Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê kovara Livînê şermezar kir

Foto: Ji malpera Dengê Azad hatiye girtin

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê jî bi beyannameyekê kovara Livînê şermezar kir.

Sendîkayê di beyannameya xwe de wiha got: “Kovara Livînê di hejmara 134’ê ya roja 8’ê tebaxê de babetek li ser serkirdeyê gelê me Barzaniyê nemir belav kiriye ku babet hemû pêk hatiye ji navzirandin û têkdana mêjû û xebat û kesayetiya Barzaniyê nemir Ev Babet di demekê de faktorek e bo têkdana yekîtiya gelê me û ezmûna wî gelî û di heman demê de xizmetkirineka aşkere ye bi neyar û dujminên ezmûna gelê Kurdistanê nemaze di vê qonaxa nazik de. Em bi dilgiranî û nerazîbûneke zor ve babeta kovara Livînê wek binpêkirina urfên rojnamegeriyê dijmêrin ku li hember serkirdeyekî navdarê gelê Kurdistanê hatiye kirin û lewra em bi dijwarî vê babetê şermezar dikin.”

Yekîtiya Zanayên Olî ya Kurdistanê jî di beyannameyekê de nivîsara li kovarê wek karekî nebicih bi nav kir.Ji aliyeke din ve Kovara Livînê jî duhî beyanameyek belav kir û tê de aşkere kir ku jiyana wan di metirsiyê de ye û pêwîstiya wam bi parastinê heye.”

Wek tê zanîn, di xutbeya înê ya bihurî de hin melayên li Hewlêr û Dihokê îdîa kirin, kovara Livîn sembolên olî yên kurdî teşhîr dike û biçûk dixe û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku kovara Livînê bê girtin.

Dengê Azad

Kovara Livîn: Jiyana me di metirsiyê de ye

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s