Şêrzad Efrînî: Çima Şivan Perwer.!!!!!

Min gotara hunermend Şêrzad Efrînî ji malpera Welatê Me wergirt û min hinekî kurdiya wê serrast kir, gotar bersivek bû li ser nivîsa Pîr Xidir Arî

Şêrzad Efrînî di Newroz tv de

ya bi navê  “Xebata dawî ya hunermendekî Kurd jarkirina zimanê  xwe”

Çima Şivan Perwer.!!!!!

Berî çend rojan min di hinek malperên kurdî de, yên bi zimanê Erebî  weşandin dikin, li ser hunermendê bi nav û deng Şivan perwer gotar xwend, bi xwe rexne bû lê pir  gotinêd xerab û ne li gorî edebê anîbûn ziman li ser Şivan perwer. Ji ber ku Şivan di meha remezanê de ,, Azan di dê ,, di KURD1 de…..

Ez bi xwe ne di deheqa bervedana hunermend Şivan Perwer de me. Lê min dî berî her tiştî kurd hemû dizanin ku çendîn Şivan xizmeta netewa Kurd kirî û her wiha hunera kurdî jî. û li seran serî cîhanê pirsgirêka kurdî da xuyan kirin …

Ji bo yî AZANEKÊ ew kirin xayîn û mirovekî kêm û ber devkê Şêx Murad Xeznawî ye.

Foto: Ji gemyakurda.net hatiye wergirtin

Ber her tiştî ez dixwazim ji wan kesan re bêjim tevî ku ez dizanim ew gotara min naxînin û ne jî zanin bi kurdî bixînin…..ger mirovek rexne bike berî her tiştî divê gotinêd nexweş nebêje, ji ber ku wilo mirov fêm dike ku ew kînê dikşîne ne rexna dike.

Duyem tişt, çima ew rexna li serokêd xwe nakin rojê 5 caran nimêjê dikin û rojiyê digrin û diçin mizgeftê û li her gundekî 5 mizgeft ava kirine û her şarekî 300 mizgeft durist kirine. Bi şêwayekî xweşik û ciwan.. di vir de ez bi xwe rêz û hurmetê ji hemû serokêd kurdan re digirim ji bo ku gotina min şaş neyê fêm kirin.. û bê guman 90% ji miletê me misilmane ji ber wê gereke em rêz û qedrê bû wan bigrin….
Gava ew dibêjin ŞIVAN xayîn e ji ber ku azan daye … bi vê rengî dibêjin miletê kurd giş xayîn e… ji ber ku em baş dizanin ku nîvê miletê kurd îmana bi misilmantiyê tê û di çin mizgeftê nimêj di kin….

Sêyem tişt. Pirek ji rewşenbîrêd me û her wiha siyasetmedar .ûûûû, îmana wan bi misilmantiyê tê… çima wi pêlî hestên hewqas mirovan dikin . çêrûk ne Şivan perwer tenê ye. Bi sed hezaran wî bi gotara xwe gelê kurd di êşînin. Ji bilî wê gelo kî bûm yên ku şoreşêk kurdî ra kirin ma ne ,,, Mela Mustefa Barzanî bû,, Şêx Ubêdella Nehrî bû,, Şêx Seid Pîran ,, Şêx Mehmûd Hefîd,, ûûûû pirek dî…

Çaremîn tişt. Eger ji bo Azanekê we Şivan  kir xayîn û bênamûs. Naxwe gereke em hunermendê gewre û bi nav û deng li seran serî cîhanê Dilşad Mihemed Seid  bikujin ji ber ku ew rojê pênc deman nimêj dike. Û her wiha Şehrîbana Kurdî,, ji ber ku rojiyê digire di heyva remezanê de.. ne bes wilo li gorî axaftinêd we gereke em nîvê gelê kurd bikujin ji ber ku îmana wan bi misilmantiyê tê…

Li dawiyê daxwaza min ew e ku hûn daxwaza lêborînê ji Şivan Perwer bixwazin û her wiha ji gelê Kurd yê misilman. Ji ber ku yê we ne rexne ye . We bi kîn nivîsandî ew gotar û bê guman her kes azad e çi bikE ji ber ku tu zirar naghînê gelê xwe û ez hêvî dikim hûn xwe ji qalibê dîktatoriyê derxînin û bi şêwakê fereh têr bifkirin.

Advertisements

3 thoughts on “Şêrzad Efrînî: Çima Şivan Perwer.!!!!!

  1. silav kek zinar .. bi rastî ez te sipas di kim ji bûyî ku te gotara min weşand… … min dî ku ne heqî li şivan hatiye ki rin.. ji ber wê min xwest ez ji wan kesan re bêjim ku ew şaşin .. û tu carî şivan tiştê xerap ji bû gelê xwe nakê……

  2. silav kek şêrzad ji bo keda te.. şivan perwer pir hêjaye û pir xizmaet gelê kurd kirî…û xizmeta wî ji serokêd hin partiya bêtir kirî,,,,,, sipas bo te şêrzad û serkeftin bo gelê kurd.

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s