Pirsgirêka daxistina tîpên kurdî li ser Window Vista çareser bû

Klaveya kurdî latînî

Ev bû zêdeyî çar mehan ku laptopa  min bi vîrûsekî serêş û destêş ketibû, digel hebûna vê vîrûsê min karê xwe li ser vê laptopê didomand lê min astengiyên mezin dikşand, ango heya min nivîsek amade dikir rihê min derdiket û êşa destê min yê rastê gurtir dibû. Min ji zêde dixwest ku ez laptopê format bikim, lê ne min dizanî çawa ne jî min dizanî çawa ezê dîsa programa tîpên kurdî daxînim.

Duh, bi saya ezmûna xwarziyê min Siwar, me laptop format kir, û ji serê vê sibê ez mijûl bûme bi daxistina klaveya kurdî li ser komputera xwe. Piştî gera demjimêrekî min ti sûd wernegirt, hevalekî min ku li Hewlêrê dimîne çend program ji min re şandin, dîsa min çareserî nedît. Vêga min lêgerîna xwe di Google de domand heya ku ez rastî vê rûpelê hatim û dîsa bi alîkariya Siwar me program daxist.  û (mixabin niha ez pê dihesim ku tîpên kurdî yên mezin nayên nivîsandin, ji ber wê min “û” biçûk nivîsand), lê piştî ku min hemû pişkov ceribandin min, bê alîkariya Siwar,  tê derxist ku tîpa mezin bi tikandina “shift + tîpê biçûk” tê nivîsandin, bi zimanê matamatîkê Û= shift + û.

Wekî min gotibû ji vê sibê de ez bi vê pirsgirêkê ve mijûl bûme. Niha jî hêz  bi min re nema ji bo nivîsandinê, li benda me bin, em ê bloga xwe di her çend rojan de aktuel bikin.

Advertisements

2 thoughts on “Pirsgirêka daxistina tîpên kurdî li ser Window Vista çareser bû

  1. mala xwedê ava ku te çareser kir

    ji salekê ez vê klaveyê bi kat tînim

    bêyî çi problem hebein û min ji te re got jî ew ya baştir e

    îcar li ser xêrê be

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s