Chávez: Bijî Beşar El-Esed! (Vîdyo)

Foto: Ji malpera serokê Venezuela Hugo Chávez hatiye girtin

Di zarokatiya xwe de min weke hemû zarokên dibistanan li Suriyê bang dikir “Ta ebed Ta ebed serokê me Hafêz El-Esed”, her wiha solganên weke “Bi can bi xwîn em goriyê tene Hafêz”.

Piştî wê J di nûciwaniya xwe de, li şûna serok Hafêz El-Esed serok Apo şûnê girt, û me slogana “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok” digot, lê dema hinek aqil kete serê me û me fam kir ku “çanda bijîkirinê” çandeke paşvemayî û tenê kesên kole peyda dike, êdî me dev ji van sloganên vale berda.

Di sala 2000an dîktatorê berê Hafêz El-Esed mir û kurê wî Beşar şûnê girt, baş tê bîramin carekê dema me dersên amadekirina leşkerî distand, generalekî  serdana fakulteya me kiribû, dema ew kete hundirê hola mezin min rabû beşekî ji helbestekê li ser Beşar xwend, piştî wê jî hemû kesên di salonê de li çepikan xistin. Lê gelek hevalan dizanî ku min ne ji dilê xwe de vê helbestê digot û min xwestibû ku hinekî Show di hundirê holê de bikim.

Berî çend rojan min axaftineke serokê Venezuela Hugo Chávez derbarê giringiya serokatiya Beşar El-Esed di rojhilata navîn de dît  û çawa kesên “çepikvan” piştgiriya   axaftina wî dikirin, wan rojên bijîkirinê hatin bîramin, min digot qey tenê li rojhilata navîn ev çand heye.

Yekî ji kesên hazir di salonê de rabû ser piya xwe û ji serokê Venzuela re got: “Rihê min, gewdê min û xwîna min ji bo vî welatî,  ji bo şoreşê, hûn her bijîn  û bijî Beşar El-Esed, bijî Suriyê…”

Chávez jî got “Viva Beşar El-Esed” ango “Bijî Beşar El-Esed” û ser kesayetiya wî û yê bavê  wî  bi awakî xweş axivî, li hêlê din jî ez li Beşar û Esmaa dinêrim, li rûkeniya wan mêze dikim, nizanim ji ber dîtina ev şanoya Venezuelî  yan jî  ji ber axaftina Chávez li kêfa wan dihat.

Tê zanîn ku serokê Suriyê di heyva bihorî de serdana Kuba, Venezuela, Arjantîn û Brazîlê kiribû ji bo îmzekirina peymanên aborî û ji bo şikandina zincîra tenhatiyê ku li dor deshilata Suriyê hatiye gerandin.

Têbînî: Di vîdyoya duyemîn de Chávez nîşana “Têkoşerê Azadiyê” dide serokê Suriyê û wî weke “yek ji têkoşerên azadiyê ya cîhana nû” dibîne.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s