Axaftina dawî bi dayîka min re

daye-u-bavo1-1
Dêbavê min / Newroz 2009

 

Di îniya bihorî de weke vê saetê dêbavê min bi rêya telefonê bi min re axivîn, saet li gorî dema Kurdaxê derdorê 21.00an bû ê, ew ji çinandina zeytûnan hatibûn.

Dema telefona min lêket ez li saleyekê li bajarê Münsterê bûm ku têde fîlma “Min Dît” dihate nîşandan, hema ez ji salê derketim û min got:

Alo. Diya min jî got: Alo Zinor, dengê te rind netê.

Min jî got: Deqokê Onê, heya ez ji salê derketim û min got: Ê Onê.

Onê jî, weke her car, bi gotina: “ho Onê qurbanê” bersiva min da.

Onê: Tu çûye delolê min? Jinko te çûye, sehtê te çûye?

Ez: Ez rihet  im, sihtê min jî rind e. Hêvron jî rind e, emî noko li fîlmekî Kurdî sêr dikin. Win çi dikin?

Onê: De emî zeytûno diçinin, zêtûn îsol tine ne, dor rind negirtine.

Ez: Ê rind e, manê tu pir rat nebê.

Onê: Ê hele ji min ro hewolde ti çi dikê çi nokê, perê te hene tune ne, em ji te ro bişînin?

Ez: Sehet xweş Onê, tiştekî ne gerek e. Wekî din ez noko zimonî almonî dixwînim, kar nakim. Em berî du rojo bi xêrê camêrekî çûbûn Belçîkayê.  Ji me re got ezî derim Roj tv hûn dixozin bi min ro werin, megot erê û em pê re çûn wir û me şevekê li wir xewkir, poşê em bi sibê çûn Brukselê, em ji xwe re têr gerîn û poşê em vegerîn mol.

Onê: Tikê xwendinê xwe çûbikê lê? here wê moddenê xwe xelos bike, bila xelk bi me nekene, dibên heto noko Zinar li Ewropa tişt nekiriye, ne karê xwe heye ne jî xwendinê xo bi seri kiriye, tikê heto kîngo hono bê yorim?

Ez: Lê Onê wele meselî xwendinê boş e, yonî heto gi min xelos kir jî, dîso ez di wî tiştî do kor nokim, yonî heto eger min wê şihodê jî stond dîso ez ti karî nabînim. Li Spanya nêzîkî 5 mîlyon kes bêkor hene, çiqos kes sponî ji wir direvin û derên dewletên din, ji Siwar (xwarziyê min) jî pirs bike mesele çû bûye.

Onê: Lo de hew jî kûçik e.

Ez: Yonî  ez jî kûçik im ne? (em herdu dikenin), temam  belkî ezê mihê tê vegerim Spanya û emê sekin mesele êkê çû bibe.

Onê: Min pir bîrê te kiriye Zinor, ez tim qisowetê te dixwim.

Ez: Min jî pir pir bîrê te kiriye Onê, min suretê te dîtin berî mehekê, te xwe pir zaîf û rindik kiriye, yallah hindik mo tê werê Spanya û em dîsa bi hevro roj û şev derbos kin. Te got we zêtûn çû kirin, kî bi we ro derê?

Onê: Duh Emîno xibrîk û Comerd bi me ro çûn.

Ez: Emîno xibrîk çûye?, fiqorê mêrê xwe jî mir, niyo bi wê çetine ne?

Onê: Erê de êkê çû bikê holê dinê ye. Silovî Henîfê, Zênebê… û cîrano ji te re hene, tim li te dipirsin û dibên Zinor ji me re silav ke.

Ez: Ji min ro giştiko silovke û ji won re bibî: bilo sehtê xwe rind sekin, bila ti kesî nemire, manê çend sol din ez werim wono bibînin.

Onê: Ti tiştî dixozê?

Ez: No, sehet xweş.

Onê: Ê de yalah ji min ro Hêvronê moçke.

Ez: Ser serê min.

Onê: Şev baş kurê min.

Ez: Şev baş dayê.

Advertisements

3 thoughts on “Axaftina dawî bi dayîka min re

  1. Zinarê Delal ez bi kula delê te zanim

    Zinarê biçûk li ba diya xwe her tim biçûk bû

    dixwst her tim Zinar di hemêzê de be û jê dûr nekeve

    lê mixabin feleka xayîn e

    wê zû bar kir

    jiyan ji kesî re namîne

    ma em çi zanin em ê çiqas bijîn???

    dîsa serê te xweş be bira

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google photo

You are commenting using your Google account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s