Xwendevanên hêja û xweştivî!

Me, berî heyamekî û ji ber wextê me yê berteng xwest Kulturnameyê bifiroşin û ji bo wê çendê me ew xist ber bazarî. Çend hêjayan, ji bo wê mebestê peywendî bi me kir û her yekî amadekariya xwe bo kirîn yan piştgiriya wê bi terzekî berçav kir.
Lê ji aliyê dî ve gelek xwendevan û dostan jî, bi rêya e-mail û telefonan nerazîbûna xwe li ser firotina wê nîşan da û xwestin ku ev Kulturname bi redaksiyona heyî berdewam be. Me, piştî gelek hizir û lêhûrbûnê biryar da ku em dev ji firotina Kulturnameyê berdin û di weşandina wê de û li gor pêçêbûn û wextê xwe berdewam bin.
Em dê piştî demekê dî dest bi nûkirina wê bikin, lê em dê vê carê nûçeyan tê de belav nekin, dê bersiva her e-mailekê, eger gelek pêwîst nebe nedin û dê bersiva nivîsên ku bikêr weşanê nehên nedin. Kulturname, bi gotineka zelaltir, dê bibe mîna kovareka Kulturî ya înternetî.
Gelek spas bo wan hêjayên xwestî wê bikirin û qîmet dayî naveroka Kulturnameyê û databaseya wê, gelek spas bo xwendevanên delal û xweştivî ji bo piştgiriya wan ya manewî bo Kulturnameyê. Em hêvîdar in ku em bikarin li gel piştgiriya we domê bidin karwanê Kulturnameyê
Li gel silavên birêveberê giştî yê Kulturnameyê Sidqî Hirorî
——————————————————–
Sidqî Hirorî – sidqi@kulturname.com