Şiyar Agirî: “Îro şivan li pey pez dimeşê ji bo navê xwe” (Hevpeyvîn)

Foto: Ji malpera Welatê me hatiye girtin

Şiyar Agirî belkî we bi vî navî nebihîstibe lê ew navekî naskirî ye li başûrê rojavayê Kurdistanê, li bajarê Helebê studiyoyek wî hebû ku têde albûmên dengbêjên Kurd tomar dikir.Gelek caran em di şahiyên PKKê de rastî hev hatin, baş tê bîramin yekemîn car ku min wî dîtibû di 27 mijdara sala 1997 de dema ew ji dengbêj Zerîfe re li tembûrê dixist, min jî ligel koma xwendevan stran dixwendin.

Şiyar baş nasnakim, belkî du caran me dest dabû hev, lê min wî gelek caran li kolanên Helebê didît û herdem tembûr li ser pişta wî bû. Şiyar tevahiya wexta xwe di çêkirina mûzîkê de derbas dikir. Tembûr, cigare û piyala meyê jî ji destên wî dûr nedibûn.

Rojnamevan û helbestvan  Demhat Dêrikî ligel Şiyar hevpeyvînek çêkir, Şiyar di vê hevpeyvînê de dilê xwe ji rojnameya War re vekir û gelek tiştên balkêş gotin.

Kî hunermend e?

Derbarê wateya peyva hunermend Şiyar wisa dirame: “Divê hunermend rastiyê bide pêşiya miletê xwe, ne ku tu wan bi gotina bixapînî û mejiyê keç û xortan bileyizê, yan bi navê tiştine bi rûmet navê xwe bike hunermend, na! Ger te xelkê xwe zane kir û milet li pey te meşî wê demê tu hunermendî, anko wek nimûna şivan û pez, lê mixabin îro şivan li pey pez dimeşê jibo navê xwe!”

Stranên  “Hucra Tarî”  û “Ereba min”

Her wiha Şiyar ji rojnameya War got: “Kawa ji min xwest strana Hucra Tarî bêjê, min got tiştek nabe, ser çava. Lê piştre min li ser TV dît ku navê min li ser nîne. Paşê telefona min kir got ez ê strana Rastî bixwînim. Dîsa min got ser çava, lê te çima navê min li ser strana Hucra Tarî nenivîsand? Got ku derhêner jibîr kiriye û got ez ê navê te li ser ya Rastî binivîsim.  Rojekê min dît ku ew û Hesen Şerîf li ser TV ne, Kawa strana Rastî distirînê, dema stran bi dawî bû, got destên Xelîl Xemgîn û Seyîd Xan xweş jiber li min vegerandin, lê qet behsa xwedanê stranê nekir ku bi şev û roj xew neketiye çavan ta ku ev stran amade kiriye”.

Şiyar wiha berdewam dike: “Strana Birader dixwînê ya bi navê Ereba min, ew min Arîncorî dayê, lê mixabin navê min nenivîsand. Di kasêt û konsêrên ku gelek hunermedên Ewrupa dayîn, min alîkarî da wan, lê piştî vedigeriyan Ewrupa pişta xwe didan û qet li min nedipirsiyan”.

Tevahiya hevpeyvînê di Welatê Me de.

Advertisements

One thought on “Şiyar Agirî: “Îro şivan li pey pez dimeşê ji bo navê xwe” (Hevpeyvîn)

  1. Silav û rêz kekê Zinar Ala, sipas bo belavkirina vê hevpeyvînê. Bi rastî gelek hunermend hene xudan ked û xudan berhemne baş, lê mixabin jiber pişta wan nîne, yan bi serê xwe ne keda wan tê windakirin û hindek din li ser keda wan navê xwe derdixin pêş!… Kî/kê dibe bila bibe dema keda wî hebe ew cihê rêzê ye û yên bê ked tucar rastiya wan nayê veşartin. Wek nimûne bêjim; hunermend Seîd Yûsiv(li gor dîtina min)di nava kurdan de ne tinê yê biziq aniye, her weha ew mîrê afirandina peyva stranê û awaza kurdiye. Lê, bi sedan stranên wî ji aliyê hunermendan ve hatine gotin bê ku navê wî bêjin. Lê, îro ragihandin û çapemanî ji her demê xurtir û pêşketîtire û wê gelek tişt zelal bibin. Ez wek kurdekî, çi ji destê min were(we kî dibe bila bibe), ez ê bibim alîkar. Dubare silav û rêz.

    Demhat Dêrikî

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s