Li herêma Çiyayê Kurmênc dema mirov tiştekî wenda dike dibêjin ew tişt çû ser darê, nizanim koka vê gotinê ji ku hatiye, belkî ev gotin di nêçîriyê de derketibe holê, ango dema teyrekî li ber çavê te be, tu jî dixazî wî bigrî lê derbikê (ji nişka ve) ew diçe ser darê û di nav pelikên wê de xwe vedişêre, ango êdî ji dest te diçe.
Berî du hefteyan min xwest ez nivîsên blogê yên rojane bişînim facebookê lê facebook nehîşt ku ez derbasî hesaba xwe bim, mesajekî dide min û dibêje ku hesba min hatiye betalkirin. min kir nekir min nizanî bo çawa hesab hatiye girtin. Gelek wêne wendabûn her wiha gelek nameyên girîng û hevpeyvîna ku min ligel Îsrael del Santo çêkiribû çûn ser darê
Sûdên facebook ji bo min gelek bûn:
1) Min gelek bikarhênerên facebooke dikşand bloga xwe ji bo xwendina nivîs û nûçeyên blogê, her wiha gelek şîrove dihatin kirin û me sûd ji dîtina hevalên facebookê digirt.
2) Peydakirina nûçe, wêne û vîdyoyên balkêş ji hesbaên hevalan ango facebook ji bo min dibû çavkaniya nûçeyan.
3) Peydakirina têkilkiyan bi hinek kesan re ku min nûçe li ser wan diweşandin an jî hevpeyvîn bi wan re çêdikir.
4) Agahdarbûna me bi çalakiyên hevalan û wêneyên wan yên nû….hwd.
Li hemberî rindiyên facebookê nerindiyên wî jî hene:
1) Hinek heval, bê destûrxwestin, te di wêneyên xwe de nîşan dikin û van wêneyan dîrekt dikevin nav wêneyên te, li ser dîwarê te mesajên bê wate diweşînin…
2) Rojane ji te re name ji bo tu beşdarî çalakiyekê bibî yan jî bibî endamê grupekî, vexwendin ji bo tu bibî heyraê filanî û pêvanî…
3) Hin caran tu şîroveyekê dikî û piştî wê bi dehan şîrove li pey wê tên û divê tu wan hemû di emila xwe de hemû bixwînî.
4) Westabûna ku çêdibe ji şopandina nûçeyên heval û mevalan, hinekan tiştên xweş diweşînin û hinekan tiştên bêwate belav dikin.
Digel ku ez dikarim dîsa hesabekî nû vekim û dîsa hevalan li dor xwe bicivînim lê min biryar da ku ez facebookê bişînim ser darê heya demekî ne diyar.
Hela hesabê te yê fesbocê çû serdarê. Em serwext bûn ma tiji biloka xwe çima xeyîdîye. Min wê famnekir. Ev çend rojin ez her roj bilokê ziyaret dikim ti nûçeyên balkêş nabinim.
An tu ji fesbocê xeyidî tu nema gûhdide tutûştî.
Na na xebatkî berdewame
Li gel slavên germ
dem baş
bi rasti ez pir xeyidim
di facebook ê de heri zêde ez agahdarê rûpelê te bûm
te gelek tiştên baş û bi sûd belav dikirin
ez hevidarim ji nû ve tu vegerê facebook ê.
silav û rêz
Hevalê Yusuf, mixabin dem bi dest me nakeve em xwe li ser çêkirina nûçeyan biwestînin û rojane nû bikin. Ezê hewl bikim ji vir û wêda ji kalîta nûçeyan bilind bikim. Silav û spas
Ehmed Yusif, hêvîdarim te herdem li van deran bibînim, Facebooka min çû û tu dikarê bi rêya abonekirinê bi nûçeyên min agahdar bî. Silav