyasî gengeşe dikirin, lê ew buhar di tebaxa 2001ê de bi binçavkirinê bi dawî hat, paşkoka raporê navê 92 kesên girtî diyar dike.

–          Awayê derketina biryaran li Sûriyê ne diyar e, û zanyariyên aşkere li ser gotûbêjên siyasî di nav sîstemê diyar nînin ku ji bo çi el-esed çi guhartin nekirin.

–          Rewşa awarte ya di sala 1963an li Sûriyê hatibû sepandin, hîn di kar de ye û di dadgeh û darizandin û girtinên xwe de  yasayên wê bi kar tîne.

–          Li gor Yasaya awarte, Dadgeha Ewlehiya Dewletê hatiye çêkirin û ew hukimê giran bi xelkê derdixe.

–          Dezgehên Ewlekariyê hîn bê ferman xelkê binçav dikin û cihê wan bi hefteyan û hin caran bi mehan diyar nakin. Îşkence û azardana sîstematîk di hemû şaxên dezgehên ewlehiyê de tê kirin.

–          Hîn Sûriyê di rastiya xwe de Dewleta yekpartiyî ye û tenê Partiya Baas li ser desthilatê ye.

–          Beşar el-Esed rê li ber internet vekir, lê dezgehên wî yên ewlehiyê xwedîblogan binçav dike û malperên belavdar wek FeceBook, Yutub û Blogr digire û nahêle kes pêgînek.

–          Sala 2001ê, hikûmetê zagoneke çapemeniyê ya nû derxist û li gorî wê gelek astengî xistin ber Rojname, kovar û pertokan.

–          Dezgehên ewlehiya Sûrî hîn berdewam in di nerêkirina daxwaz û muletên rêxistinên ne hikûmetî yên serbixwe û hemû rêxistinên mafên mirovan li Sûriyê bê mulet in.

–          Kêmnetewa Kurd, ku serjimara wan ji sedî 10 in, ji mafên xwe yên bingehîn mehrûm in, her wiha ji mafê fêrbûna bi zimanê xwe û ahengên cejnên kurdî, û di van salan de hin caran zordarî ta mirinê li hemberî wan hatiye bikaranîn û gelek serkirdeyên siyasî yên kurd binçav kirine.

–          Tevî sozên ku el-Esed dubare dike, hîn 300 hezar kurd bê nasname ne ku di sala 1962an de bi serjimêriya awarte nasnameyên wan ji wan hatine standin.

–          Sozên el-esed yên derbarê derxistina yasayên nû ji bo firehkirina beşdariyê di jiyana siyasî de û pêşîvekirina li ber civaka sivîl pêk nehatin.

Rapor nimûneya herî balkêş di paşveçûna rewşa mafê mirovan de dide, “Dadgehên Sûriyê di 3 hefteyên borî de du hukimên têvel li dij du Parêzerên mafê mirovan derxistiye Heysem el-Malih yê 78 salî û Muhend el-Hesenî yê 42 salî ku her yek ji wan bi 3 sal zindan hatiye cezakirin, ji ber rexneyên wan ji bo warê mafê mirovan.”

Li dawiyê rapor derbarê desthilata Beşar el-Esed wiha dibêje, “Bêyî çaksaziya rewşa mafê mirovan di 5 warên navborî de mîrata el-Esed siyaseta bavê xwe didomîne: desthilata bi rêya perçiqandinê.”

hr AKnews

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s