Min Rûdaw li Amesterdamê nedît

(Foto: Rudaw.nl)

Ev bûn çend roj malperên Kurdî reklama belavbûna rojnameya  Rûdaw li Holandayê dikin. Duh jî  Malpera Rûdawa bi zimanê Holandî nûçeyekê weşand derbarê belavkirina rojnameya Rûdaw li Holndayê, di heman rojê de jî ji bo deh saetan çûbûm paytexta Welatên Nizm. Dema ez ji Amsterdam Centraal derketim, dîrekt,  min berê xwe dabû firoşgeha rojnameyan ku li derveyê stasiyonê bi cih dibe. Min çavê xwe di nav rojnameyan de gerand ta ku ez Rûdawa kaxesî bibînim, min nedît.

Min ji karmendekî pirsî, rojnameya Rûdaw  li ba we heye?.

Ew gote min: Çi?

Min got: Rûdaw. Belam badaxawa bersiva wî “No” bû.

Piştî gerekê di navenda bajêr de, min dîsa  li sê firoşeghên rojnameyan li Rûdawê pirsî, mixabin beriv dîsa na bû.

Vêca nizanim eger hejmarên Rûdaw di van firoşgehan qediyabûn yan jî Rûdaw wê di sêşema bê de dest bi belavkirina xwe li Holandayê bike.

Erê Rûdaw li hin bajarên Almanya tê belavkirin lê mixabin hîn nagihêje sînorên Munsterê, min hez dikir ku ez di serdana Amesterdamê de hejmara dawî peyda bikim ta ku ez li ber vexwarinekê  bixwînim lê bi ya min nebû.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s