Rûpêç li zanîngehên Sûriyê hate qedexekirin

Wezareta Perwerde û Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê, biryar stand ku xwendekarên rûpêçayî êdî nikarin derbasî zanîngehan bibin.

Jinên rûpêçandî

Di vê derbarê de Wezîrê Xwendina Bilind li Sûriyê dr. Xiyas Berekat ji çapemeniyê re ragihand, “Rûpêçan ne ji nirx û nerêtên zanîngehê ne, lewma nabe ku rûpêçayî derbasî zanîngehê bibin”.

Wezîr domand, “Civaka Sûrî ti carî hizir û ramanên tund napejirîne, lewma bo rê birîna hemû hizirên tund me biryara han stand”.

Sebaret biryara han, gelek nêrîn û boçûnên cuda derketin holê û AKnewsê hindek nêrîn wergirtin.

Mola Ebdulrehman, îmamê mizgeftê ye, “Rûpêçan ne nirxeke resen ya ola îslamê ye, di serdema pêxember de ti jinan rûpêç li xwe nedikir, helbet jin û keçên pêxember jî wiha bûn, lê belê di serdema Ebasî de dema ku kenîzek û herêm pir bûn rûpêç bo jinên aza derket, pê e ev bûye nerêt û teqlîd nemaze di dema Osmanî de”.

Foto: Deriyê zanîngeha Helebê

Fatime, xwendekar e, “Bi rastî biryareke baş e, çunku zanîngeh cihekî akademîk e, û nabe rûyê ti kesî veşartî be”.

Xelîl, karmend e li zanîngehê, “Berî sala 2000’ê me ti jin yan keça rûpêçayî li zanîngehê nedîtibû, lê belê piştî bûyerên 11’ê Îlonê û derketina rêxistina el-Qaîde ramanên tundrewî pir bûn, ku rûpêç yek ji van ramanên tund e, lewma ez bawer im ku divê ev biryar li hemû dezgehên hikumî bi cî bibe”.

Şêrîn xwendekar e, “Tevî ku ez ne bi rûpêçê re me, lê ew azadiyeke kesane ye”.

S. Şaşan, mamostayê zanîngehê ye, “Biryareke baş e, me ji mêj ve biryareke wiha dixwest, lê digotin ew azadiya kesane ye, lê ev azadî nabe ku rûyê xwendekaran veşêre, ma mamosta çawa dê karibe bi kesekî rûveşartî re bide û bistîne, her wiha sedemên ewlehî jî hene, em dibînin ku gelek kes di bin siya rûpêçê de pir tiştên nebaş dikin”.

Tê zanîn ku berî demekê me di AKnewsê de weşandibû ku Wezareta Perwerdeyê li Sûriyê biryara dûrxistina nêzî 1200 mamosteyên rûpêçayî ji Wezareta Perwerdeyê bo wezaretên din nemaze bo Wezareta Şaredariyê standibû.

Hêjayî gotinê ye ku di dema dawî de hindek welatên Ewropî biryara qedexekirina rûpêçê li cihên giştî standin, wek Fransa, Belçîka, Herêma Katalunya ya Spanî…hwd, û gelek nerazîbûn di nava mislimanên parêzker de peyda kir.

çk AKnews

Advertisements

2 thoughts on “Rûpêç li zanîngehên Sûriyê hate qedexekirin

  1. Ev nûçeyeki gelek baş e, lê belê, dema ku ez çûm zanîngeha Helebê, min hindik Jinên rûpêçandî dîtin. Ne gelek bûn.

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s