Li Îdîrê ji bo her 3 welatiyan 2 bisîklet

Foto: http://www.bisikletforum.com

Li Îdîrê erdnîgariya wê jî ji bo bisîkletê baş e û ji her 3 weletiyan 2 welatî teqez Duçerxe (bisîklet) bikar tînin.
Ducerxeyê wekî dostên xwezayê tên zanîn û her wiha ji bo paqijiya hawirdorê jî xwedî wateyek girîng e, rastî eleqeye welatiyan tên. Pispor jî diyar dikin ku bikaranîna bisîkletê hormona keyfxweşiyê zêde dibe.

Doktor ji bo tendûrîstî û pêşketina laş bikaranîna bisîkletan pêşniyar dikin. Gelê Îdîrê ji bo bikaranê eleqeyekî mezin nîşanî bisîkletan dide.

Li Îdîrê ji ber ku erdnigariya wê rast e û ji bo bikaranîna bisîkletan ji kêrhatiye ji her 3 welatiyan 2 welatî teqez bisîkletê bikartinin.

Nûnerê Bîsîkletan ê Midûriyeta Sporê ya Bajarê Îdîrê Ekrem Baydar, diyar kir ku ji karmed û heta karkeran li Îdîrê hemû kes bisîkletê bikartine. Baydar, anî ziman ku welatî bisîkletê ji bo çûn û hatina malên xwe bikartîne. Baydar, da zanîn ku li gorî nifûsa Tirkiyeyê cihê herî zêde bisîkletê lê tê bikaranîn Îdîr e û wiha got: „Li cihanê yekemîn car li Îdîrê cihê bilindahiya wê ji 5 hezar metreyan bilindtir e bi bisîkletan hilkişiyan Çiyayê Agiriyê. Aramanca me ew bû ku em balê bikşînin ser tendûrîstiyê û hawirdorê. Lê her çiqas li Îdîrê bisîkletê zêde jî bê bikaranîn lê di aliymê sporê de zêde eleqeyê nabîne.“

Foto: Serdar Ünsal / AA

‘Ciwan û pîr hemû kes bikartîne’

Esnaf Emîn Yildirim ê ku ev 23 sale bisîkletan difroşe jî diyar kir ku bikaranîna bisîkletê wekî kevneşopiyê tê dîtin û ciwan û pîr hemû kes bikartîne û wiha got: „Bi salane ez vî pîşeyê dikim. Li Îdirê her diçe bikaranîna bisîkletê zêde dibe. Li vir ev kar ji bo gelek kesan deriyê nan e. Ji ber ku bikaranîna bisîkletan gelek e gelek kes di aliyê pişeyî de debara xwe dike. Pîr û ciwan hemû kes bisîkletan bikartîne.

Yeni Özgür Politika

Ajotina bîsklêtê li Silêmaniyê şerm e!

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s