Destê Hêvronê dixwazin!

Foto: Ji bloga Hêvron hatiye girtin. http://hevron.wordpress.com/

Gengeşiya li ser daweta me heya roja îro didome, yên ku dibêjin we em venxwendin dawetê, yên ku dibêjin dilê me bi we şewtî ku we wisa daweteke biçûk çêkirbû, yên ku dibêjin weşandina ramûsana we li ser înternetê ne li gor irf û adetên me ne…hwd.

Li aliyê din jî her demekê em pêrgî hevalek an jî merivek tên ku hîn bi nûçeya zewaca me nebihîstine, em jî wan bi rewşa xwe  agahdar dikin. Wê rojê  merivekî Hêvronê  ji  Suriyê telefon kiribû û jêre behsa xortekî kiribû, ku ew jî merivê Hêvronê ye û li Almanya dijî, ta ku hev bibînin û hevdu jî biecibînin, ji Hêvronê re dibêje: Belkî nesîb (qismet, şens) hebe. Hêvron jî jê re got: Xoltîk belkî te nebihîstiye lê ez zewicîme. Xaltîka reben bi nav hev ket û derbikê got: Temam, tenê min xwest ez li halê te bipirsim, û telefona xwe girt.

Xuyaye ku Kurd hîn tora înternetê baş naşopînin nemaze weşana bi Kurdî, mixabin hîn gelek Kurd hene ku heya roja îro bê bikaranîna înternetê dijîn, tenê bi rêya televîzyon û telefonan agahdar dibin, nizanin lku întenet cîhan kiriye gundekî biçûk, lê ew weke gundiyên zemanê  berê ne  tenê bi rêya dengê def û zirneyan bi çêkirina dawetekê dihesin. Em dûr neçin diya min piştî çend rojan ji daweta me telefon kir û gote min: Kurê min xelkê dibêje tu zewiciye. Min jî got: Erê onê, ne min bi rêya emailê nûçeya zewacê û wêneyan ji we re  şand, lê xuyabû ku ew e-name hîn neghîştibû wan. Sînema min zewaca me  pîroz kir û ligel bûka xwe ya ecer (nû) jî axivî û jê re bimbarekî kir.

Hevalekî ji min re got: Kuro ma ti caran bûye ku yek  bi rêya emailê famîla xwe bi nûçeya zewaca xwe aghadar bike. Lê ew nizane ku Sînem hundirê mêjiyê min baş dinase û ji min naqihere, berî ez werim Almanyayê min jê re got: Onê ezî derim bo destê Hêvronê bixwazim. Wê jî ji min re got: Ser xêrê be delolê min.

Dema ez hatim Osnabrückê / Niedersachsen min nizanîbû eger merivên Hêvronê wê pirsgirêk ji min re derxînin an jî na, ne zêr ne pere bi min re hebûn, ne jî me kincê bûk û zavan amade kiribû, tew çêkirina şahiyekê ne di serê me de bû. Lê malbata hêvronê xwest ku şahiyeke biçûk hebe, şahiya me jî bi kêf û xweş derbas bû.

Advertisements

3 thoughts on “Destê Hêvronê dixwazin!

  1. Xweş bazare kû piştî zewaca salikê xwazginyê hêvronê bi rîya telefonê tên.. torê ez pirsa zaroka dikim.Ya yê xelet ezim yajî yê li kûrdistanê pêşketî ezim. Hevaalê zinar tu vêya baş zanîbe heta kû tû û hêvronê hûn nebin xwedan zarok wê ev gengeşe berdewam be.
    Hûn bi hevre kal û pîr bibin
    Slav û hezkirin

  2. Spas ji bo şîroveya te, lê nizanim eger emê zarokekî bînin an jî na, belkî em zarokeî ji Afrîka bînin û wî xwedî bikin. Bila Kurdên reşik jî hebin.

    Silav

  3. ah icar xweş bu ha kurdé qahweyi ne besbun. İcar kurdé reşik jime kémbunLé cardi başi kurd kurd çi reşik ci qahweyi yan ji boz. Tu cudahi nine.
    spas ji bo helbesta hévibu
    slav u hezkirin

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s