“Cotkaran, xwediyên kar û sinetên giran dikarin rojî negirin”

Foto: Rudaw

Derbarê pirsyara: Gelo karker û kasibkar û kesên ku karên giran dikin, rast e di Remezanê de rojî bigrin an na?

Lîjneya Bilind a Fetwaya Kurdistanê bi vî awayî fetwaya xwe derxist:

Karker, cotkar, karkerên xanî û avahî û kêlgeh û baxan û kasibkarên din ku nagunce bi şev kar bikin û bo xwedîkirina xwe û malbatên xwe pêdiviya wan bi kar heye û tu çavkaniyeke dahata wan a din nîne, êdî ev kar bi kirê bin an belaş, erke bi şev nêta xwe ya rojiyê bigrin, dema bibe roj û her dema di nav rojiya xwe de bêhêz bûn, wê demê dikarin rojiya xwe bişkînin û di demeke din de rojiya xwe qeza bikin bi mercê bêrêziyê derheqê vê mehê de nekin û bi awayekî eşkere tiştan nexwin û venexwin, dikarin hemû sinetên Remezanê yên din ji xwe re bikin wek limêjên Terawîhan û xwendina Quranê.

Îbin Hecer di pirtûka `Tuhfetu Elmuhtac` de dibêje: “Dibe di rewşên cotkarî, avahî, karên ku bi şev nayên kirin û divê bi roj bên kirin de rojî neyê girtin.”

Herwiha Şêrwanî dibêje: “Wek cotkaran, tevahiya xwediyên kar û sinetên giran jî dikarin rojî negirin.”

Rudaw.net

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s