Malpereke nû çîrokên herêmên Kurdax û Kobanî hemêz dike

Malpera Çîrok gelek çîrokên gelêrî ji Çiyayê Kurmênc (Efrîn) û Kobanî berhev kirine, birevebirê malperê Apo Cemo ji me re ragihand ku ev çîrok di salên 80-î de hatine tomar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku damezrandina vê malperê  di kêlîkeke hesas de tê  nemaze ji ber rewşa dijwar ku  zimanê Kurdî  têde derbas dibe li başûrê rojavayê Kurdistanê. Malpera Çîrok  gelek çîrok û stran ji wendabûnê parastine.

Piraniya çîrokan bi rêya devkî hatine tomarkirin her wiha hinek çîrok weke kilam hatine xwendin.

Hinek bêjerên çîrokan  û navê çîrokên wan:

Dêka Mihemedê Elî: Dotmam û Pismam

Edûla Ûsê Hemê (Evdê Reşo) / Sîne

Gula Mihemedê Emînê Dêli / Du Rûvî

Hafizê Kor / Mirîşk (Kilam)

Mislimê Mihemed / Hemo û Huso

Naza Ûsê Hemê / Padşak

Her wiha di heman malperê de girêdanek heye ya malpereke din e bi navê Koprî ku têde gelek wêneyên gundên  herêma Efrînê û Kobanî, wêneyên  jiyana gundan û xwezaya herdu herêman, wêneyên cejna Newrozê, hevpeyvînên bi rêya vîdyo, her wiha  tomarkirinek  ji  destana  Memê Alan re bi dengê Mistoyê Zênikê û gelek tiştên din.

http://www.cirok.fr.ht/

http://www.kopri.fr.ht/

 

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s