Kûştina Serdeşt bê hesab derbas nabe

Serdeşt Osman Hesen

Berî 5 salan  şêx Meşûqê Xeznewî  ji Şamê hate revandin û û termê wî li  Dêrezorê (rojhilata Suriyê) hate dîtin, hemû partiyên Kurdî û media Kurdî bi gîştî hêzên ewlekariyê bi kuştina şêx Meşûqê Xeznewî tawanbar kirin. Digel ku belge di destê kesî de tune bûn, hemû Kurd rejîma El-Esed  bi kuştina şêx Meşûq tawanbar kirin. Her wiha dema leşkerekî Kurd di artêşa Suriyê de dimre dîsa  deshilata Suriyê bi kuştina van leşkeran tawanbar dibe, kanî belgeyên wan?

Lê dema kesekî  deshilata Kurdî bi kuştina Serdeşt tawanbar bike vêca belge ji wî têne xwestin, bo çi?

Ev bû demeke dirêj ku wêneya Serdeşt û rûyê wî yê liken ji bîra min naçin, ji zûde dixwazim behsa vî  xwendekarê wêrek û rindik bikim, Serdeş çi kiribû ta ku rastî vê mirinê trajîk were?

Di hefteya bihorî de, rapora komîteya lêkolînê ya taybet bi dosya Serdeş Osman hate weşandin, dosya xwendekarê Hewlêrî dîsa  kete rojeva kurdan, li gorî lêkolînên vê lîjneyê kujerê Serdeşt Osman endamekî ji grûpa radîkal ya Ensar El-Îslamê bû.

Berî mehekê Siwazîk Dolît berpirsa beşa rojhilata navîn û bakurê Afrîka ya di Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas di axaftinekî  xwe de ji  rojnameya Hawlatî re xembariya xwe ji wê yekê kir, ku deshilata herêmê kujerê Serdeşt hîç eşkere neke, Siwazîk Dolît gotibû: Me bihîst ku hin hewldan hene  bo peydakirina kujerekî nerast ji bo dosya kuştina Serdeş Osman re.  Tirsa me ew e ku em hîç rastiyê nas nekin, dosya Soran derbarê veşartina rastiyan jî mînakek zindî ye.

Gelo endamê Ensar El Îslam  bû yê ku rêxistina rojnamevanên sînornenas behsa wî dikir?

Ji bo çi endamên Ensar El-Îslamê  Serdeşt  biribûn heya Musilê û metrisiya rasthatina wan li hêzên asayîş li pêş çavan negirtin, mademkî ewqas ewlekarî  li herêmê qels e, gelo  ew nikarîbûn wî li Hewlêrê bi dabnçekî bêdeng bikuştana û heyfa xwe  ji wî bistandana. Gelo îşê Serdeşt bi Ensar El Îslam çi bû, xortekî ku bi vê ramanê vekirî dinivisîne dê  çi têkilî ligel radîkalan bike?

Serdeşt li gorî deshilata Kurdistanê û analîzvanên wê ne rojnamevan bû, yan jî  ew rojnamevanekî ne profesonel e, gelo ji bo nîşandana bîr û baweriya xwe divê mirov rojnamevanekî profesonel be ta ku neyê êşkencekirin yan  jî neyê kuştin. Gelo Nebez Goran jî ne profesonel e? Soran Mame jî ne rojnamevan bû?, ew ji ber nûçeyekê hatibû kuştin. Ji bo çi birêz Mesûd komîteyeke taybet ji bo naskirina kujerên vî rojnamevanî jî dernexist?

Encamên lêkolîna ji hêla malbata Serdeşt û gelek rewşenbîran hatin redkirin, hinek  jî  diramin ku pêçiyên PDKê di kuştina Serdeş de hene, nemaze piştî eşkerekirina rapora komîk ya komîteya taybet bi vê dosyeyê, lê heya kîjan astê tiliyên PDKê bi xwîna Serdeşt sor bûne?  tawaneke bi vê mezinbûnê divê ji postekî  bilind hatibe plankirin.

Belkî kujerên rastîn yên Serdeşt hîç neyên destgîrkirin, wek çawa kujerên Soran jî heya niha li Kurdistana “Azad” azad digerin, lê kuştina Serdeşt wiha bê hesab derbas nabe, vê carê aşiqên demokrasiyê li Kurdistanê bêdeng namînin, ji ber ku çirûska demokrasiyê li herêma Kurdistanê  di metirsiya vemrandinê ye. Ku deshilata Hewlêrê dev ji binpêkirina mafê azadiya ramanê neke, wê bihayeke mezin di hilbijartinên dahatû de bide.

Di dawî de jî dixwazim nivîsa xwe bi gotina pêşiyên Kurdan bi dawî bikim, ev gotin di despêka fîlma “Buhuşta Heft Eşîran” derdikeve:

“Dev ne qulek di dîwêr de ye ku mirov bikaribe bi heriyê bigre”

Serdeşt Osman: “Ez evîndarê keçeke Barzanî me”

2 thoughts on “Kûştina Serdeşt bê hesab derbas nabe

  1. wey mala minê , di Kurdistana aram û seqamgîr de Ensar El-Îsalm ciwanekî direvîne
    ti carî azadî çênabe bê azadiya derbirînê de ka demokrasiya we em pê gêj kirin pêşe me bikin

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s