Pileya germê li Qamişlo gihîşte 50 pile

Eve çend roj in û asta germahiyê li Sûriyê pir bilind e, vêca bi 5-9 pileyan ji rêjeya salane bilindtir e.

havînDi vê barê de jêderekî dezgeha Meteorolojiyê ji AKnewsê re got, “Ev çend roj in ku pêla germê di ser hemû parêzgehên Sûriyê re derbas dibe, her wiha çaverê ye ku ev pêla germê ta dawiya hefteyê bidome.”

Jêdera navborî domand, “Sedema pêla germê bayê kur yê ji wek-kêşwera Hindistanê tê ye, her wiha bandora bayê xolgeyî jî hişt ku asta pileyên germahiyê bilind bibe.”

Sebaret pileyên germahiyê jêder da xuyakirin, “Pileya germê ya herî bilind li dever û parêzgehên rojhilat û Cizîrê hatin tomarkirin, ku li Qamişlo 46 pile li siyê û 50 pile li ber tavê, li Helebê 43 li siyê û 47 li ber tavê, li Şamê jî wek Helebê bû, tenê deverên nêzî kenara Derya Spî pila germahiyê hinekî nizm bû û dora 31-38 pileyan bû.”

Di vê çarçovayê de AKnews bi bijîşk Dr. Xelîl Teymor re axivî û hindek şîret jê wergirtin da ku xwe ji zirara germê biparêzin.

havînDr. Teymor got, “Nexweşiyên herî berçav ku germahî wan encam dide, zikçûn, ta û melariya ye her wiha girtina perdeyên mêjî ku di zimanê tenduristî (Meningitis) jê re tê gotin.”

Derbarê xweparastinê de Dr. Teymor got, “Pêwîstî bi paqijiyê heye her wiha pir vexwarina avê û kêmkirina xwarinên bi rûn û şîre wek hêk, goşt, hejîr hwd, û berdêlî wan divê xwarinên sivik bixwin wek zebeş, mast, hemû keskahî û hwd.”

Dr. Teymor di berdewamiya axaftina xwe de got, “Kesê ku neçar e ku di bin tavê de derkeve divê serê xwe biparêze da ku tîrêjên rojê yekser li serê wî nexin, lewma amojgariya me li xwe kirina şewqe û berçavikên dijrojê ye, her wiha nabe ku avjeniyê di dema nîvroj û paş nîvrojê de bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku eve çend sal û pileya germa havînê bilind bûye, ku guhartina avûbayî sedema sereke ye jê re, her wiha têbûna perdeya Ozon û kêmbûna rûbera daristanan jî dibe sedem.

çk AKnews

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s