“Bê keça xwe naçim”

Hêvron bi xwendina pirtûkê mijûl e

“Not without my daughter ” ku bi kurdî tê wateya “Na, bê keça xwe” anjî mirov dikare wiha wergerîne “Bê keça xwe naçim”.

Ev bûn çend hefte Hêvron vê pirtûkê, bi versiyona almanî “Nicht ohne meine Tochter”, di dema vala de dixwîne. Hêvron herku çend pelikan biqedîne dibêje: “Çiqas gunê ye!!!”, û ji min re dibêje çi bi serê xwediya pirtûkê tê li Îrana Ayatullahan.

Ta ku ez tevahiya çîroka Betty Mahmoody ku çîroka xwe di vê pirûkê de nivîsandiye binasim. Min berê xwe da tora înternetê û min hinek agahî li ser vê pirtûkê xwend û min fîlma ku ji vê çîrokê hatibû çêkirin temaşe kir.

Bi kurtî ji we re çîroka vê pirtûkê an jî vê fîlmê bêjim:

Çîrok di sala 1984 li bakurê Amêrîka despê dike, bîzîşkê farsî Moody (Mahmoody) jina xwe Betty îqna dike ku tevî keça xwe Mahtob yê şeş salî biçin serdana Îranê. Lê ji ber ku Betty ji vê rêwîtiyê bi guman e, Moody jê re li ser Qurana pîroz son dixwe ku ewê vegerin Amêrîka. Lê dema ew digihînin Tehranê, ew jê re bêlî dike ku ew ji kar hatibû avêtin û êdî nema vedigre bakurê Amêrîka.

Betty li dijî biryara hevjînê xwe derdikeve, lê Moody lêdixîne û bê pere û pasaport dihêle. Betty li wê welatî gelek êş û azar dikşîne ji ber wê ew bi hemû hêza xwe hewla derketina xwe ji Îranê dike, lê yasaya Îranê alî wê nake, ji ber ku eger destûr ji zilamê xwe nestîne nikare ji welat derkeve, mafê wê heye ku ji zilamê xwe veqete lê mafê wê tuneye ku Mahtobê bi xwe re bihêle û xwedî bike.

Ji bo bikaribe ji malê derkeve Betty zilamê xwe îqna dike ta ku dersên olî werbigre, lê ew dev ji plana reva xwe ji Îranê tevî keça Mahtoob bernade. Rojekê dema li cihekî digere ji bo telefonî malbata xwe bike, zilamekî bi navê Husên nas dike, ew jî alîkariya jinên rojavayî dike yên ku dixwazin ji Îranê birevin.

Husên ji Betty re du rêyên revandinê dibîne, yek bi rêya kendava farsî yê din bi rêya sînorên navbera rojhilata Kurdistana û bakurê Kurdistanê. Lê piştre derdikeve holê ku reva wê bi rêya kendava farsî re gelek metirsîdar e ji ber pirbûna kontrolan.

Rojekê dema zilamê wê ji nişka ve diçe nexweşxaneyê, Betty û keça xwe ji malê direvin û bi alîkariya Husên ji Tehranê derdikevin û berê xwe didin Kurdistanê. Betty û Mahtob, bi rêya alîkariya Kurdan, bi selametî sînor derbas dikin û xwe ji wê dojehê rizgar dikin. Dayîk û keça xwe di 9ê sibata 1986an de vedigerin DYAyê.

2 thoughts on ““Bê keça xwe naçim”

  1. ne tenê Îran wiha ye , hemû welatên ku bi navê şerîeta Îslamî hukim diin wiha ne
    hîn li hin welatan eger mêr tune be destûr dibe ya bavê wî , û birayên mêr her wiha hin yasa jî hene kurê 15 salî dibe wesî ser diya xwe

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s