Hakan Karsak: Me ti pere li ser xebata xwe di fîlma “Min Dît” de nestandiye

Teatra Victoria Eugenia Foto: JOSE MARI ALONSO

Di nîsana bihorî de ez çûbûm bajarê San Sebastianê ta ku ez beşdarî panelekê bim derbarê fîlma Min dît ya Miraz Bêzar, panel di nav çalakiyên Festîvala Sînama û Mafê Mirovan ya bajarê San Sebastianê hatibû lidarxistin, listîkvanê sereke di fîlma “Min Dît” de Hakan Karsak di vê panelê de jî cih girtibû. Di Festîvalê de bi dehan kurtefîlm û filmên dirêj hatin pêşandan, di nav van fîlman de du film hebûn ku behsa Kurdan dikirin fîlmê Fransî “Welcome” û fîlmê “Min dît / Zarokên Diyarbekir” herdu fîlm jî di heman rojê de  jî hatibûn nîşandan.

Berî nîşandana  fîlma “Min Dît” di teatra Victoria Eugenia de Hakan Karsak  bi çepikên germ ji aliyê cemawerê festîvalê hate pêşwazîkirin. Lîstikvanê sereke di “Min Dît” de ko-nivîskara fîlmê Evrîm Alataş bi bîr anî û got: “Evrîm niha ne di nav me de ye, em pir ji wê hez dikin û em bîrê wê dikin”. Hakan di dawiya axaftina xwe  de li banî nihêrî û got: “Em dizanim ku niha ew li jor me dibîne, em serkeftina xebata xwe diyarî Evrîmê û hemû zarokên Kurd  dikin”.

Me li bajarê San Sebastian ligel listîkvan Hakan Karsak vê hevpeyvînê çêkir.

Cara yekmîn  Mîn Dît li cîhanê li welatê Bask  di festîvala San Sebastianê  de hatibû nîşandan, û cara pêşî li Tirkiyê di festîvala sînamyê li Antalyayê hatibû nîşankirin, hûn dikarin ji me re behsa hestên xwe û reaksyonê cemawerên festîvalan li ser fîlmê?

Hakan Karsak li San Sebastian / Foto: Z.A

Di festîvala San Sebastianê yekemîn car ez xwe di sînamyê de dibînim, min xwe li ser perdeya spî didît lê min tiştekî fam nedikir, ango min nizanîbû rastî bû yan jî xewn bû, di dawiya filmê de ji xewna xwe şiyar bûm û min got: “Belê, ev xebatekî mezin e ji bo Kurdistanê”. Li aliyê din jî min hêstir di çavên gelek kesan de  dîtibû, gelek ciwan hatin silav dan me û hinekan  jî Miraz Bêzar hemêz kirin. Gelekan li pey hev di dorê de sekinî bûn ta ku dengên nirxdayînê bidin fîlmê.

Li festîvala Antalyayê dîsa di hundirê salayê de reaksiyona cemawer gelek xweş bû, nêzîkî 800 kes hebûn, piştî dawîbûna fîlmê hemû rabûn ser piyan û dengê çepikan bilid bû,  lê vê carê ez bi tirs dihasiyam û min digot piştî dawîbûna nîşandana fîlmê polîs wê li ber deriyê salayê li benda min bin. Di civîna çapemenî de kesên nijadperest hebûn û ji me re digotin Hûn çawa dibêjin “Ka welatê min Kurdistan?”

Li ser dika teatroya Victoriya Eugenia hûn bi ferehî li ser  Evrîm Alataş axivîn û we serkeftina fîlmê diyarî wê kiribû.

Wek hûn dizanin Evrîm di 12 nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû, ev wendabûnek mezin bû ji bo Kurdistanê re,   Evrîm mirovekî  û nivîskarekî pir baş  bû, Evrîm weke Mihmed Uzun wê  herdem di dilê Kurdan de dimîne, em wê ji bîr nakin, emê her çax wê bi bîr bînin.

Gelo hûn çawa hatin hilbijartin ji bo vê rolê?

Miraz  hatibû Diyarbekirê û xebata min  di lîska Kurdî “Mala Dînan” û  ya Tirkî “Özğürlüğün Bedeli” de dîtibû û di cih de gotibû: “This is my actor”.

Miraz ji min re gotibû: Divê tu vê rolê  ji bo Kurd û Kurdistanê bilîzî.

Miraz Bêzar di hevpeyvînekê xwe de ligel rojnameya GARA behsa zerf û mercên dijwar derbarî fînansekirina fîlmê kiribû, Miraz gotibû ku lîstîkvan ti pere nestandin, hûn dikarin behsa van mercên fînansekirina fîlmê bikin?

Miraz Bezar, Hakan Karsak, Muhammed Al û Senay Orak.

Rast e, hemû lîstîkvan ti pere li ser xebata xwe wernegirtine, ez bi xwe  peran jî naxwazim, min vê xebtê ji bo naskirina rastiya rewşa Kurdan çêkiriye.

Kesa sereke ku Mîn Dît fînanse kiriye diyîka Miraz e, ew mal û erebeyeke xwe firotin ji bo despêkirina kişandina fîlmê, her wiha merivekî Miraz, Fikry Kultay gelek peran dabû ji bo lêçûnên fîlmê, di dawî de jî derhêner Fatih Akin  destek dabû Miraz ji bo derxistina fîlmê.

Kelema kêmbûna peran hîşt ku çêkirina  fîlmê sê salan li berxwe bide.

Hêjayî gotinê ye jî, ku Miraz lêçûnên dibistanê dabû  zarokên fîlmê û her wiha ji bo lêçûnên din, wek mînak lêçûnên hatina Şenay ji bo festîvala Ghent li Belcîka.

Te rola  “Endamekî JITEMê” standibû, gelo rola te li Kurdistan û Tirkiyê çawa hate pêşwazîkirin?

Berî ez bersiva pirsa we bidim, tenê  dixwazim behsa bandora nîşandana  Mîn Dît li festîvala Antalyayê bikim, ji ber ku em hemû kes  li Tirkiyê dizanin ku JITEMê li Kurdistanê bi karê kuştinê radibûn, û kiryarên kuştinê di bin navê kiryarên nenas de dihtein qeydkirin. Lê piştî festîvala Antalyayê Hem hikûmet hem jî artêş gotin ku ew JITEM nas nakin, JITEM  rêxistinek e îlegal e.

Rola min ji aliyê Kurdan ve gelek hate ecibandin, lê li aliyê din jî kesên ku ji vê kesyetiyê heznekirin pir bûn. Li kolanan hinekan li min dinihêrîn û bi tiliyên xwe nîşanî  min dikirin û digotin “Emê serê te jêkin”, gelek email, telefonên tehdîtkirinê ji min re  dihatin, têde dijûn li min û malbata min dikirin, bi xiyanetê ez tawanbar dikirim û her wiha nameyên tehdîtkirinê di bin derya malê de jî dihîştin”.

Gelek hevalên min yên zanîngehê û teatroyê ji min re gotin: “Êdî tu ne hevalê me ye”

Hûn bi Kurdî nizanin, gelo hûn çawa beşdarî lîstikên bi zimanê Kurdî dibin?

Hevalê min yên şanoger alî min dikin, ez teksta lîstikê ezber dikim û rola kesaytiya xwe dilîzim. Lê ez zêde xebata şanoyê bi zimanê Tirkî dikim, niha em difkirin ku em çîrokên Kurdî bi Tirkî  pêşkêş bikin wek Mem Û Zîn, Cembelî û Binfeş û hwd.

Wêneyên we yên bi cilên leşkerî yên dema leşkeriyê ne, ango we  ji bo çêkirina fîlmê kişandibûn?

Wêne berî çêkirina filmê me kişandibûn, dema leşkeriyê ne bîranînek xweş e ku mirov wêneyan wê demê li cem xwe bihêle. Ji cilên leşkeriyê û ji rahiştina çekan heznakim.

Lê wêneyên şahiya zewacê yên di fîlmê de derdikevin ew orîjinal in. Sevgî yê ku di fîlm de jina min e her wiha di jiyanê de hevsera min e.

Niha li Tirkiyê  hin gav têne avêtin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî, gelo hêviyên we ji van gavan çi ne?

Berî her tiştî hêvî dikim ku zarokên me yên di zindana de serbesta bêne berdan her wiha ez azadî ji paralamanterên Kurd re dixwazim.

Ku zarokên me zimanê kurdî di dibistanan de bixwînin.

Em dixwazin di bajarên xwe de bê tirs bijîn, nawazxim ku tank û erebeyên leşkeran di bajarê xwe de bibînim,  bi hezaran leşker di kolanên bajarên Kurdî de digerin, li Izmîr û Bursayê rewş  ne wisaye.

Kurtejîna Hakan Karsak:

  • Hakan Karsak li Amedê sala 1975an ji dayîk bûye.
  • Zewicî ye û zarokeke wî bi navê Jînda-Deniz heye.
  • Xwndina şanoyê li Ankara Sanat Teatro,  Ankara Çaqadaş Sanat Teatro standiye.

Û li van  cihan jî xebata şanogeriyê kiriye:

  • Ankara Yeni  Meydan Sahnasi
  • Izmit Yeni Meydan Sahnasi, Unicef, Navenda Çanda Mezpotamiya li Diyarbekirê û li şanoya şaredariya bajarê mezin ya Amedê.

Hevpeyvîn di Rojnameya Agirî de hatiye weşandin:

http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/agiri/this/144.pdf

Advertisements

One thought on “Hakan Karsak: Me ti pere li ser xebata xwe di fîlma “Min Dît” de nestandiye

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s