Bernameya bi zimanê Kurdî di TVyeke Sûrî de

Foto: Barada tv

Li gor danasîna bernameya bi navê “Ronahî” heftane carekê ji aliyê rojnamevan Cemal Batun ve dê bête pêşkeşkirin, û her hefteyekê pêşwaziya mêvanekî dê bête kirin, û rewşa Sûrî bi giştî û ya Kurdî bi taybetî dê bête gotûbêj kirin.

Mêvanê xeleka 1em hefteya borî siyasetmedarê Kurd Kamran Haco endamê Sekreteriya Ragihandina Şamê li derve bû, û vê hefteyê mêvan Seeduldîn Mila nûnerê Partiya Yekîtiya Kurd li Ewropa ye, û axaftin dê li ser tevgera Kurd û encûmena siyasî ya Kurd li Sûriyê ku ji 9 partiya pêk tê dê bête kirin.

Barada TV logoDi heman barê de danasîna kanalê diyar dike ku girîngiya bernameyê di wê yekê de ye, ku eve 1em car e ji 50 salî de bernameyeke bi Kurdî tê pêşkeşkirin, çunku desthilata Baas Li Sûriyê bikaranîna zimanê Kurdî di ragihandinê de qedexe kiribû, û siyasetên erebkirinê li deverên Kurdan bi cî anîbûn.

Sebaret vê bernameyê rojnamevanê kurd Zinar Ala ji AKnewsê re got, “Ji 50 salî de tenê 3 kanalên TV yên hikûmî li Sûriyê hebûn, û wan ti carî Kurd nas nekirine, tenê hin caran muzîka Kurdî bê stran dihat ser ekranê, helbet bêyî ku bêjin ev Kurdî ye, lê belê digotin folklora Cizîrê.”

Ala didomîne, “Eve çend sal in rê li hember radyo û TVyên taybet vebûye, ku 3 kanalên taybet hene, lê belê TVyên taybet jî wek yên hikûmî zimanê Kurdî nas nakin.”

Zinar Ala2Li dawiyê Zinar Ala amaje bi wê yekê kir, “Mixabin Sûriyê heya niha ji ezmûna Tirkiye derbarê (pêşî vekirina Demokratîk) de, hîn tiştekî fêr nebûye, TVya tirkî TRT6ê 24 katjimêran bi Kurdî weşanê dike, lê Sûriyê xulekeke tenê nade ji bo weşana bi zimanê Kurdî.”

Hêjayî gotinê ye ku Barada TV li ser satalayta Atalantic Bird4 weşanê li gor van agahiyan dike, Frequency: 11.595 Vertical, Symb Rate: 27:500, FEC 3/4.

kn (AKnews)

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s