ANF nivîsekî tund li dijî hunermend Seîd Yusuf diweşîne

Hunermend Seîd Yusuf

Îro Ajansa Nûçeyan a Firatê  nivîseke  Baran Sezgîn bi navê “Seîd Yusuf jî tevî kurtêlxuriya TRT 6’ê bû”,  nivîs êrîşîke tund bi ser hunermend Seîd Yusuf dibe ji ber beşdarbûna wî di TRT6ê de.

Seîd Yusuf jî tevî kurtêlxuriya TRT 6’ê bû

Seîd Yusuf ku bi salane bi karê mûzîkê re mijûl dibe û nav û dengê wî li nava gelê Kurdistanê belav bûye xwedî kedeke mezin e di warê muzîk û strana kurdî de. Mixabin ku hunermendekî wiha qedir û qîmetê vê hunera xwe nizanibe û ji bo çend qurûşan xwe bifroşe dijminê xwe û bi awayekî bikeve xizmeta dijimê xwe ew tu caran ji alî gel ve nayê qebûlkirin û çiqas xizmetên wî yê hêja jî hebin ew tev bi avê ve diçin û nema hêjane pîvazeke xerabe.

Eger hunermendek, rewşenbîrek, siyasetmedarek, dîroknasek hwd… di bin bandora jiyana ku tê de dijî bimîne û li hember civaka xwe berpirsyar bibîne wê demê ew ê li gor kurahiya zanetî û giyana xwe ya ramanî wan şîrove bike û van jêhatiyên xwe rêk û pêk bike û bike xizmeta gelê xwe. Lê dema ku wan jêhatiyên xwe tenê ji bo bercewendiyên xwe yên şexsî bikar bîne û dûrî nirxên gelê xwe bikeve wê gavê ti wate ji wê jêhatî û bikêhatiyên wî re namîne. ji bo hunermendekî/ê hembezkirina gel û qebûlkirina wan diyariyeke herî mezin e.

Ji bo kesekî wekî Seîd Yusuf çûna TRT şaş tiştekî çewt û ne li rê ye û kesê ku herî zêde zirarê ji vê yekê bibîne ew bi xwe. Dibe ku niha Seîd Yusuf çend qurûşan bixe bêrîka xwe û rewşa xwe ya eborî demekê baş bike lê li hember wê yekê jî wê gelê xwedî nirx jî wî hesabî jê bixwaze û wê bibêje kesê ku ji bo çend qurûşan xwe bavêje himbêza dijimê xwe ew mûzîk û stranê wî jî ji me re ne lazime.

Mixabin ku di vê dema kurd doza xweseriyê dikin de, hin kes hê jî hene ku bi xwelîseriyê daketine û dane pey kurtêlan. Ez tenê tiştekî ji te re bêjim dibe ku ev riya te ji xwe re hilbijartiye gelek mal û pereyan ji te re bîne lê bawer bike wê êdî gelê kurd jî tu nirxê nede te û mûzîka te û ev lekeya reş heta bi hetayê wê li ber navê te bimîne û li şûna Emîrê bizqê wê navê te bibe kurtêlxurê xwelîser.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s