‘Hevdîtina Tembûrê’ li Şamê bi dawî hat

Şeva çû hunermendê kurd ê navdar Seîd Yûsif li Xaneya Opera ya Sûrî ku navenda wê li Şamê ye dawî li “Hevdîtina Tembûrê” anî.

Seid-YusifBi beşdariya 13 jenyarên ku li tembûr, buziq û bagleme dixin, 3 aheng rojên 10 -11 û 13a cotmehê katjimêr 20:00ê êvarê li dar xistin.

Roja 10ê cotmehê, ahenga destpêkê, bi jenyar û muzîkjen, Samêr Îbo, Alan Yûsif, Raman Osman, Daûd Xelîl, Muemer Adnawî û Zeîm Kendeş hate vekirin.

Roja 11ê cotmehê, muzîkjenên beşdar, Arêf Elûş, Arî Serhan, Hisên Brahîm, Ayas Nihêlî, Mêvan Yûnês û Ehmed Dalî awazên xwe pêşkêş kirin.

Roja 13ê cotmehê, ahenga dawiyê, muzîkjen û jenyarê navdar Seîd Yûsif bi sazên xwe cemawerê beşdar serxweş û mest kir.

AKnews di her sê konsêrtan de hazir bû û dîtinên çend kesên beşdar derbara vê hevdîtinê de bir:

* Nejwa Qittêş, 22 salî, xwendekara zanîngehê ye di konsêrta yekê de beşdar bû, ji AKnewsê re wiha got, “Hinek jenyarên ku me guhdariya wan kir, di qalibê kevin de man û her di wê çerxê de geriyan, lê hinên din wek Samêr ji tûra folklor derket û tekez kir ku bi buziqê awazên cîhanî jî tên jenandin.”

* Şiyar Cuma, 26 salî, xwendekar e û yek ji hezkerên amûra tembûrê ye, wiha got, “Di konsêrtên berê de her du jenyaran; Alan Yûsif û Raman Osman bala min kişandin, reqsa tiliyên wan li ser darê Buziqê awazine gelek xweş honandin.”

Tembur-(7)* Mihemed Rifet Ebidletîf, 41 salî, nivîskar û helbestvan e, surprîza konsêrtan bidîtna wî, “Her du jenyaran Arêf Elûş û Ehmed Dalî bi jenîna tembûrê ya bi hev re mîkseke xweş û taybetmend pêşkêş kirin û karîbûn bi dabeşkirina sazûman tabloyeke rengîn ji dengê tembûrê nîşan bidin.”

* Ehmed Ramêz, 35 salî, karmend e, wiha dîtina xwe derbirî, “Ez her sê konsêrtan hazir bûm ji ber dengê van amûrên jêdar bi min gelek xweş e û ez nikarim çi rexneyan bêjim ji ber ez bi hemûyan serxweş bûm û bi taybet îro (duh) bi awazên hunermendê mezin Seîd Yûsif.”

* Înas el-Ezim, derbarê amûra tembûrê de wiha hestên xwe derkirin, “Tembûr amûreke têkildarî kelepûra hemû navçeyê ye û her wiha ew bi xwe jî amûreke dîrokî ye, lewma di ahenga îro de dengekî gelek nazik û zelal xwe avêt guhên me.”

* Jiyan Hemo, 24 salî xwendekarekî kurd li zanîngeha Şamê ye, derbarê ahengê de wiha got, “Cara yekem e ku ez dibînim di cihekî fermî de cihê me kurdan jî heye û em muzîk û kelepûra xwe di gel muzîka din li vî welatî wek tabloyeke mozaîkê dibînin, ev yek bi dilê min zaf xweş e.”

Tembur-(2)Hêjayî gotinê ye ku zorbeya jenyaran kurd bûn û beşek ji parçe muzîka hatî pêşkêşkirin ji folklorê kurdî bû, û ji ber her sê amûr tembûr, buziq û bagleme zêdetir di nav kurdan de belavbûyî ne, hejmareke mezin ji beşdarên her sê konsêrtan kurd bûn.

Îdrîs Murad birêveberê projeya “Hevdîtina Tembûrê” ji rojnamegeriyê re wiha got, “Her sê amûrên muzîkê tembûr, buziq û bagleme çîroka gelan hewal didin, û bi rêya wan destan, sembol û çîrokên evînê ji nifşekî bo yeke din hatine veguhastin.

Murad wiha domand, “Her sê amûran karîbûn dîrok û zimanê gelan biparêzin nemaze li Cizîra Sûriyê ku bi ziman û çandên cuda zengîn e.”

Hunermendê kurd ê navdar Seîd Yûsif konsêrta şeva çû şên kir û nêzî saet û nîvekê bê rawestan li ser meqamên wek, nehawen, hîcaz, hîcazkurd, çarga û ecem hem awazên kurdî û hem jî yên erebî û gelek awazên stranên navdar pêşkêş kirin.

Tembur-(3)Tê zanîn ku sala par jî muzîkjenê Kurd yên navdar Seîd Yûsif li Xaneya Opera ya sûrî konsêrtek li dar xistin, û ew aheng rastî gelek pesin û hezkirinê hat û hola Opera heta devî tijî bû.

Seîd Yûsif gelek xelatên navdewletî wergirtine, her wiha rêxistina UNESCO ya Neteweyên Yekgirtî, hîn di salên heftêyî de jê re digel jenyarê ûdê yê iraqî yê navdar Mûnîr Beşîr, sêlikeke zêrîn tomar kirine.

Her wiha Seîd Yûsif zêdebarî stranbêjî, gelek awaz ji bo stranbêjên kurd (Şivan û Gulistan Perwer û Şêrîn), ereb (Semîre Tewfîq), tirk (Elîşan) û yê frensî (Johnny Opères) çêkirine û her wiha muzîkvanê navdêr ê ereb, kurê hunermenda mezin Feyrûz, Ziyad Rehbanî, 10 parçe ji muzîka wî bi dabeşkirineke orkestralî jenandine.

Hunermendê kurd ê navdar Seîd Yûsif jidayîkbûna sala 1947ê ye û ji bajarê Qamişlo ye, ku mezintirîn bajarê kurdê Sûriyê ye û li bakur-rojhilatê Sûriyê ye.

kn AKnews

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s