Zinarê Xamo: “Kurdistan berê şekir bû, nuha bûye hingiv” (Hevpeyvîn)

Zinarê Xamo piştî 30î sal li xerîbiyê îsal xaka Kurdistanê hemêz kir / Gola Wanê

Di nav cîhana blogerên Kurd de gelek nav hene, lê mirov dikare bêje ku blogerê herî çalak di weşana kurmancî  de birêz  Zinarê Xamo ye. Nivîskarê Kurd Zinarê Xamo berî sê salan şitlekî bi navê “Hindik Rindik” di daristana înternetê  de weşandibû, îro şitla wî mezin bûye û cihekî xwe di nav alavên ragihandina Kurdî de girtiye. Xamo heya roja îro nêzîkî hezar nûçe û nivîs di bloga xwe de weşandine, gelek nivîsên wî jî di malperên Kurdî de têne weşandin. Blogerê Kurd li ser jiyan û serpêhatiyên xwe diaxive, li ser rojeva Kurdistan û Tirkiyê gelek nivîs û analîzan diweşîne, her wiha her demekê pêkenînan dinivîse û nivîsên xwe bi gotinên pêşiyên Kurdan dewlemend dike.

Zinarê Xamo bi weşandina her nûçeyk, nivîsek an pêkenînekê rûpeleke kurdî di toreya înternetê de zêde dike, ev jî sûdek li bikarhênerên înternetê dike  yên ku bi riya motorên lêgerînê (Google, Bing, Yahoo…) li berferhiya agahiyan digerin.

Hinek agahî derbarê jiyana Zinarê Xamo

Berî salekê Fatma Savcî hevpeyvînekê ligel Zinarê Xamo çêkiribû, Xamo derbarê danasîna xwe gotibû:

– Ez ji Wêranşara qeza Ruhayê me. Li wir hatime dinê û heta 30 saliya xwe li wir jiyame.

– Karê min yê pêşîn pêlavçêkirî/qonderecîtî bû, heta salên 1972-1973-an jî min qonderecîtî dikir. Dûra bi destpêkirina siyasetê min dev ji karê xwe berda.

– Min di nava partiya Dr. Şivan û piştra jî di nava DDKD-ê da dest bi siyasetê kir û heta van salên dawiyê jî wiha mam. Lê nuha bi tu rêxistinê ra naxebitim.

– Ez qet neçûme dibistanê, xwendin û nivîsandinê ez xwe bi xwe fêr bûme. Ez ji derva ketime îmtîhanan û min dîplomayên dibistana seretayî û ya navîn ji derve girtiye.

– Du kitêbên min (Hindik-Rindik û Antolojiya çîrokên zarokan) derketine.

– Bêyî van herdu berhemên min, min ji swêdî jî romanek (Bide dû dilê) xwe ya Susanna Tamaro wergerandiye kurdî.

– Ji salên 1980-î û vir de min di gelek rojname, kovar û malperên kurdî da nivîsîye û di hinekan da jî (Armanc, Berbang, Hêvî, Hêlîn, Netkurd) endametiya redaksiyonê û redaktorî kiriye.

Di tebaxa bihorî de jî  malpera Mêrgesor hevpeyvînekê (Versyona Soranî / Versyona Kurmancî) ligel Zinarê Xamo çêkiribû,  Xamo di vê hevpeyvînê de dibêje:

– Ez 60 salî me, zewicî me û çar zarokên min, 3 lawik û keçikek (Azad, Rûken, Serhat Arda û Rojen) hene.

– Ev 30 sal in ku ez li Swêd li bajarê Stockholmê dijîm. Ez li dahîreyeke dewletê kar dikim.

– Ev 30 sal bûn ku ez ji welat û bajarê xwe dûr, li xerîbî û surgûniyê dijiyam. Ji ber ku cezayê muebetê li ser min hebû ez nikanîbûm biçûyama welatê xwe.

– Bi kurtî jiyana min ya Swêd ev e, monoton, feqîr û sînorkirîye. Ji bo ku kanibim debara xwe ya şexsî bikim her roj 10 saetên min li kar û çûn û hatinê diçe. Û bi şev jî 2-3 saetan hin tiştan dixwînim û dinivîsînim.

Em jî li vir van agahiyên taybet zêde dikin, ew jî ku navê hevjîna Zinarê Xamo Hêvî ye û her wiha neviyeke wan heye, navê wî jî  Vîndar Bager e.

Me bi boneya derbasbûna sê salan li ser damezrandina bloga “Hindik – Rindik” çend pirsan ji birêz Xamo kirin, ew jî bi dilxweşî  bersiv da me.

Gelo boçûna avakirina blogekî ji ku hat?

Tu rastiyê dixwazî çêkirina bloga ”Hindik –Rindik” tesadufî bû.
Di nivîsa xwe ya pêşî da çêbûna bloga ”hindik-rindik” bi kurtî min wiha aniye zimên.
Ji roja ku ez ji Netkurdê veqetiyam û virda ye min dixwest ez ji xwe malperekê çêkim.
Lê ji ber ku ez merivekî pir klasîk, paşda mayî û nezanê teknîk û pêşketinên nuh im, loma jî min nikanîbû ji xwe ra tiştek li hev ragirta.
Min ji çend heval û hogiran alîkarî xwest, lê netîce neda. Mala gişan ava be, kesî negot na, lê tu malper jî çê nebû.
Dawiya dawî, rojekê di rojnameya METRO da ez rastî îlanekê hatim. Di îlanê da digot ”di deqîqeyekê da bibe xwedî bilog.”
Min got wele ji min ev ”loto” ye. Min di dilê xwe da got, hema ez çuqasî nezan bim jî, ezê bikanibim ji heq karekî yek deqîqeyî derkevim…
Lê gotin û kirin ne yek e, bawer bikin min hemû zanîn û hunera xwe lê da, lê ez dîsa jî bi ser neketim.
Ez biserneketim lê min hêviya xwe wenda nekir, min dev ji xeyala ”ezê jî rojekê bibim xwedî malper/blog” berneda.
Weke hêvî min di dilê xwe da veşart…
Çimkî ez dizanim ji bo ku meriv bikanibe bigihîje hedefên ne mimkûn, tiştên qedexe, ser qotê çiyayên bilind, welatekî azad, baqê guliyan û himêza yarê dibê meriv xwedî xewn û xeyalên mezin be…
A ev xewn û xeyala min ya ku ez jî rojekê bibim xwedî blog, di şeva 30 saliya damezirandina DDKD-ê da birast geriya.
Di şevê da desadufen min ev xeyala xwe ji Nîhatê swêregî ra got. Min jê ra got, ”ez dixwazim blogekê ji xwe ra çê bikim, lê ji heq dernakevim. Gelo tu yê bikanibî blogekê ji min ra li hev ragirî?”
Wek her tim, Nîhat dîsa bi tebat mizicî û got:
“Pir hêsan e, ez sibe ji te ra yekê çê dikim.”
Û roja din (30/9-07)gava min posta xwe ya elektronîk vekir, min hew dît ku bloga min bi risim, bi edres, bi nav û nîşan hazir di qutiya min da ye.
Tiştê kêm tenê nivîs bû û ew jî hema min tavilê zend û bendên xwe vemalt û nivîsa xwe ya pêşî nivîsand.
A çîrok û serpêhatiya bloga min wiha ye.

Ji bo serdana bloga “Hindik-Rindik”  li ser vê wêneyê bitikîne

Ev bûne sê sal hûn bi awakî çalak weşanê dikin, gelo birêvebirina blogekî tiştekî hêsan e?

Rast e, min 3 sal li pey xwe hîştin û piştî 5 rojên din ez dikevim çar saliya weşana xwe.
Di destpêkê da min digot ezê hefteyê carekê ya jî carnan binivîsim. Lê piştî nivîsa xwe ya pêşî bi çend saetan min tiştekî din nivîsî.
Û ji wê rojê heta nuha, nexweşî û nelimalbûn ne tê da, hema hema min her şev maqeleyek nivîsîye.
Li ser hev heta nuha min tam 960 meqale nivîsîne.
Yanî ez her şev, di ber bersîvên xwendevanan ra nivîsekê jî dinivîsim, heger şevekê nikanibim binivîsim, roja din hewil didim du nivîsan dinivîsim.
Birêvebirina blogekê heger meriv ji xwe ra bike kar û bi çavekî cidî lê binêre bêguman zor e, ne karekî hêsaye.
Ji ber ku dibê tu her roj nivîsekê ya jî tiştekî kin, dirêj binivîsî û bersîva şirove û meylên xwendevanan bidî.
Yanî dibê xwendevan bizanibin ku tu her roj bloga xwe nuh dikî, tu nivîsekê, tiştekî dinivîsî.
Dana vê baweriyê gelkî girîng e, şertê mezinbûn û serkeftinê ye.
Ev yek ne ji bo blogê tenê, ji bo her karî wiha ye, dibê meriv xwedî îstîkrar be û zû neweste.
Ku ne wiha be di ziyareta xwendevanan da jî îstîkrar çênabe, kes nizane gelo tu yê îro tiştekî binivîse ya na?
Loma jî hin îstîsna ne têda ez her şev meqaleyekê dinivîsînim.
Û ev kar jî helbet na karekî hêsa ye, dibê tu jiyana xwe ya sosyal her roj li gor wê eyar bikî.
Lê heger meriv guh nede ”îstîkrarê” û kînga dilê meriv xwest, besta meriv lê hat meriv binivîse ne zor e, rehet e.

Wêneyek ji gera Zinarê Xamo li Rihayê

Xwînerên bloga we bi awakî dîrket şîroveyên xwe diweşînin, ma hûn ji hin şîrove û rexneyên xwîneran aciz nabin?

Heqaret û xeberên şexsî ne têda, ez ji tu rexneyê aciz nabim û dibê meriv nebe jî. Ne rast e ku meriv ji fikir û dîtinên cuda aciz bibe.

Çend tiştên biçûk ne têda heta nuha di nabê min û xwendevanan da tu bûyereke ne xweş neqewimî ye.
Xwendevanên min hemû jî li hember min nazik û hurmetkar in, piraniya wan bi sifetê ”apê Zinar” û ”xalê Zinar” xîtabî min dikin.
Tenê çend caran hin xwendevanan ji hin şexs û partiyan ra hin gotinên ne xweş gotin, min ew nivîsên wan avêtin, loma hin ji wan ji min aciz bûn û hinek jî pir hişk xeyidîn…
Lê bi giştî heta nuha pir baş derbas bûye û hemû xwendevanên min jî qedir û qîmetê didin ked û xebata min.
Kurd ne bêwefa ne, ked û federakriya min înkar nakin, qedir didinê…

Zinarê Xamo û hevsera xwe dema digihêjin Amedê

Rûpela we di facebook de heye, we çend nivîs jî li ser facebookê weşandibû, gelo hûn vê tora civakî çawa dinirxînin?

Weleh weke çîroka blogê, çîroka ”facebookê” jî rojekê bi tesadufî hevalekî(Heyder Diljen) ji min ra qala başiya wê kir, got Zinar, ”facebook” nihmetekî bêhempa ye, dibê tu di zûtirîn wextê da ji xwe ra ”facebookekê” çêkî…

Li ser vê pêşniyara Heyder, bi alîkariya jineke misrî ya li ciyê karê min, ez bûm xwedî facebook.
Û ez jê gelkî memnûn im.
Facebook, alaveke(hacet, alet)sosyal ya pir bi feydeye, bi saya vê alavê li seranserê cîhanê meriv dikane xwe bigihîne gelek dost û hevalên xwe û têkiliyên xwe yên rojane pê ra bidomîne, hestên xwe pê ra par bike, li risman temaşe bike, li klîpan guhdarî bike…
Heçî teknîk e ez zêde jê fêm nakim, lê min tu zirara wê jî nedîtiye, belovacî wê, min gelek feydeya wê dîtiye.
Li gor dibêjin nuha di înternetê da tora/şebekeya sosyal ya herî zû û pir mezin dibe facebook e, li dora çarîk milyar însan facebookê bikartînin.
Û her ku diçe ev hejmar zêdetir jî dibe.

Wêneyek ji serdana Koşka Gazî Amed

Lê Internet, facebook ji her kesî bêtir feydeyê digihîne miletê kurd. Bi saya vê teknîka nuh ya danûstendinê ya cîhanî kurdan hemû sînorên di nabêna xwe da rakirin û xwe gîhandin hev.
Nuha bi riya vê facebookê ji her çar perçeyên Kuristanê bi milyonan kurd gav û saetê xwe digihînin hev û bi hev ra dikevin danûstendinê, lehçe û devokên hev fêr dibin, ji hevûdu haydar dibin
Lê ya herî girîng jî di serî da kurdên bakur, bi sedhezaran kes kurdî fêr dibin, xwendin û nivîsandina kurdî fêr dibin.
Heger ne ev teknîk bûya bi milyonan kurd ewê tu carî hewce nedîtana, mecbûr nebûna ku kurdî bizanibin.
Lê di facebookê da ji mecbûrî fêrî kurdî dibin û piştî ku carê fêr dibin êdî tirsa wan dikşkê û dom dikin.
Nuha di facebookê da bi dehan, belkî jî bi sedan malperên kurdan yên li ser dîrok, ziman, muzîk, edebiyatê yên xurrî bi kurdî hene.
Di van malperan da kurd şiyar û perwerde dibin, xwe nas dikin.
Ji bo kurdan ev îmkan û şoreşeke pir mezin e, vê îmkanê kurd bêtir nêzî hev kirin, zanîn û şiûra wan ya netewî xurt kir.
Yanî bi kurtî ez dikanim bibêjim ku di dîrokê da ev cara pêşî ye ku teknîk, pêşketineke gerdûnî feydeyê digihîne yekîtî û şiyarbûna kurdan ya netewî.

Hûn xebata ragehandina kurdî di înternetê de çawa dibînin?
Weleh ez ji bo hemû kurdan nikanim tiştekî bibêjim, lê heçî kurdên bakur (Kurdistana Tirkiyê)in li gor miletên din pir lawaz e. Ji ber ku tîcaret, profesyonelî tuneye, însan bi fedekariyên şexsî hin tiştan dikin.
Ev jî têrê nake, ji bo ku em kurd jî weke miletên din vê teknîkê bikar bînin, dibê meriv bi profesyonelî kar bike û bikanibe jê nan bixwe.
Mesela hîn jî sermiyandar, tacirên kurdan bi kurdî dest navêtine vê teknîkê, dibê ew jî dest bavêjinê.
Bikaranîna vê teknîkêhîn di çarçeweya siyasî û întellektuelî da ye. Dibê ev sînor firehtir bibe.

Zinarê Xamo û hevjîna xwe Hêvî / Gola Wanê

Piştî sirguniyike demdirêj hûn di havîna bihorî de çûbûn Kurdistanê, hûn dikarin hinekî behsa hestên xwe derbarê vê serdanê bikin?

Weleh Kurdistan pir xweş bû, muhteşem bû, her kes, her tişt hatibûn guhertin, hemû bajar mezin û xweşiktir bûbûn.
Li gor 30 sal berê gel bêtir şiyar bûbû û bûbû kurd.
Weke berê êdî kes ji pûlis û leşkerên tirkan neditirsiya û bi çavê dijmin lê dinêrî, wan jî xwe di ewlehiyê da his nedikir.
Toleransa înssan ya li hember hev zêde û Qelîta jiyanê bilintir bûye, însan baştir û xweştir dijîn.
Li her bjarî, lê bi taybetî jî li Amedê feqîriya beşekî civatê pir berbiçav e, lê bi giştî însan dewlementir bûne, li gor berê pere li ba milet pirtir e.
Meriv xwe di xewnekê da his dike, ji kêfan meriv serxweş e û nizane ku li ku ye…
Ji ber ku cara pêşî ye, însan pir qedrê meriv digrin û meriv ezîz û beldilkê milet e, meriv ji dest hev digrin.
Raqib û dilnexwazên te yên berê jî bi hezkirin nêzî meriv dibin, qedir û qîmetê didin meriv.
Ev yek welêt jî û însan jî bi meriv şîrîntir dike.
Tiştê herî xweş, ji nişka ve meriv dibe ”xal” û ”apê” birek însanên ku berê tunebûn, fena kesê ku ji nişka ve dewlemend bibe, meriv xwe wisa his dike.
Axir dema ez kurt û kurmancî bibêjim, her tişt “muhteşem” bû, Kurdistan xweştir, delaltir, mezintir û şîrîntir bûye; berê şekir bû, nuha bûye hingiv, meriv jê têr nabe…
Dema meriv ji derve dihere hebûna pûlis û leşkerên tirkan û ala wan ya sorsorkî ku li her derê li ba dibe, pir bala meriv dikşîne û bîna meriv teng dike.
Ku meriv bikanibe hêzên tirkan ji Kurdistanê derxe û bi hawakî germiyanê jî ”kêm” bike, weleh welatê me buhuşteke rastîn e.

-Hûn li gelek bajaran jî geriyan, we rewşa ziman Kurdî û rewşa Kurdan bi gîştî çawa dîtibû?

Kurdî hîn bi temamî nemiriye, kesên bi kurdî dizanin hîn pir in, l,ê roj bi roj kêmtir dibin.
Li hemû bajarên Kurdistanê(Riha, Amed, Wan, Belîs, Gewaş, Çaldiran, Bazîd, Tetwan, Mêrdîn, Nisêbîn, Midyad, Dêrik, Wêranşar, Swêreg)yên ku ez lê geriyam, ez tenê bi kurdî peyivîm û ji ber vê yekê jî gelek qedir û qîmet dan me…
Yanî dema meriv mîvan be, weke turîst bi kurdiyeke paqij dipeyive însan qedirekî zêde didin meriv.
Lê ew bi xwe, di nava xwe da bi kurdî napeyivin, dema tu bepeyive bersîvê bi kurdî didin, lê ew bi hev ra napeyivin.
Ev yek pir xerab e.
Û ya din jî zarok û cîlên nuh radibin, bi taybetî keçik ya bi kurdî nizanin, ya jî napeyivin.
Zarok bi hev ra bi tirkî dipeyivin, li gor law û keçan, keç bêtir hewesê li tirkî dikin.
Yanî heger kurd di demeke kin da mafê perwerdeya zimên bidest nexin pêşeroja kurdî ne baş e, tahlûke pir mezin e.
Ji ber ku zarok êdî bi kurdî napeyivin, dema cîlekî ziman dewrî cîlekî din nekir, berdedwamî çênebû rojek tê ziman dimre….
Ev tahlûke ji bo zimanê kurdî heye.
Xebat û şiyarbûna heye têr nake, pêşketin pir mezin û bi lez e, meriv nikane bi bend mendên ji çamûr û xilikan rê li ber vê aşîta rabûye bigre, ev yek ne mimkûn e.
Dibê zarok bi zimanê kurdî mezin bibin….

Zinarê Xamo û zarokên Kurdistanê

Birêz Xamo, gelek spas ji bo bersivandina pirsên me.

Sipas ji bo te jî…

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s