Aynur ji bo mafê dengbêjiyê distre (Vîdyo)

Foto: Ji rojnameya ji El Pais.com hatiye girtin

Rûdaw / Zinar Ala – Hunermend Aynur Dogan yek ji 12 hunermendên jin ên ku  ji bo  projeya nû ya komposîtorê Spanî Javier Limón hatibûn hilbijartin, projeya bi navê “Mujeres de Agua” ku bi Kurdî tê wateya  Jinên ji Avê dengbêjin jin li Îranê  bi bîr tîne, dengbêjin ku hatine bêdengkirin  û rastî zordariya rejîmê tên.

Foto: El Pais.com

Ji bilî dengbêja Kurd Aynur 11 dengbêjin navdar jî di vê xebatî de cih digrin wek dengbêjên hunera Flamênko Carmen Linares û Estrella Morente, her wiha stêrka hunera Fado ya Portugalî Marîza, dengbêja Yewnanî Elefteria Arvanitaki, ya Îsraîlî Yasmîn Levy û hwd.

Derbarê vê projeyê hunermendê Spanî Javier Limón dibêje ku min xwest ez hunera Flamnêco tevlî mûzîka rojhilatî bikim, min xwest ku dengbêjeke Îranî jî di vê projeyê de cih bigre, lê ji ber ku stranbêjî li Îranê ji  jinan re qedexe ye min xwest ku vî xebatî  diyarî wan bikim.

Albûma “Jinên ji Avê” di 21ê îlonê de hate belvakirin, hunermendên jin wê stranan  bi awakî zindî  li Madrîd, Lisboa, Atêna, Stenbûl, Parîs û li DYAyê bixwînin.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s