Belgefîlma “Bihûşta Heft Eşîran” de / Spanî û Înglîzî (Vîdyo)

Belgefîlm şehadet û nirînên xelkê Kurdistanê û berpirsiyarên hikûmetê derbarê rewşa herêmê berî û piştî hilweşandina rejîma Seddam Husên pêşkêş dike,  berê rewşa herêmê çawa bû û niha çawaye.

Di despêkê de du kevnepêşmerge Mehmûd Mustefa û Şêx Ebdelan Barzanî li ser bîraînên xwe di dema şer de diaxivin, Barzanî li ser zerf û mercên şerê pêşmerge li dijî rejîma îraqê  dibêje: Ew ji me xurtir bûn, sîlahên giran di destê wan de bûn, me bi bawerî şer dikir, me dikarî hîlkopteran gêr bikrana, tenê bi debancakî me êrîşî tankan dikir.

Di belgefîlmê de Hîwa Caf, Edîtorê kovara Malbat,  diaxive û besha têgeha “Tolhildana Şîrîn” dike, baweriya min bi tolhildana şîrîn heye, ez ji tere bêjim  çawa?, ew xerab dikim, em jî ava dikin, ew dikujin em jî jiyanê diafrînin, cihê ku têde wargehên leşkerî û cihên îşkencekirinê hebûn îro park e, cihê ku evîndar xort û keç, malbat  di rojên tatîlê de dicivin. Ev e tolhildana me ya şîrîn, nûavakirina netew û welatê xwe…”

Yek ji beşdarvanên belgefîlmê Gaşaw Murad, bi êş û kesereke mezin, li ser komkujiya Helebce diaxive: “Min nizanî bû ku bombeyên kîmyawî avêtibûn, ez 11 salî bûm. “Bavê min ligel erebeya cîranan ez û birayê xwe yê yek salî şandin derveyî bajêr, di rê de şofêr dipirsiya kes sêv bi xwe re aniya bihna sêvan tê, lê kes bi xwe re sêv nebiribû, min laşên mirovan li ser rêyan dîtibûn…., Jineke ji min re got sîlahên kîmawî avêtin, divê hûn dev û çavên  xwe bigrin, tiştê tê bîra min ku min desmala serê xwe danî ser dev û bêvilê xwe û ser çavên birayê xwe. Bavê min rizgar bû, lê pirsgirêkên tendirustî di çav û guh wî de hebûn, herdem digriya, jin û şeş zarokê wî jî di bûyerê de miribûn”

Belgefîlm dîmenên  dibistaneke kurdî jî dikşîne ku têde mamoste Zahêr Faris Ehmed ji şagirtên xwe re  nexşe û sînorên Kurdistanê şîrove dike, her wiha jî zarok jî diaxivin û nirînêb xwe di derbarê hin mijaran didin û sirûda Ey Reqîb dixwînin.

Belgefîlm behsa qonaxa  mayîna pêşmergeyan li Yekîtiya Soviyêtê yê berê dike , di belgefîlmê de jinên pêşmergeyan yên Rus li ser bîranên xwe  yên wê demê ligel pêşmergeyan diaxivin.

Di beşekî de ji belgefîlmê Osman Hami Saîd û Aştî Mohamd Sabir li ser bîranên xwe yên bi êş di zindanên Seddam de diaxivin.

Di belgefîlma “Buhûşta Heft Eşîran” de gelek kesayetî nirînên xwe derbarê mijarên curbecur vedibêjin, weke Parlamannter Şehab Sidîq, Mela Omer Sîwerî, oldarê xirstiyan Alcass, Qayser Xalêd, Mehdî Hesen, Gorge Ezîz, Evîn Berwarî, nûnera hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanya Beyan Samî Ebdulrehman, û wezîrê Karê Derve yê KurdistanêFelah Mustefa Bekir.

Di belgefîlmê de gelek wêne û dîmenên balkêş hatine weşandin û piraniya mûzîka fîlmê ji  stranên Şivan Perwer pêk tê, her wiha  dengê dstranbêjin din têde cih digrin.

Ji bo agahiyên din derbarê Belgefîlmê:

Belgefîlmeke nû li ser Herêma Kurdistanê: “Bihûşta Heft Eşîran” (Vîdyo)

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s