Kurdistan mêvanê Fûara Pirtûkan li welatê Bask e

Wêneyek ji çalakiyên Fûara Pirtûkan li Durango (Foto: Gara)

Rûdaw / Z. A –  45-mîn Fûara Pirtûk û Mûzîka Baskî ku her sal ji bo danasîna berhemenên nû di warê wêje û mûzîka baskî de li bajarê Durango tê lidarxistin, wê îsal ji 4-8ê Kanûnê li dar bikeve. Welatê mêvan ji bo vê salê Kurdistan e û mijarê sereke di Fûarê de Erotîzm e. Bi gîştî wê 505 berhemhên nû di 285 standan de bêne pêşandan.

 Di çarçoveya lidarxistina 45’mîn Fûara Pirtûk û Mûzîka Baskî, birêvebirê gîştî yê Fûarê Jon Irazabal destanîşan kir ku digel kêmbûna derfetên aborî ya îsal beranberî salên berê, endamên komeleya Gerediaga dîsa karîbûn programekî balkêş amade bikin ku wê 5 rojan berdewam bike.

Derbarê beşdarbûna Kurdî di vê çalakiya çandî de, Irazabal diyar kir ku di roja duyemîn de wê nivîskar, rojnamevan û mûzîsyenên ji vî welatî ku “di nav 5 welatan de perçe bûye” di çalakiyên curbecur de beşdar bin: “em dixwazin hin tiştan ronî bikin ku çapemenî behsê nake”. Ji ber vê yekê jî organîzasiyona fûarê sernûserê rojnameya Azadiya Welat Eser Uyansiz vexwend, ta ku beşdarî panela li ser azadiya ramanê be.

Komeleya Gerediaga a ku Fûarê organîze dike sedema destnîşankirina Kurdistanê weke welatê mêvan eşkere kir, ew jî ji ber rewşa dijwar ku çanda Kurdî di vê demê tê de derbas dibe ye. Her wiha euskera (zimanê baskî) û Kurdî wê weke zimanên bê welat bêne guftûgokirin.

Advertisements

2 thoughts on “Kurdistan mêvanê Fûara Pirtûkan li welatê Bask e

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s